KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

​​​​​​​‘Banga guhertina demokratîk û pêkanîna aştiyê’

MSD`ê di salvegera aloziya Sûriyeyê de bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku ji bo çareseriyê werin em bi hevra aştiya mayînde pêk bînin.

Bi boneya salvegera 12`emîn a aloziya Sûriyeyê ku 15`ê Adara 2011`an dest pê kiribû, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civînek çapemeniyê li dar xist û daxuyaniyek da. Civîna çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê hat lidarxistin.

Endamên MSD’ê, nûnerên partiyên siyasî yên di bin bane MSD`ê de beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka meclisê Emîne Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa destpêkirina tevgera gel li Sûriyeyê ji bajarê Derayê hat kirin û wiha dom kir: “Berê Şoreşa Sûriyeyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên aliyên ku tu eleqeya wan bi hêvî û xeyalên sûriyeyiyan re nîn e. Lê li aliyê din destkeftiyên dîrokî jî hatin bidestxistin, destpêkê qalibên fikrî û siyaseta berê hatin şikandin, xwebawerî zêdetir bû. Ev her du destkeftî divê nehêlin ku ji dest bên dayîn.”

Di dewama daxuyaniyê de lehengî û fedakariya jin û mêrên sûriyeyî li djiî zordestî û dagirkeriyê hat silavkirin û hat diyarkirin ku MSD piştgiriyê dide daxwazên azadî û rûmetê yên hemû pêkhateyên Sûriyeyê.

Di dewama daxuyaniyê de bang li hemû welatparêz û dilsozan hat kirin ku ji bo xebatên xwe layiqî fedakariyên gel bikin, yekdest bin û yekitiya nîştimanî bi pêş bixin û nakokiyên siyasî yên encama berjewendiyên herêmî û navneteweyî yên ku nûnertiya gelê Sûriyeyê nakin, derbas bikin.

Her wiha bang li civaka navneteweyî hat kirin ku di daxwazên guhertina demokratîk û pêkanîna aştî, ewlehî û rûmetê de li kêleka gelê Sûriyeyê bin. Bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk ên atkîf jî hat kirin ku ji bo avakirina pêşdîtinek nû ji bo Sûriyeya demokraîk, nenavendî ku azadî û rûmetê ji bo tevahî gelê xwe pêk tîne, beşdarî diyaloga sûriyeyî bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar