Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga lênûskan veke li Davutoglu kir

Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a ku keça wê û gorma wê di teqîna  Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bang li Ahmet Davutoglu kir û wiha got: “Lênûskan vekin. Cihê ku em hemû biçinê heman e. Rûpelek paqij ji xwe re vekin.”

Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu di civînek li Sakaryayê de bi gotinên “Di mijara têkoşîna li dijî terorê de lênûsk vebibin, gelek kes nikarin derkevin nav civakê û li rûyê mirovan binêrin. Di siberojê de dema rojekê dîroka Komara Tirkiyeyê were nivîsandin, ji serdemên herî krîtîk dê serdema di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de be” rê li ber nîqaşan vekir. Ji bo vekirina “lênûskê” bangek jî ji Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk a ku keça wê Başak Sîdar Çevîk û gorma wê Nîlgun Çevîk jiyana dest dabûn hat. Çevîk anî ziman ku daxuyaniya Davutoglu di wesfa lixwemikûr hatinê de ne û wiha bang kir: “Ez ji vir bang li Davutoglu dikim. Lênûskan vekin. Cihê ku em hemû biçinê heman e. Beriya hûn biçin rêupelek paqij ji xwe re vebikin. Ez li ser navê gel vê yekê ji we dixwazim.”

‘Aştî kêrî karê hin kesan nehat’

Çevîk destnîşan kir ku êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê ku li dijî mitînga HDP’ê di 5’ê Hezîrana 2015’an de pêk anî, pişt re komkujiya Pirsûsê dawî li pêvajoya çareseriyê anî û bûyeran bi kuştina du polîsên li Serêkaniyê dest pê kir û wiha got: “Dema pêvajoya çareseriyê qediya, em jî beşdarî mitînga aştiyê ya Enqereyê bûn. Armanca me ew bû aştî pêk were. Ev yek kêrî karê hin kesan nehat. Li dijî wan însanan DAIŞ’ê bombe teqand û serî li hovîtiyekê da. 103 canên me jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di wê demê de li bajaran şer belav bû. Pişt re jî DAIŞ’ê li Stenbol û li dawetek Dîlokê teqînan pêk anî.”

‘Lênûskan aşkera bikin’

Çevîk da zanîn ku di navbera AKP’ê de ji hev hesab tê pirsîn û wiha got: “Ev wek xebatek hilbijartinê jî tê dîtin. Li dijî hev gefan li hev dixwin. Gelo bazariyek tê kirin? Çimkî beriya niha jî berê AKP’î Bulent Arinç û Melîh Gokçek keitbû hev. Lê tu tiştek nehat aşkerekirin. Ez hêvîdarim wê Davutoglu di vê mijarê de lênûskan veke û çi dizane aşkere bike. Mafê gel heye ku vê yekê bizanibe. Davutoglu serokwezîrê demê bû. Ew bi xwe berpirsiyariyê tiştên qewimîne ye. Yê wê demê ji DAIŞ’ê re got ‘zarokên bi hêrs in’ ew bi xwe ye. Piştî teqîna 10’ê Cotmehê gotibû ‘dengên me zêde bûn’ ew bi xwe ye. Ew bi xwe jî di nava wê pêvajoyê de bû. Piştre li dijî wî darbe pêk hat û wî ji wezîfeyê girtin. Daxwaza min ew e ku heke wîjdan bi Davutoglu re hebewê van lênûskan vebike.  Ez ji vir bang li Davutoglu dikim. Lênûskan vekin. Cihê ku em hemû biçinê heman e. Beriya hûn biçin rêupelek paqij ji xwe re vebikin. Ez li ser navê gel vê yekê ji we dixwazim.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar