Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Banga ji bo PDK û YNK’ê: Pirsgirêkan ne bi şer, bi diyalogê çareser bikin

Navenda Nûçeyan |

Niha seranserî cîhanê bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ve mijûle. Li gorî daneyan zêdetirî 2 milyon kes bi şewbê ketine û nêzî 130 hezar kes jî bi şewbê mirine. Lê tevî vê rewşa pandemiyê û xetereya li ser giyana mirovan, dewleta tirk dev ji êrîşên xwe yên li dijî kurdan û Kurdistanê bernade. Li hêlekê li Rojava û Bakur bênavber êrîş dike û li hêla din jî li başûrê Kurdistanê bi hevkariya rêveberiya herêmê di serî de Wargeha Mexmûrê, herêmên gerîla bombebaran dike. Di êrîşa duh a li dijî Mexmûrê de 3 jin hatin qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû.

Her wiha ev çend roj in li herêma Zînî Wertê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê, di navbera YNK û PDK’ê de rewşeke aloz heye. Her du aliyan jî hêzêke mezin şandine herêmê. Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku pêşmergeyên PDK’ê yên ku çûn Zînî Wertê, koordînatên baregehên gerîla dan artêşa tirk û ev baregeh duh hatin bombebarankirin. Piştî vê êrîşê jî bertekên li dijî PDK’ê derketin asta herî jor.

Der barê mijarê de Wezareta Pêşmergeyan û PDK îdia kirin ku hêzên pêşmerge ji bo pêşî lê girtina vîrûsa koronayê û bi demkî çûne herêmê. Lê çavkaniyên ji herêmê van îdiayan diderewînin. Çavkaniyan destnîşan kir ku wezareta pêşmergeyan lîwayeke ji hêzên Zêrevanî pêk tê, li gel çekên giran û cebilxaneyê sewqî herêmê kir. Li beramberî vê hewldana PDK’ê, YNK jî li herêmê hêza xwe zêde dike. Têkildarî mijarê KCK’ê jî daxuyaniyek dabû û ji her du aliyan xwest ku li qadên xwe vegerin.

KNK’ê banga diyalogê kir

Li dijî van hewldanên PDK û YNK’ê, gelek derdorên kurd bertek nîşan dan. Di vê çarçoveyê de KNK’ê daxuyaniyek da û bal kişand ser metirsiya şerê navxweyî. KNK’ê bang li PDK û YNK’ê kir ku hêzên xwe yên ne pêwîst ji wir vekişînin û pirsgirêkê bi rêya diyalog, aştî û berpirsyarane çareser bikin. KNK’ê destnîşan kir ku dagirkerên ku dijminên gelê kurd in, dixwazin ku ji aloziya heyî şerekî navxweyî bidin derxistin.

Tevgera Goran

Der barê mijarê de Tevgera Goran jî daxuyaniyek da û ev tişt parve kirin: “Divê bi taybet YNK û PDK ku xwedî hêzên çekdarî û aboriyê ne, bi berpirsyarî tevbigerin û dawî li şerê hizbî bînin. Eger alozî kûr bibe, dê hemû destkeftiyên herêmê bikevin talûkeyê. Li ser medyaya civakî şerê siyasî tê kirin, li dijî hev hêzên çekdarî xistina tevgerê, dezgehên ewlehî û îstîxbaratî li dijî yek tên bikaranîn. Hem YNK, hem PDK û hem jî PKK li dijî hev niha di çeperan de ne. Dibe ku ev rewşa metirsîdar hemû jiyana siyasî, civakî û aborî ya herêmê bixe metirsiyê. Em ji bo van aliyan civîneke sêalî pêşniyar dikin.”

 Daxuyaniya KOMELE’yê

Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komunist a Îranê -Komele êrişa li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi tundî şermezar kir. Komeleyê diyar kir ku dewleta tirk bi avakirina bi dehan baregehên leşkerî yên li kûrahiya herêmê û bombebarankirinan,  mala xelkê, rez û baxçeyên gel û aramî û asayîşa herêmê wêran kiriye. Komeleyê diyar kir ku divê Komîseriya Bilind a Panaberan a NY’yê ji bo parastina şêniyên wargehê erka xwe pêk bîne.

‘Hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derbixin’

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Kawa Mihemed li dijî bombebarana dewleta tirk a li ser Zînî Wertê û Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da. Mihemed got ku ji serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih û hikûmeta Iraqê kir ku di asta siyasî, dîplomasî û ewlehiyê de gavên bi lez û cidî ji bo pêşîlêgirtina binpêkirin û bombebarankirinên dewleta tirk bavêjin û ji bo parastina serweriya xak û kerameta Iraqê hemû hêzên wê li ser xaka Iraqê derbixin.

‘Divê sînorek ji rejîma Erdogan re bê danîn’

Endamê KNK’ê Fûad Zindanî jî anî ziman ku ew bifikare ku piştî derbasbûna 20 salan li ser şerê navxweyî, ji ber guftûgonekirinê û ji hevdû durketinê dubare di nava partiyên başûrê Kurdistanê de alozî derkeve û bigehe qonaxa şerê navxweyî. Zindanî got: “Dewleta tirk ji nakokiyên li Zînî Wertê sûd digire. Derfet dît û bi balafirên şer herêm û wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Divê hikûmeta Bexda û Hewlêrê sînorekî ji binpêkirinên rejîma Erdogan re danin. Dagirkerên Kurdistanê hewl didin şerê navxweyî derxînin. Heke dewleta tirk derfetê bibîne dê dagirkeriya xwe ya li Başûr zêdetir bike. Divê aloziya li Zînî Wertê bi guftûgoyê bê çareserkirin. Ez bang li hemû partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên Kurdistanê dikim ku ji bo yekitî û aramkirina rewşê rol bilîzin.”

‘Divê gel rê li ber şerê navxweyî bigire’

Rojnameger Niyaz Ebdulla û nivîskar û çavdêrê siyasî Fatîh Ferec jî bertek nîşanî rewşa heyî dan û gotin ku PDK her tim ji bo hatina artêşa tirk li ser xaka Başûr, rêxweşker bûye. Axaftvanan destnîşan kir ku PDK’ê ji dewleta tirk re baregeh amade kirine û hewl dide ji bo ku biçe Qendîlê rêya wê xweş bike. Axaftvanan destnîşan kir ku divê gelê Başûr destûrê nede ku şerê navxweyî derkeve û bang li YNK û PDK’ê kirin ku hêzên xwe ji Zînî Wertê vekişînin.

Berdevkê Iraqê

Berdevkê Artêşa Iraqê Ebdilkerim Xelef jî têkildarî êrîşa dewleta tirk a li dijî Wargeha Penebaran a Mexmûrê daxuyaniyek da û wiha got: “Êrîşa Tirkiyeyê binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ev nêzikatiyeke dijminane ye û divê Enqere amdae be hesabê vê bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar