Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Banga valakirina girtîgehan li hikûmetê hate kirin

Navenda Nûçeyan |

Xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19) ya li ser girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didome. Têkildarî mijarê heta niha gelek derdorên cuda bang li hikûmeta AKP’ê kirin ku di zûtirin dem de girtîgehan vala bikin. Di vê çarçoveyê de partiyên siyasî, sendîka, weqf û komele jî di nav de 18 rêxistinên Meletiyê û Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ya Ewropayê bi daxuyaniyen cuda bang kirin.

Di daxuyaniya hevpar a SES, Belediye Îş, BTS, BES, Egîtîm Sen, Egîtîm Îş, Eşît Yurttaşlik Der, ÎHD, ADD, ÇGD, CHP, EMEP, ESP, HDP, Partiya Çep, TMMOB, PSKAD û Weqfa Zeynel Abidîn de hat gotin ku li dijî şewba vîrûsa koronayê ku bi lez û bez belav dibe, di bergiriyan de dewlet dereng maye û ev tişt hatin parvekirin: “Beşekê civakê hatiye îzolekirin û beşek jî jiyana xwe ya kar û xebatê didomîne. Ev dereng mayîn û du beşiya civakê ne çareserî ye. Divê li dijî koronayê extiyar, astengdar, kêmanî, gelên xwecihî, penaber, koçber, bêmal û xizan neyên piştguhkirin û divê demildest ji bo xebatkarên tenduristiyê wesayîtên taybet werin temînkirin û testa hemû xebatkarên tenduristiyê were kirin.”

Bi domdarî jî rêxistinan wiha got: “Girtîgeh û qişleyên leşkerî ji bo velavbûna vîrûsê cihên herî birîsk in. Bi taybetî divê li girtîgehan belavbûna vîrûsê li ber çavan were girtin. Heke pêşî lê neyê girtin, dê mirinên komî pêk werin. Ji ber vê yekê pakêta darazê ya di rojevê de divê demildest bi rêbazên demokratîk li ber çavan were girtin. Di çarçoveya daxwazên rêxistinên civakî yên sivîl de lazime girtî werin berdan.”

OMCT ya Ewropayê bang kir

Rêxistina Li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (OMCT) ya Ewropayê jî der barê pêşnûmeya înfazê ya di 31’ê adarê de pêşkêşî Meclisa Tirkiyeyê hate kirin de daxuyanî da û bang pîvana wekheviyê li Tirkiyeyê kir.

Daxuyanî wiha dom kir: “Li Tirkiyeyê, bi awayekê pergalî girtina rojnamegeran, parêzeran, muxalîfên siyasî û parazvanên mafên mirovan, tê bi kar anîn. Bi girtinê tê xwestin ku civake bêdeng bibe. Ger Tirkiye cudakariyê bixe navbara girtiyên divê bên berdan, wê demê wê Peymana Mafê Siyasî û Medenî ya Navneteweyî ya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê îhlal bike. Hikûmeta Tirkiyeyê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê divê hemû girtiyan bêyî ku cihêkariyê bike, berde. Divê bi awayekê wekhev nêzî komên girtî bibe. Her wiha divê parazvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî beyî ku dereng bikeve, bên berdan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar