Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga kampanyaya ‘Seferberiya Morê’

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê Kezban Kûday anî ziman ku bi kampanyaya "Seferberiya Morê" armanca wan, jiholêrakirina rolên zayendî yên civakî ye û bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin

Êrîşên li ser destkeftiyên jinan her roj zêde dibin. Lê belê li hemberî van êrîşan jin jî ji bo têkoşîneke rêxistinbûyî bi hev re tev digerin û li ber xwe didin. Yek ji têkoşîna li dijî tahde û tundiyê jî Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Koordînasyonê, di 8’ê kanûnê de kampanyaya ‘Seferberiya Morê’ dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 8’ê Adarê dewam bike. Endama Koordînasyonê ya Amedê Kezban Kûday, behsa nexşerêya kampanyayê kir.

Kûday diyar kir ku armanca kampanyaya ‘Seferberiya Morê’ ew e ku sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşa jinan û li dijî polîtîkayên dejenerekirin û qirkirina jinan pêdivî bi kampanyayeke wiha hebû.

Kûday destnîşan kir ku li dijî pergala ku jinan dike meta, seferberiya morê li xwe girêdane û ev tişt anî ziman: “Li dijî helwesta îktîdarê ya ku taciz û kuştina jinan rewa dike, me seferberiya morê wekî hemleyeke serhildanê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya xwe de, hin tişt hene ku em dixwazin wan bişikînin. Em di atolyeyan de behsa xweparastinê, awayên tundiyê yên jin bi wan re rû bi rû dimînin, dîrok û şoreşa jinan dikin. Em atolyeyên xwe rû bi rû û onlayn dikin. Dû re wê xebatên me yên derbarê zayendîparêziya civakiyê çêbibin. Li dijî hepskirina malê ya jinan û tehekumiya îktîdara mêrî, em ji jinên ciwan re behsa rolên zayendî dikin û dixwazin vê yekê ji holê rabikin.”

Mîhrîcana helbest û çîrokê

Di axaftina xwe de Kûday da zanîn ku dê çalakiyên wan heya 8’ê Adarê bidomin, di 7’ê çileyê de siyasetmedara jin Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat kuştin li ser gora wê bi bîr bînin û di meha sibatê de jî wê konferansa jinên ciwan, piştî konferansê jî mihrîcana helbest û çîrokê li dar bixin.

Kûday destnîşan kir ku dê encamnameya kampanyayayê jî di meha nîsanê de aşkera bikin û wiha got: “Zext û zorî çi dibin bila bibin lê êdî dem dema serîhildana jinan e.”

Her wiha Kûday bang li jinên ciwan kir ku di bin banê kampanyayê de xwe birêxistin bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar