Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...
Cuma - 6 Eylül 2024

Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Banga Karayilan

Hefteya borî di Stêrk TVê de hevpeyvîneke bi endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrat Karayilan hat belavkirin. Di rojeva Kurdistanê de gelek mijarên sotîner hebûn, li ser wan rawestiya û peyamên girîng dan.

Di hevpeyvînê de ya herî zêde derkete pêş peyamên ji bo şiyara şerê navxweyî yê kurd û kurd bû. Nemaze bi baldarî û pûtêpêanîn li ser vê mijarê rawestiya.

Kesên ku rojeva Kurdistanê dişopînin baş dizanin ku sê sal in dewleta tirk giraniyeke mezin daye ser dagirkirina axa Başûr, hemû hêzên xwe yên leşkerî, teknîkî û îstixbarî kiriye dewreyê û li dijî gelê kurd êrîşên dagirkirinê yên berfireh pêk tîne. Herî dawiyê ji bo dagirkirina Garê êrîşeke mezin pêk anî, li berxwedana gerîla asê bû. Bêsekn li ser tunekirina hêzên gerîla û bidestxistina axa Başûr daye ber xwe, bi her awayî planên qirêj dixe dewreyê. Çawa li Garê li hêzên gerîla asê bû, li Avaşîn, Metîna jî asê ma.

Dewleta tirk bi biryar tevî êrîşên dagirkeriyê serî li dek û dolabên qirêj jî dide. Dît ku bi hêza giran nikare gerîla têk bibe, li pey peyman û planên nû ketiye. Bi hikûmeta Başûr û dewleta Iraqê re rûdinê, dixwaze wan jî tevî van dek û dolabên xwe bike. Wisa dixuyê ku bi vê hewldana xwe bi ser ketiye. Li gorî agahiyên Karayilan dide hikûmeta federal a herêma Kurdistanê daxwaza dewleta tirk qebûl kiriye.

Plana ku bi awayekî fiîlî dest pê kiriye wiha ye. Hêzên PDKê yên taybet li herêma Metîna ji piştê ve êrîşî qadên gerîla yên 25 sal in hêzên pêşmerge nehatinê bike. Bi vî awayî şerê navxweyî yê kurdan bi kurdan re dest pê bike, destê artêşa tirk rihet bike, bi vê planê gerîla têk bibe.

Ev plan di dîroka Kurdistanê de xetereyeke herî mezin e, li ber şêmîka kurdan asê bûye. Dewleta tirk bi vê jî namîne provakasyonan dike, îxtimala şerê navxweyî hem kûr hem jî sor dike.

Birêz Mûrat Karayilan bi kûrayî û berfirehî li ser xetereya qewmînê disekine, bala her kesê xwedî wijdan û exlaq dikişine ku ev yek xetereyeke pir giran e. Eger neyê sekinandin encamên wê ji bo kurd û Kurdistanê wê rûxîner bin. Wiha hawar û gazî dike Karayilan, Ev qonaxa ku têkoşîna gelê me tê re derbas dibe qonaxeke pir girîng e. Qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Divê herkes di ferqa wê de be. Ji ber ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo gelê kurd di qirkirinê re derbas bike biryar girtiye. Konsepta dijmin ev e. Ev ne mijareke di navbera hizban de ye. Divê em pirsgirêkên di navber hizban de teqez çareser bikin. Li hemberî me xeterek mezin heye. Ji aliyê faşîzma dewleta tirk li hemberî hebûn û dahatuya gelê kurd xetereke mezin heye. Ev pêla niha li ser desthilatê ji sedî sed dixwaze hemû destketiyên gelê kurd ji holê rabike. Ji bo vê ez girîng dibînim di vê demê de hevbeşî ava bibe. Yekitiya neteweyî çênebe jî qet nebe zerar nedin hev. Em vê pir girîng dibînin.”

Di vê bangê de hişmendiyeke kûr a neteweyî, dîrokî, civakî û hebûnî heye. Berpirsiya gel, nirxên gel, destkeftiyên li her parçeyan, ked û têkoşîna çil salan, heta heftê salan heye. Hêsan nîn e, gelekî belengaz û bindest ji serdemên xwe yên tarî derkeve, bigihîje qonaxa îro û îro di nav şerê hebûn û tunebûnê yê dewleta tirk de bi xençera destê birayê xwe ji pişte ve bê lêxistin û dijminên kurdan pê bibin serwer û bi ser kevin, kurd her tiştên xwe winda bikin.  Vê yekê ne wijdan qebûl dike, ne dîrok, ne mirovatiya hesas.

Karayilan vê yekê jî dibêje, em fedayiyên gel in, di dara dinê de dareke me ya daçikandî jî nîn e. Me di vê riyê de mirin daye be çavê xwe. Ne ji bo xwe, em ji bo gelê xwe fikaran dikin. Divê her kesê xwedî wijdan, namus û exlaq vê hesasiyetê bibîne, ji bo çareseriya vê arîşeyê tevbigere.

Li pey banga birêz Karayilan şandeke ji kesên li pêş û naskirî ji bo hevdîtinan çû Başûr. Şandeya aştiyê gihîşte Hewlerê, Hikumeta Herêma Kurdistanê ji wê şandeyê çend kes binçav kirin û bi pişt re ew dersînor kirin. Ev niyet û helwesta PDKê û hikumeta Kurdistanê radixe ber çavan. Li aliyekî banga dijşerê navxweyî, hewldanên ji bo vê yekê; li aliyê din tifaqa bi Tirkiyeyê re û bibiryarbûna derxistina şerê navxweyî. Dixuyê ku eniya tirk dostekî mîna Hikumeta Başûr û PDKê ji bo şerê dagirkeriyê peyda kiriye. Gavine misoger jî tên avêtin.

Ji Harpagos vir ve îxanet bûye zewala dara kurd. Bila îro, di vê qonaxa hesas de bi ser nekeve. Banga Karayilan gelek girîng, rewş hesas û sotiner e. Ev bang bi navê hemû kurdan tê kirin, ji ber ku pirsgirêka hebûn û tunebûna me hemûyan e. Di sengerên şer de hêzên gerîla pîvaz û garisên malbata xwe naparêzin, hebûn û tunebûna me, namus û rûmeta me hemûyan diparêzin. Îro bi destê qaşo birayên kurd em kurd têk biçin, ev wê bibe rûxandineke giran. Dibe ku kesê hesabê vê yekê bistîne jî nemine. Çi ku dijminê wê firsetê nede.

Di vê rewşa han a giran de mafê kesekî nîn e ku bêdeng, weke ku qet tiştek nabe bisekine. Çimê tîrê şerê dagirkeriyê her kesê azadîxwaz, welatparêz; di rastiya xwe de kurd û Kurdistan kiriye hedef.

Kurdino bizanibin ku eger eniya dagirker û şer bi ser keve ne zeviya îsotê, ne jî kamyonên dolarên kesk wê bimînin. Rind guh bidin Karayilan, ew bangî dil û mêjiyê me dike, namus û rûmeta me, xîreta me hişyar dike.

Nûçeyên Têkildar