Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Banga lezgîn: Girtî di bin xetereyeke mezin de ne

Navenda Nûçeyan |

Gefa vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe li seranserî cîhanê mezintir dibe. Li Tirkiyeyê jî vîrûs her ku diçe belavtir dibe. Girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî ji ber vîrûsê di bin xetereyeke mezin de ne. Tevî rîska mezin a li ser girtîgehan jî hikûmeta AKP-MHP’ê tevdîrên hewce nagire. Her çiqas qala pakêta darazê ya sêyemîn bê kirin jî, tê gotin ku bi pakêta heyî re dê hemû girtî bi taybet jî girtiyên ji dozên siyasî sûdê jê negirin.

Li hêla din binpêkirinên li girtîgehan jî bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de ji girtîgehên cuda girtiyan bi rêya telefonan ji malbatên xwe re ragihandin ku li girtîgehan bergiriyên vîrûsê nehatine kirin û ji bo paqijiyê jî tên astengkirin. Ji Girtîgeha Tîpa L ya Rîzeyê Cengîz Aksin diyar kir ku rêveberiya girtîgehê vîrûs ji xwe re kiriye firsend û zexta li ser wan giran kiriye. Aksin da zanîn ku amûrên paqijiyê nadin wan û her tim qawîşên wan tên guherandin.

Alavên paqijiyê nadin girtiyan

Girtiyên li Girtîgeha Jimar 5 a Sîlîvriyê û Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê jî agahî dan û destnîşan kirin ku tu tevdîr nehatine girtin û wiha gotin: “Gardiyan lepik û maskeyan li xwe nakin û avê li ser me qut dikin. Her wiha zilmê li girtiyên nexweş dikin. Amûrên paqijiyê û dezenfektanê jî tevî daxwaza me, nadin.” Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F ya Kandirayê dimîne jî bi rêya malbata xwe agahî dan û got; “Di mijara paqijiyê de tu guhertin nînin. Amûrên paqijiyê nadin û em bi xetereyeke mezin re rû bir rû ne.”

Li girtîgeha Sîncanê testa girtiyekî pozîtîf derket

Di demekî ku ev agahî tên de parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu li ser medyaya civakî agahiyeke girîng parve kir. Gergerlîoglu got: “Li Girtîgeha Sîncanê, mixabin girtiyekî 70 salî bi vîrûsa koronayê ketiye. Ev girtî di qawîşa L 2 C9 de dimîne. Midûrê girtîgehê rewş ji wezaretê re ragihandiye. Divê demildest paketa adîlane, înfaza wekhev û darazê derbikeve.”

Pakêta darazê

Ji bo berdana girtiyan ji gelek derdoran bangawazî tên kirin. Têkildarî mijarê Serokê Duyemîn ê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) parêzer Umît Buyukdag pakêta Darazê ya 3’yemîn nirxand û ev tişt anî ziman: “Guherandina qanûna înfazê bi tena serê xwe nikaribe ji bo pirsgirêkên li girtîgehan bibe çareserî. Ev yek kesyparêzî ye. Wisa dixuye ku dê kesên sûcên mukerre, sûcên îstîsmar, tiryak, kuştina bi qesdî û organîzeyî daxilî nav bikin. Tevlênekirina girtiyên siyasî li dijî rêgeza wekehviyê ya qanûna bingehîn e.”

‘Divê pakêta darazê xizmetê ji aştiya civakî re bike’

Serokê Baroyên Wanê Zulkuf Uçar, serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan û serokê Baroya Mûşê Ferîdûn Taş jî têkildarî mijarê axivîn û diyar kirin ku divê pakêta sêyemîn a darazê ji bo aştiya civakî bibe firsendek û xizmeta aştiya civakî û çareseriya pirsgirêka kurd bike. Serokên baroyan destnîşan kir ku bêyî li nasname, reng û baweriya kesan bê nerîn, divê li gorî rêgeza wekheviyê ya destûra bingehîn bê sazkirin û ev yek rêgezek gerdûnî ye. Serokên baroyan xwest ku hemû girtiyên siyasî jî bên berdan.

Kampanya hate destpêkirin

Ji bo ku balê bikişînin ser talûkeya li ser girtiyan, Federasyona Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) kampanya da destpêkirin. Daxwaznameyên malbatên girtiyan ku amade kirine ji Wezareta Dadê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê re dişîne. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku yasaya înfazê ya di rojeva Wezareta Dadê de ye bi awayek adilane û wekhev were birêkûpêkkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevdîrên li girtîgehan tên girtin kêm in û ev yek jî malbatên girtiyan dixe nava fikaran.

Çend daxwazên di daxuyaniyê de hatine destnîşankirin wiha ne;

* Divê ji bo cureyên di sûc di rêjeyeke hekhev de berdana bi şert û serbestiya bi kontrol bê sepandin.

* Girtiyên bi ser 60 salî, yên nexweşiyên wan ên kronîk hene, dayikên tevî zarokên xwe girtî û jinên ducanî jî li malê dikare înfaza wan bidome.

* Ji bo girtiyên ji vê yasaya înfazê sûdê nagirin jî, ji bo tedbîrên alternatîf takdîr a dadgehên herêmî ye.

* Ez pêşniyaza xwe ya bi vî awayî ji we rayedarên Wezaretê re radigihînim. Ez dixwazim hemû girtî û hikumxwar werin berdan.”

Ji CÎMER’ê re daxwazname şandin

Malbatên ku girtiyên wan li Girtîgehan Tîpa D a Amedê dimînin, ji bo ku girtî serbest werin berdan kampanyaya şandina daxwaznameya ji Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CÎMER) re dan destpêkirin. MED TUHAD-FED û komeleyên ku girêdayî wê jî vê kampanyayê dimeşînin.

Daxwaznameya ji CÎMER’ê tê şandina wiha ye: “Li hemberî nexweşiya koronayê li gelek deveran tedbîrên awarte girtine. Di çarçoveya van tedbîran de li gelek welatan girtî serbest berdan. Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê jî daxuyani da ku li girtîgehan tedbîr hatine girtin, bê pere malzemeyê paqijiyê hatiye belavkirin û girtîgeh hatine dezenfektekirin. Lê dema bi birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne re axivîm, diyar kir ku xwarin ne paqij in, derfetên ava gerim nînin û nexweşên ku kronîk jî di nav de girtî nayên dermankirin. Tê dîtin ku li girtîgehan tedbîrên pêwîst nehatine girtin. Ji ber vê yekê girtî rîska ku bi nexweşiya koronayê bikevin re vekirî ne û terkî mirinê kirine. Ji ber vê yekê rewşa girtîgehan divê li ber çava were girtin û heta ku tehdîda vîrûsa koronayê ji holê rabe dixwazim birayê min …. serbest were berdan.”

‘Divê Ocalan û hemû girtî bên berdan’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û pêkhateyên xwe li dijî têkoşîna vîrûsa koronayê Maseya Krîzê ava kiribûn. Yek ji pêkhateyên vê Maseya Krîza DBP ye. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî tevdîrên vîrûsê û rewşa girtîgehan axivî û wiha got: “Tirkiye piştî belavbûna vîrûsê yasaya înfazê derdixe. Li dijî kurdan Qanûna Tunçê ye. Rewşa girtiyan xetere ye. Tiştek bi girtiyan bê, di serî de îktîdara AKP-MHP’ê berpirsyar e. Divê hemû girtiyên hikûmxwar û yên tên darizandin demildest werin berdan. Divê girtîgehan veguherînin nexweşxane û navendên karantînayê. Rewşa birêz Abdullah Ocalan jî di bin xetereyê de ye. Divê parêzer biçin cem birêz Ocalan û rewşa wî di cih de bibinin. Temenê wî êdî ne li gorî şert û mercên girtîgehê ye. Divê di zûtirin dem de bê berdan.”

Banga hunermandan

Her wiha hunermend Kîbar Suvarî, Devrîm Demîr, Şêrko Kanîwar, Elvan Koçer, Mesût Baskin, Neşet Guçmen, Rûken Bekalp, Hozan Dîno, Avşîn Adiguzel, Şahperî Alphan, Yavûz Akkûzû, Giyasettîn Şehîr, Berfîn Emektar, Ahmet Yilmaz, Azad Bedran Kizilkar, Pinar Aydinlar, Omer Baran, Hozan Kawa û Îlham Bakir li ser medyaya civakî bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku divê demildest girtîgeh bên vala kirin û di paketa darazê de ji bo girtiyên siyasî jî guhertinek bê çêkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar