PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Banga dayikan

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo tecrîda teqez a li ser Rêber Apo bi dawî bibe bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege hatine destpêkirin û herî dawî girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê kirin. Piştî ku dayik derketin kolanan ev rojev berfirehtir bû. Dayik li hember berdelên giran dadikevin kolanan û pêwîst e ev yek baş were nirxandin.

Bi mehan e dayik li pêşiya girtîgehan û kolanan in û dev ji qadan bernadin. Her roj li hemberî tacîz, gef, zext û binçavkirinên polîsan bi biryariyeke mezin piştgiriyê didin zarokên xwe û tevî zarokên xwe li ber xwe didin.

Di civakê de dayik her tim mînaka xwedîderketin, xweşbinî, aramiyê ne û hemû kes vê rastiyê qebûl dike.

Dayik her tim mifteya çareseriya pirsgirêkên malbat û civakê ne. Ew şer radiwestînin û aştiyê pêk tînin. Ne mimkun e bêyî wan mirov û civak hebûna xwe biparêzin. Ligel vê rastiyê dayik her roj li kolanan, li pêşiya zindanan bi heqaretên mezin ên polîsên dewleta TC’ê re rûbirû dimînin.

Ne mimkun e mirov van heqaretên li dayikan tên qirin qebûl bike. Ji ber ku ev dayikên ku rastî heqaretan tên me tînin dinê, diparêzin, mezin dikin û jiyanê dibexşînin. Êrîşên li hemberî dayikan tê wê wateyê ku kêr gihaştiye hestî. Kesên ku bi hişmendiya dayika xwe mezin dibin û tevdigerin gelo mimkun e li hemberî vê neheqiyê bêdeng bimînin. Ligel vê rastiyê ger mirov bêdeng bimîne lazim e nirxên bingehîn ên hebûna însan werin lêpirsînkirin. Ger wisa dê mirov çawa xwe ji vê jiyana şerm rizgar bike û mirov dê çawa li hemberî dîrok û mirovahiyê serbilind bisekine?

Dayik dev ji qadan bernadin û me diceribînin ku em ewladên ku çiqasî layiqî wan in. Dayikên ku li qadan çalakiyan li dar dixin tenê dayikên çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê nîn in û ew dayikên me hemûyan in. Em li me xwedî derdikevin û me diparêzin û bang li hemû kesî dikin ku li berpirsyariya xwe xwedî derkevin.

Berxwedana Leyla Guven kêm maye meha 7’emîn temam bike. Li Hewlêrê Nasir Yagiz, li Mexmûrê Fadîle Tok, li welatên Ewropayê û li zindanan biryariyeke mezin heye. Gelê Kurdistanê û gelên raya giştî ya cîhanê cara yekem e dibin şahidê çalakiyeke ewqas berfireh a mojiya mirinê û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Berxwedêrên rojiya mirinê û greva birçîbûnê gelek caran ragihandin ku heta tecrîda teqez a li ser Rêber  Apo bi dawî nebe dê çalakiya xwe bidomînin.

Pêwîst e mirov di vir de careke din bifikire. Helwesta dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî berwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê pir aşkera ye. Ne mimkun e belasebep tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin, jixwe ew berpirsyarê polîtîkaya tecrîdê ne û vê polîtîkayê didomînin. Ew mirîhejmar in û dema kurdek dimire dibêjin ‘ji wan kesekî din jî kêm bû’û derdikevin pêşberî kamerayan pesnê xwe didin û mirov tiştekî ji wan hêvî nake. Ji bo wan a girîng ew e ku şerê qirêj-taybet ku li hembêrî civaka Kurdistanê û Tevgera Azadî û Demokrasiyê dimeşînin bi ser bikeve û encamekê bi dest bixin. Li gorî vê rastiyê nêzî çalakiyên berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê dibin.

Ev rastiyeke pir zelal û aşkera ye. Di destpêkê de Mehmet Ocalan û piştre parêzerên Rêber Apo birin Îmraliyê hevdîtin pêk anîn û lê ev manevra û lîstikên wan rastiyan naguherîne. Her wiha ev lîstikên wan rûyê wan ê rastîn radixe ber çavan.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, berfirehbûna çalakiyên greva birçîbûnê, çalakiyên gerîlayan, çalakiyên dayik û malbatan û di qada navneteweyî de zêdebûna bertekan neçar man ku Mehmet Ocalan û parêzeran bişînin Îmraliyê. Tengav bûne û ji bo xwe ji vê rewşê xilas bikin hinek gav avêtin. A rast paşve gav avêtin, lê dixwazin vê paşve gav avêtinê veguhezînin lîstikekê. Di 23’yê hezîranê de dê hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya Stenbolê were lidarxistin û ji bo di hilibjartinan de dengên kurdan bigirin van gavan diavêjin. Pêwîst e tiştên ku diqewimin baş werin nirxandin û li gorî wê yekê helwest were nîşandan. Li gorî banga ku dayik li qadan dikin; ji bo tecrîda teqez a li ser Rêber Apo bi dawî bibe li hemû qadan têkoşîn were pêşxistin. Kî li ku derê dibe bila bibe divê li gorî derfetên xwe piştgiriyê bidin berxwedanê.

Divê neyê jibîrkirin; ger li welatekî dayik derketibin qadan ev tê wê wateyê ku êdî gotin bi dawî bûye û tiştekî ku were kirini nemaye. Ne mimkun e tu kes vê rastiyê nebîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar