Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga ‘gavê bavêjin’ kirin

Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan, di daxuyaniya TUHAY-DER’ê ya darbarê grevên birçîbûnê dayî de, axivî û bang li Wezareta Dadê kir ku gav bavêje

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAY-DER), ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, xwest li ber kampûsa girtîgehên Wanê daxuyanî bide çapemeniyê. Leşkerek nêzî komê bû û bi hinceta walîtiyê ferman daye destûr neda daxuyaniyê. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, ji leşker belgeya qedexeyê xwest. Lê ji ber ku belge di destê leşker de tune bû, got hûn dikarin serlêdana sûc bikin. Girseyê li ser vê yekê li qadekê nêzî girtîgehê daxuyanî da.

Parlamentera HDP’ê Orhan, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ji bo aştî û demokrasiya vî welatî têdikoşin. Ji bo ku em balê bikişînin ser grevên birçîbûnê em hatin vê derê. Em naxwazin kesek din di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo kesek din jiyana xwe ji dest nede, em bang li Wezareta Dadê û rayedarên berpirsiyar dikin ku gav bavêjin.”

Piştî axaftinê daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar