Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Banga ciwanên ku tev li gerîla bûn: Beşdarî ‘Şerê serkeftinê’ bibin

Komek ji ciwanên di salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê gotin ‘Ev şer şerê serkeftinê ye’ û banga tevlibûnê li ciwanan kirin

Komek ciwanên kurd ku bi wesîleya salvegera 43’an a damezirandina PKK’ê tev li nava refên gerîla bûn, li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku tev li nava ‘şerê serkeftinê’ bibin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

“Dewleta tirk a faşîst dagirker ku bi hemû hebûna xwe seferber bûye û şerê ji bo qedandina kurd û Kurdistanê dimeşîne, bi xwe hatiye ber tunebûnê. Di vî şerê qirkirinê de ku derfetên xwe hemû seferber kiriye, rêyek nehiştiye ku heta niha neceribandiye. Bi rengê herî hov û bêexlaq bênavber êrîş dike. Ji bo gelê kurd û yekane nûnerê wê PKK’ê biqedîne, rêbazên şerê taybet û teknîka herî pêşketî ya serdemê bi giranî bi kar tîne.

Bi bikaranîna tevahiya rê û rêbazên şerê taybet û çekên teknîkî yên herî pêşketî yê serdemê ji bo qedandina gelê kurd, tunekirina Kurdistanê û Yekane nûnerê wî PKK’ê biqedîne şerê hebûn û tunebûnê dide meşandin.

Ji aliyekî ve li ser civakê bi her cûreyî êrîşên faşîst ên qirker dimeşîne, ji aliyê din ve jî hêza herî dînamîk a civakê ango ciwanan dihelîne, dikişîne nava hişbir û fihûşê, dixwaze birizîne û tune bike. Bi karakterê xwe yê destavêtin û destdirêjiyê êrîşî tevahî nirxên Kurdistanê û gelê kurd dike. Ji bo ku li Kurdistanê bihostek jî axa azad nemîne bi tevahiya hêza xwe ve êrîş dike.

Îro li çiyayên azad ên Kurdistanê li dijî gerîlayên ku parêzvanên tevahiya nirxên Kurdistanê, gelê kurd û tevahiya mirovahiyê ne bi teknîka şer a herî pêşketî û hevalbendên hêzên emperyalîst şer dimeşîne. Di vî şerî de li hember ruhê têkoşîna gerîlayên ciwan ên Apoyî neçar maye. Di şerê ku bi mehan dewam kir de li Werxelê û gelek deverên din bêyî ku li dû xwe mêze bikin reviyan.

Em jî wek ciwanên kurd ji vî şerê bi destanî û lehengî tê meşandin bi bandor bûn û tev li nava refên gerîla bûn. Ji ber ku ev şer şerê serkeftinê ye. Wek ciwanên Kurdistanê ruxmî ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin kêliyekê jî asayî jiyandin em ji bo xwe wek bêrûmetî dihesibînîn û li hember vê tecrîda li ser Rêber Apo yê ku îfadeya tevahî nirx û hebûna me ye û li hember tevahî êrîşên faşîst û qirker ên li ser gelê kurd û Kurdistanê tê meşandin em tola wan bigirin tev li nava refên gerîla dibin. Ji ber ku têkoşîna gerîla yekane misogeriya azadiya Kurdistanê ye. Li ser vî esasî em ê bi şiyara ‘Werin Cenga Azadiyê’ li hember êrîşên dewleta tirk a faşîst û qirker, li dijî emperyalîzm û hevkarên wan bi zimanê ku ew fêm dikin ango bi têkoşîna çekdarî bersivê bidin. Em ê tola her bihostek axa Kurdistanê ku hatiye dagirkirin û her bedelên ku hatine dayîn bigirin. Ji ber ku PKK tevgera tolhildanê ye.

Di vê sala 44’emîn a PKK’ê de ku wek roja yekemîn ruhê xwe yê ciwantiya Apoyî her diçe mezin dike û bi serkeftinan tacîdar dike de, divê tevahiya ciwanên kurd û ciwanên tevahî gelan jî li dijî faşîzmê di vî şerê serketinê de cihê xwe bigirin. Em li vir bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin; cihê ku tevahiya ciwanên kurd û tevahî ciwanan aîd û layîqê wê ne refên gerîla ne. Em bang li tevahî ciwanan dikin ku hûn jî werin di vê têkoşîna serkeftin û rûmetê de cihê xwe bigirin. Em ji tevahî ciwanan re dibêjin Werin Cenga Azadiyê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar