Navenda Nûçeyan |
Rojnameger Qehreman Şukrî Zêdan yê li navçeya Şeladizê ya Duhokê dimîne zêdetirî du hefteyan e ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin.
Navenda PENa Kurd jî li ser binçavkirina Zêdan daxuyaniyek nivîskî belav kir û banga berdana Qehreman Şukrî kirin.
Daxuyaniya PENa Kurd ya li ser binçavkirina rojnameger Qehreman Şukrî Zêden wiha ye;
“Ji ber rewşa aloz û şerê berdewam li Rojhilata Navîn, binpêkirina mafê rojnamevan û kesên bi ramanên cuda ji desthilatê her ku diçe zêde dibe û rojane dibin şahidê wan binpêkirinan. Vê yekê rê li ber desthilatdaran vekirî hiştiye ku bi her awayî û rêbazên ne hiqûqî rojnameger, rewşenbîr û kesên bi ramanên cuda ku wan weke dijberên xwe dihesibînin bêdeng bikin. Gelek caran rojnamevan û rewşenbîr ji aliyê hêzên asayîş a Herêma Kurdistanê ve rastî van bê hiqûqî û ji mafê azadiya raderbirînê bêpar mane. Herî dawî di 27’ê hezîrana 2020’an de Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên weke ROJNEWS, kanala KNN û Stêrk TV’ê dike ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatiye destgîrkirin.
Li gor agahiyên li ber destên me ev rojnamevan çend rojan piştî xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Şêladizê, ji ber hedefgirtin û şehîdkirina 3 ciwanên sivîl ên ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên asayîşê ve bê diyarkirina sedem û hebûna biryara dadgehê di mala xwe da li Şêladizê hatiye destgîrkirin.
Ji zarê endamekî malbata Qehreman ve, di dema destgîrkirinê de hêzên asayîşê ji wan re ragihandine ku piştî lêpirsînaneke demkurt û nîv demjimêrî Qehreman wê bê azadkirin. Lê piştî derbasbûna 12 rojan û serdana Koma Parêzerên Dilxwaz bo Asayîş û Girtîgeha Zirka, hêzên asayîşê rê nadin malbat û parêzeran ku serdana vî rojnamevanî bikin, dosyeya wî bişopînin û sedema girtina wî bizanin. Ev kiryar cihê dilgiranî û ji bingehên mafê azadiya derbirînê ku yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye dûr e.
Ji ber ku Qehreman di sala 2019’an û meha adara îsal de ji aliyê hêzên asayîşê ve hatibû girtin, guman zêde ne ku Qehreman ji ber ku di 19’ê hezîranê de li ser êrîşên Tirkiyeyê têkilarî Herêma Kurdistanê û kuştina hemwelatiyên sivîl bi kanala Stêrk TV yê re axiviye hatiye girtin.
Em weke Navenda PENa Kurd bi erkê xwe dizanin ku piştevaniya azadiya derbirîna bîr û ramanan bikin û vê şêwaza hesl û kefta bi rojnamevanan re red bikin, ji ber ku berovajî azadiya raderbirînê ye.
Her wiha ji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin, li gor qanûn û zagonan tev bigerin û di demekê de da ku wî rojnamevanî tu tawanek nekiribe, lazim e bêmerc bê azadkirin.”
Azadkirina rojnameger xwestin
Her wiha rojnameger û çalakvanên bajarê Duhokê jî daxwaza azadkirina Rojnameger Qehreman Şukrî kirin û xwestin dosyaya wî sewqî dadgehê bê kirin û li gor yasaya karê rojnamegeriyê ligel Qehreman muamele bê kirin.