Şefê faşîst Erdogan ê ku her roj bi çekên kîmyewî yên NATO’yê li Kurdistanê komkujiyê dike û bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê başûrê Kurdistanê dagir dike. Dewletên ku ev komkujiyên dermirovahî nabînin dema ku çend gef li wan tê xwarin dengê xwe derdixin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz daxuyaniyek da û daxuyaniyên şefê faşîst Erdogan weke sedem nîşan da û bang kir ku Tirkiye ji NATO’yê bê derxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de, ev tişt hate gotin: “Têkildarî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan ên ji bo dagirkirina Îsraîlê û gotinên wî yên xeter, Wezîrê Karên Derve Yisrael Katz weke lezgîn bi hemû dîplomatên endamên NATO’yê re hevdîtin kir û ferman da ku Tirkiyeye were şermezarkirin û ji tifaqê were derxistin.”
Erdogan çen roj berê li Rîzeyê di cîvîna beşdar bûyî de, ev tişt gotibû: “Em çawa ketin Qerebaxê, çawa ketin Lîbyayê, mîna vê em ê li wan jî bikin.”