Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bangewaziya Însiyatîfa Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li azadîxwazên cîhanê

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bang li hemû azadîxwazên cîhanê kir ku têkoşînê bilind bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Bangewazî piştî biryara nû ya ku desthilata tirk ya faşîst qedexekirina hevdîtinan ya bi rêber Abdullah Ocalan re ku ev 24 sal e li zindana Îmraliyê di hucreyekê de tê ragirtin, bi hinceta cezayê dîsîplînê heta 3 mehên din dirêj kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta tirk ya faşîst hovîtiya xwe ya li ser rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan didomîne. Ji ber tecrîda giran ya 24 salan a li Girtîgeha Îmraliyê, di nava şert û mercên giran de dijî. Hemû daxwazên muwekîlên Rebertî û 3 girtiyên din Omer Xeyrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi hincetên pûç ên ku zêdeyî 21 meh in nikarin hevdîtinê pêk bînin tên redkirin.

Tevî serlêdana parêzerên Buroya Serdemê ya ji bo hevdîtina bi rêber û girtiyên Girtîgeha Îmraliyê re daxwazên xwe pêşkêş dikin jî, bi hinceta cezayê dîsîplînê ji 9’ê îlona borî ve hatiye birîn, serlêdan hatin redkirin. Tevî bidawîbûna cezayê ji 9ê kanûnê ve, qedexeyeke nû li ser rêber û 3 girtiyan hat sepandin da ku bi hinceta heman cezayê nekarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dadgeha Înfazê ya Bursayê bêyî hincet nîşan bide û der barê sedema wan de agahî bide, van cezayan nû dike.

Ji ber vê yekê muwekîlên Rêbertî û girtiyên mayî yên li Îmraliyê serlêdana îtîrazê li dijî qedexeyê kirin, ev jî hat redkirin.

Li vir divê em behsa xaleke girîng jî bikin ku tevî bangên hemû azadîxwaz û demokratan, hiqûqnas, akademîsyen, bîrmend û siyasetmedar jî di nav de, dewleta tirk bi israr e ku vê tecrîda nerewa li ser Rêbertî bidomîne, ji ber ku li gorî yasayên herêmî, navneteweyî û Tirkiyê, mafê Rêbertî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re têkiliyê deyne. Lê mixabin Tirkiyê guhê xwe ji banga azadîxwazan re girt û çavên xwe kor kir ku van mafan nebîne û bi cih bîne.  Bi vî awayî hemû yasa û zagonên navdewletî û cîhanî binpê dike û guh nade yasayên wê, lêbelê rêya tunekirin û tasfiyekirina Rêbertî dişopîne û li vir divê em ji bîr nekin ku berxwedaneke efsaneyî ya mezin heye. Li Îmraliyê berovajî vê polîtîkaya hovane, tasfiyeker a ku li ser Rêbertî tê meşandin, ev polîtîkaya ku wek polîtîkaya tasfiyeker a bi guman a li hemberî Kurdan û li dijî mafê ramana azad tê meşandin, tê kirin. Ev encama lihevkirina AKP û MHP û tifaqa wan, bi vî awayî Tirkiye ji bo gelên belengaz veguherandine girtîgeheke mezin. Ji ber vê jî berxwedan pêwîst e, ji ber ku gelê kurd, tirk û hemû gelên herêmê li hemberî vê neheqiya ku weke wehşeta çolê zerarê diçîne û li her derê belav dike, bê deng nemînin. Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku têkoşînê mezin bikin da ku sala 2023’yan bibe sala bidawîkirina tecrîdê, azadiya rêber Apo û destpêka qencî, aştî û demokrasiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar