Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Banga hevpar: Davutoglu mikur were çima em hatin kuştin?

Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, Komeleya Şewirmendî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, daxuyaniya hevpar dan. Komele û Înîsiyatifan bang li Ahmet Davutoglu kirin û gotin: “Li xwe mukur bê. Em çima û çawa hatin kuştin?”

Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10’ê Cotmehê, Înîşiyatifa Malbaten Pirsûsê û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, daxuyaniyên hevpar dan. Komeleya Piştevanî û Aştiye ya 10’ê Cotmehê, li avahiya komeleyê daxuyaniyê da. Înîşiyatifa Malbaten Pirsûsê li ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê dan û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê jî li ÎHD’a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Komele û înîsiyatifan bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir u xwest di navbera 7’ê Hezîran û 1’ê mijidara 2015’an de çima û çawa hatin kuştin aşkre bikin.

Di daxuyaniya hevpar de ev tişt hat gotin: “Li Tirkiye herî zêde di serdema Davutoglu de dîroka tarî pêş ket. Yekem car îktîdara AKP’ê di 7’ê hezîranê de têk çû. Davutoglu, têkildarî pevajoya tarî ya 7’ê Hezîranê û 1’ê mijdarê daxuyaniyên girîng dan. Davutoglu perçeyê vê dîroka tarî ye. Serdema ku Ahmet Davutog qala wê dike agir ket dilê me û malên me. Ocaxên me vemirîn. Hin kes ji çanên xwe û hin kes ji, xizmên xwe bûn. Gelek kes seqet man. Di hişê hizaran kesan de ew roj wekî duh taze ye. Em qatilan nas dikin. Em baş dizanin ku bi bombeyên DAIŞ’ê di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de çi pêk hat. Em qatilan jî nas dikin. Em napirsin wê demê çi bû. Em dibêjin çawa pêk hat. Em bang li îktîdara siyasî ku Davutoglu ji nava wê derket dipirisin. Welatê de di serdema îktîdara te de serdema herî bi xwîn jiya. Mîlîtanên DAIŞ’ê dest û milê xwe li ba kirin û hatin çalakiyên komkujiyê li dar xistin. Li hin herêman kontrola nasnameyan kirin. Em ji Davutoglu dipirsin, Beriya hilbijartina 1’ê mijdarê di mîtînga Wanê de te got: ‘Ger ku AKP ji îktîdarê dakeve wê li kolanan teror û çete bigerin’ Ew terorên hûn qalê dikin ew çeteyên ku li Amed, Pirsûs û Enqereyê em kuştin in? Em bang li Davutoglu dikin ku aşkere bikin. 103 kesên li Enqereyê hatin kuştin di serdema Davutoglu de pêk hat. Di dozên Amed, Suruç û 10’ê Cotmehê de îktîdarê mudaxale kiriye ya na? Em bang li birêz Ahmet Davutoglu dikin ku beşdarî dozên Amed, Pirsûs û 10’ê Cotmehê bibe û tişta dizane li dadgehê parve bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar