Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bang û soza ciwanên Êzîdxanê

Li Şengalê salvegera 8’emîn a fermana 2014’an îsal ji salên borî cudatir û watedartir hat pêşwazîkirin. Civaka êzidî li gel bîranîna cangoriyên fermanê, ji her demê zêdetir soza tolgirtina fermanan da û pêngavên girîng ên civakî û rêxistinî pêş xistin. Bi taybet pêngavên tevgera jin û ciwanên Şengalê, hêza parastina hebûnê û îradeya azadiyê raxist ber çavan.

Herî dawî jî di 25’ê tebaxê de, Yekitiya Ciwanên Êzidxanê (YCÊ) di bin dirûşmeya ‘’Rêxistinkirina Ciwanên Êzidî wê bibe tolgirtina 74 fermanan û misogerkirina xweseriya Şengalê 3’emîn kongreya xwe bi beşdariya 300 delege û 200 mêvanî pêk anî. Ev kongre, bi gelek aliyên xwe ve mizgîniya azadiya civaka êzidî û xweseriya Şengalê da herkesî. Hem beşdariya xurt a kongreyê hem jî peyam û biryarên kongreyê ji bo ciwanên Şengalê û civaka êzidî merheleyeke nû ya têkoşînê jî da destpêkirin.

Li Şengalê lidarxistina kongreyek di vê astê de ne hêsan e, amadekariya vê kongreyê di nav êrîşên giran û şerê taybet a li ser Şengalê de hat kirin. Ji ber vê rastiyê, beriya her tiştî ev kongre bersiva ciwanên Êzîdxanê ya li dijî siyaseta qirkirinê ye. Dewleta tirk û PDK di nav 8 salên dawî de herî zêde êrîşê pêşengên civaka êzidî yên ciwan kirin. Ji Ş.Zerdeşt heya Ş.Azad ciwanên azad ên Şengalê hatin hedefgirtin. Dijmin xwest ku bi van êrîşan ciwanên Şengalê ji fikrê azadiyê dûr bixe, ji parastina ax û warê xwe biqetîne. Lê bi sedan ciwan ji dijmin û dagirkeran re îlan kirin ku ne çekê Ş.Zerdeşt ne jî fikrê azadiyê li erdê namîne. Bi sedan ciwan soz dan ku ew ê şûna şehîdên pêşeng vala nehêlin, ala wan rakirî bilindtir bikin.

Dewleta tirk a dagirker û PDK ne tenê bi rêya êrîşên leşkeri, her wiha bi siyaseta şerê taybet dixwazin ciwanên Êzîdxanê ji çand, bîr, bawerî û axa xwe qût bibin. Herî zêde jî hewl didin berê ciwanên êzidî bidin Ewropayê, navendên kapîtalîzmê. Ciwanên Şengalê bi vê kongreye re bersiva vê siyaseta qirêj jî dan û diyar kirin ku berê wan li Şengalê, li Êzîdxanê, li pîroziyên civaka êzidî ye. Ciwanan di kongreyê de bang li hemû ciwanên li kampên başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî kirin da ku li axa xwe xwedî derkevin û vegerin ser warê xwe. Ji ber vê, ev kongre di heman demê de wê vegera ciwanên êzidî ya li koka xwe xurtir bike.

Ciwanên Êzîdxanê di vê kongreye de pîvaneke din a welatparêzî û şoreşgeriyê bi xurtî anîn ser ziman û diyar kirin ku ew xwe ji parastina Şengalê û civaka êzidî berpirsyar dibinin, ew ê hemû xebatên xwe di çarçoveya pêngava ‘’Xwe ji fermanê biparêze û azadiya Şengalê mîsoger bike’’ de bimeşînin. Wateya vê şiyarê gelek zelal e; ew ê ciwanên Êzîdxanê li ser esasê parastina cewherî xwe û civaka xwe perwerde bikin, hemû êrîşên li ser Şengalê bişkînin. Ev îddiayeke xurt bû ku ciwanên Êzîdxanê bê şik û guman anîn ser ziman û soza parastina axa xwe dan.

Her wiha ev kongre bersiveke xurt bû li dijî êrîşên şerê taybet ên mîna; sîxurî, destdirêjî, xwekuştin û hwd. Hêvî û baweriya ku di kongreyê de derket holê wê vê siya qirêj a şerê taybet li ser serê Şengalê rake. Li şûna taybetmendiyên şerê taybet wê pîvanên azadî û welatparêziyê xurt bike. Ji bo vê pêk bîne, wê ciwanên Êzîdxanê li gel xebatên parastina cewherî, xebatên hişmendiyê ango xebatên perwerdehî, çand, huner û ragihandinê jî bi xurtî bimeşîne.

Dema mirov van encamên kongreyê digihîne hev, mirov dibîne ku ev hemû pîvan girêdayî fikrê azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan in. Ev kongre di heman demê de bi awayek zelal ji dost û dijmin re nîşan da ku ciwanên Êzîdxanê hebûn û pêşeroja xwe li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan dibînin. Jixwe, ji destpêkê heya dawiya kongreyê dirûşmeyên ku ciwan qîr kirin, coş û baweriya wan a ji bo Rêber Abdullah Ocalan nîşan da. Ji ber vê jî ciwanên Êzîdxanê, azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wekî yekemîn biryara kongreyê îlan kirin.

3’emîn kongreya Yekitiya Ciwanên Êzîdxanê ji dost re jî, ji dijmin re jî evî tiştî îspat kir; ne êrîşên leşkerî ne jî şerê taybet nikare îradeya wan bişkîne. Ev kongre ji bo hemû ciwanên Êzîdxanê bû kongreya hêvî û baweriya meşa azadî û serkeftinê. Li hemû Êzîdxanê pîroz be…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar