Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bangawazî ji bo Meşa Îmraliyê

Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi civakê dide windakirin û her kesî vexwand "Meşa Gemlîkê" ku dê di 6'ê sibatê de li dijî tecrîdê bê lidarxistin.  

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) dê di 6’ê sibatê de bi boneya salvegera Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîda li Îmraliyê bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji Qosera Mêrdînê dê pêk bê.

Hevseroka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Ûzûnay ji bo beşdariya li meşê bang kir û got ku rêya Tirkiyeyeke demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe.

Ûzûnay diyar kir ku dewlet bi teslîmgirtina pêşengên şoreşê dixwazin civakê jî teslîm bigirin û got: “24 sal in di şexsê birêz Ocalan de tecrîdeke giran tê pêkanîn. Halbûkî Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadiya jinan, demokratîk û ekolojiyê rêyeke nû berpêşî Rojhilata Navîn û gelên cîhanê kir. Ji bo vekirina vê rêyê divê em bitêkoşin.”

‘Dewlet divê peyamê baş bixwîne’

Ûzûnay bibîr xist ku di meha Çileyê de du welatiyan ji bo tecrîdê protesto bikin agir bi bedena xwe xistine û wiha got: “Dewlet jî û civak jî divê van peyaman baş bixwîne. Ger dixwazin di warê exlaqî, polîtîk û aborî de xweşiyek çêbibe, divê dawî li vê tecrîdê bînin. Her ku tecrîd kûr dibe, zimanê siyasî dijwar dibe, krîz rû didin. Pirsgirêke herî mezin a welêt pirsgirêka kurdî ye û muxatabê vî karî jî birêz Abdullah Ocalan e. Em baş bi vê dizanin, rêya Tirkiyeyeke demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe.”

Bangawazî

Ûzûnay destnîşan kir ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl nakin û dê li dijî wê têbikoşin û got: “Em hemû gelê xwe vedixwînin meşa ku dê di 6’ê sibatê de bê lidarxistin. Gel, divê nehêle ku vîna wî bê binpêkirin û xwedî li vîna xwe derkeve.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar