Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Banga seferberiya wîjdanî û ehlaqî

Piştî ku rojiya mirinê dest pê kir malbatên girtiyan li Amedê kom bûn. Malbatan bang li raya giştî kir û wiha gotin: “Em hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vedixwînin seferberiyê.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan dewam dike. 15 girtiyan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê. Li ser vê yekê malbatên girtiyan li avahiya HDP’a Amedê kom bûn. Malbatan çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê nirxandin.  Malbatan piştî nirxandin û pêşniyaran ji civîna xwe encamnayek weşandin.

Encamnameya malbatên girtiyan wiha ye:  “Ji bo daxwaza girtiyan were qebûl kirin me di civîna xwe de biryara seferberiyê girt. Daxwaza zarokên me daxwaz ame ye. Heta berxwedan bigîhîje armanca xwe em bi bawerin wê zarok û em wek malbatan û gelê me dê bi ser bikeve. Em wek malbat û dayikan bang li kurd, tirk, laz, çerkez, ereb û hemû gelên li vî welatî dijîn, hemû sazî û dezgehên demokratîk, hemû kesên xwedî wîjdan, hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivil, demokrat, rewşenbîr û nivîskaran dikin û wan vedixwînin seferberiyê. Dem ne dema gotinê ye. Dem dema em biherikin qadan e. Roj roja xwedî derketina çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ye. Roj roja em daxwaza çalakgeran li qada qîr bikin e. Tekane rojeva me ew e ku heta encam bê bidestxistin bênavber dê berxwedan dewam bike. Em li ser vî esasî banga seferberiyê dikin. Em hemû partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û gelê kurd û gelên Tirkiyeyê vedixwînin seferberiyê. Em banga seferberiya wîjdanî û ehlaqî dikin. Em bi ruhê têkoşînê banga seferberiyê li dijî zilma îktîdara faşîst a AKP’ê û MHP’ê dikin. Em bi zarokên xwe re li ber xwe dikin. Ev berxwedana me hemûyan e. Em bi vî ruhê berxwedanê raya giştî ya demokratîk vedixwînin berpirsiyariya ehlaqî û wîjdanî.  Em ê ji îro pê ve li hemû qadên jiyanê bi awayek bênavber berxwedanê mezin bikin. Zilkar wê têk biçin û wê berxwedan û azadî bi ser bikeve.”

Malbatên girtiyan dê têkildarî biryarên girtine pişt re plansaziya xwe bi raya giştî re parve bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar