Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga ciwanan: Bibin piştevanên berxwedana gerîlayên azadiyê

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta tirk a dijî gerîlayên azadiyê bikar tîne, çalakiyek lidar xistin û bang li her kesê kirin ku piştevaniya gerîlayên azadiyê bikin

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji bo dagirkirina tevahî xaka başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, berdewam dikin. Dijî êrîş û ji bo parastina Kurdistanê, berxwedana gerîlayên azadiyê ya bêhempa jî bênavber dewam dikin. Dewleta tirk a ku nikare xwe li ber berxwedana gerîla rabigire, serî li rê û rêbazên qirêj dide. Dewleta tirk a dagirker dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikar tîne, di serî de hikûmeta Başûr û Iraqê, hemû welatên cîhanê li dijî vê hovitiyê bêdengiya xwe diparêzin. Lê roj bi roj nerazîbûna ciwan û gelê kurd a dijî bikaranîna çekên kîmyewî zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de Komeleya Ciwanên Welatparêz ya Kurdistanê li ber derê Baxê giştî ya navçeya Ranya ya girêdayî Îdareya Raperînê, dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakiyek lidar xistin. Ciwanan wêneyên serokkomarê tirk Recep ên li ser wan terorîst hatine nivîsandin, avêtin erdê.

Endamê Komeleya Ciwanan Zerdeşt Ranye axivî û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker li hemberî îradeya gerîlayên azadiyê bin ket, ji bo vê jî êdî çekên qedexekirî bikar tîne. Tevî hemû êrîşan, gerîlayên me yên qehreman berxwedanek bêhempa didin meşandin û êrîşên wan şikandine.”

Zerdeşt bi taybetî ciwanan bang li gelê kurd kir ku gerîlayên azadiyê tenê nehêlin û bibin piştevanê berxwedana gerîla. RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar