Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Banga ji bo kurdî: Divê em zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin

Dayikan bal kişand ser polîtikayên bişaftina ya li ser zimanê kurdî û diyar kirin ku di parastina ziman de rola dayikan gelek zêde ye. Dayikan anîn ziman ku kurdî koka wan e û bang li malbatan kirin ku zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kongreya Neteweya Kurd di sala 2006’an de biryar dan ku her 15’ê Gulanê wekî Roja Cejna ziman bê pirozkirin. Kurd 15 sal in, her 15’ê Gulanê Cejna Kurdî pîroz dikin û ji bo pêşxistina ziman xebatan dikin. Dakiyên amedî diyar kirin ku li dijî hemû êrîşan dê ziman biparêzin.

Dayika 62 salî Sabiha Çaglar ku 30 sal in li navçeya Rezan dijî, anî ziman ku wê 7 zarokên xwe bi kurdî mezin kir û wiha got: “Gelek girîng e ku dayik li malên xwe bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Zimanê me kurdî ye. Divê li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Li nexweşxane, dibistan, banka û her qadê divê em bi zimanê zikmakî biaxivin.”

Çaglar da zanîn ku 13 sal berê ji ber qeyrana aborî koçî Stenbolê kirin û ev tişt anî ziman: “Em li Stenbolê ji ber zimanê xwe bi cudakariyê re rû bi rû man. Dema em li Stenbol bûn û zarokên me li ber deriyên malê bi kurdî diaixvîn li ser dîwarê mala me ‘Vana terorîst û kurd in’. Em bi qasî 1.5 salê li wir man û dîsa vegeriyan Amedê. Kurdî koka me ye. Divê em bêtir bi kurdî biaxivin. Em cejna kurdî pîroz dikin.”

Zimanê zikmakî berî her tiştî tê

Welatî Şehriban Uyanik jî anî ziman ku kurdî zimanekî pir dewlemend e û wiha got: “Zimanê me pir dewlemend e. Bêguman mirov zimanê din jî zanibe girîng e. Lê divê berî her tiştî em zimanê xwe fêr bibin û biaxivin. 5 zarokên min hene. Min ji her 5 zarokên xwe re jî gotiye ku divê li her derê bi kurdî biaxivin. Niha dixwazin zimanê me tune bikin. Koka zimanê me qehîm e. Divê em li her derê zimanê xwe biparêzin. Zimanê me di  nava hemû zimanan de heye. Zimanê me pir bi hêz e. Zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê kurdî ye. Dayikên me dê li zimanê xwe xwedî derkevin. Zarokên me dê li ziman xwedî derkevin û fêrî neviyên xwe bikin.”

Ji bo ziman bang li dayik û malbatan kir

Dayika 56 salî Kesuman Taşli jî xwest her dayik û her malbat bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û ev tişt anî ziman: “Her zimanek mirovek e. Lê divê berê em zimanê xwe biaxivin û biparêzin. Pir girîng e ku her mirov bi zimanê zikmakî biaxivin. Ji ber ku polîtîtîkayên bişaftinê bi temamî ziman, çand û nasnameyê dike armanc. Em bawer dikin ku zimanê me dê bêtir pêş bikeve û xurt bibe. Ez bang li hemû dayikan dikin berî her tiştî bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Bila zarokên we bi kurdî bijîn.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar