Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga 7 partiyên siyasî: Li dijî tifaqa qirêj têkoşîna hevpar

Partî û rêxistinên siyasî, diyar kirin ku piştî îtîrafên Sedat Peker careke din şahidiya hevpariya dewlet-mafya-siyasetê dikin û ev bang kirin: “Em bang li herkesî dikin ku ji bo ji vê tifaqa qirêj xelas bibin sefere bibin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çepgir, Partiya Azadiya Civakî (TOP) û Halkevlerî, derbarê têkiliyên mafya-siyaset-dewletê ku piştî  îtîrafên rêveberê çeteya girêdayî dewletê Sedat Peker careke din hatin rojevê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya ku bi sernavê ‘Ji bo welatekî aram têkoşîna li dijî tifaqa sûcdaran’ hat weşandin de hat diyarkirin ku careke din şahidiya sûcên ku bi hevkariya mafya-siyaset-dewletê pêk hatine tê kirin û ev tişt hat gotin: “Di encama nakokiyên ji ber têkiliyên berjewendiyê, sûcên li dijî gelên Tirkiyeyê hatine kirin, nelirêtî, bazariganiya hişbirê, înfazên bêdaraz û faîlên meçhûl tên îfşakirin.”

Rêxistinbûna sûc

Daxuyaniya hevpar bi kurtayî wiha ye:

“Bi awayekî aşkera derketiye holê ku em bi rêxistinbûneke sûc ku saziyên dewletê di navenda wê de cih digirin re rû bi rû ne. Tasfiyekirina azadî û demokrasiyê, di pirsgirêka kurd de neçareserkirin, sûcên ku çeteyên berjewendiyan li dijî gel bi kar anîne, mertalbûna ji bo talankirina çavkaniyên welat ên sererd û binerdê, tundiya li dijî jinan, tacîz, tecawiz, cînayetên jinan, nelirêtî û bertil ji bo rêveberên welat bûye weke şert. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî netewperestiyê bi kar tînin û hewl didin desteserkirina keda kedkar û pêşeroja gelan meşru bikin.

Banga têkoşînê

Van tifaqên wiha qirêj, talan, mirin û pergala xespê ji aliyê daraza siyasî ya girêdayî desthilatê ve tê parastin. Heta ku pergala siyasî, aborî û civakî ya van tifaqên qirêj dide jiyîn neguherin wê gelên Tirkiyeyê bêhn negirin. Têkoşîna li dijî tifaqa sûcdaran; ji bo kedkaran têkoşîna nan û kar, ji bo jinan têkoşîna jiyanê, ji bo ciwanan têkoşîna pêşeroj û ji bo kurd û elewiyan jî têkoşîna jiyana mafên wekhev e. Têkoşîna li dijî çete, tarîqat, diz, talankar û desthilata zordar têkoşîna xwedîderketina li pêşerojê ye.

Divê faîl derkevin holê

Em hêzên ku li cem kedkar, bindest, xizan û beşên ku cihêkarî li wan tê kirin cih digirin, li dijî vê tifaqa qirêj banga têkoşîna hevpar dikin. Divê faîlên sûcên ku li dijî gel hatine kirin derkevin holê û berpirsyar li pêşberî gel hesab bidin. Heke em hesab nepirsin û berpirsyaran nedine cezakirin wê desthilata xwe ji vê rewşê rizgar bike. Ji bo mezinkirina îttîraz û têkoşîna li dijî vê pergala talanê, em bang li partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk û derdorên civakî dikin ku dengê xwe derbixin û îttirazên xwe mezin bikin. Em bi berpirsyariya xwe dîrokî ya li hemberî gelên Tirkiyeyê bang dikin û ji bo rizgarkirina ji vê tifaqa qirêj herkes têbikoşe û seferber bibe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar