PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Barana zêde li Rojava jiyana gel felc kir

Barana zêde ya di nava du rojên dawî de bariya, li rojavayê Kurdistanê de ger gotin di cih de be jiyana gel felc kir. Ji ber barana zêde li gelek navçe û gundan lehî rabûn, pir xera bûn, rê hatin girtin, mal û dikan di bin avê de man. Her wiha metirsiya hilweşîna bendavên Borzê û Başotê heye

Di nava 2 rojên dawî de li rojavayê Kurdistanê bareneke zêde dibare. Ji ber barana zêde bi taybet jî li Herêma Cizîrê li gelek navçe û gundan lehî rabûn, rê hatin girtin û pir xera bûn. Di heman demê de barana zêde rê li ber talûkeya hilweşîna bendavan jî vekir.

Yek ji herêmên herî zêde baran lê dibare jî Dêrik e. Barana ku hîn di bare, rê li ber rabûna lehiyan vekir. Di heman demê de gelek rê hatin girtin. Yek ji van rêyan jî ya di navbera Qamişlo û Dêrikê de ye. Li herêma Dêrikê jî bendavên Borzê û Başotê li ber metirsiya hilweşînê ne. Ji bo pêşîlêgirtina hilweşîna her du bendavan, xebatkarên Şaredariya Gel ketine nava liv û tevgerê.

Her wiha ji ber lehiyan, gelek malên li taxa Xîrka ya Dêrîkê di bin avê de man. Li gundê Beravê jî ji ber lehiyê dîwarê ku dewleta tirk li nêzî gundê Kerdemiyê lê kiribû, hate xwarê û lehî ber bi gund ve çû û hin mal hilweşiyan. Rêya deriyê Sêmalka, gundên Zihêriyê, Tilîlon û Kerzikî jî qut bûn. Rêveberiya deriyê Sêmalka jî ragihand ku derî heta demeke nediyar hatiye girtin.

Xetereya hilweşîna bendavan

Der barê mijarê de hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Fermez Hemo anî ziman ku ji bo pêşîlêgirtin hilweşîna her du bendavan, deriyên wan vekirine û wiha domand: “Niha metirsiya herî zêde li ser bendava Borzê heye. Ji ber vê jî me rêya li ser bendavê re derbas dibe, girt. Her wiha me tireksên şaredariyê li derdora bendavê xurt dikin da ku ne hilweşe.”

Sivîl tên veguhestin

Hemo got ku di îxtîmala hilweşîna bendava Borzê de gundên Borzê, Kanîkerkê, Hekemiyê, Zixatê û Kanîmitirbê dikevin talûkeyê û wiha derbirî: “Me jî ji bo xelaskirina şêniyên van gundan, wesayît şandin gundan. Niha gundê Borzê tê valakirin. Li gundên din jî amadekarî tên kirin.” Bendava Borzê 1 km li rojhilatê bajarê Dêrikê dikeve. Bendava Başotê jî derdora 5 km’yan li bakurê rojhilatê Dêrikê dikeve.

Li Tirbespiyê barana zêde jiyana gel felc kir

Yek ji herêmên ku ji barana zêde bi bandor bû jî navçeya Tirbespiyê bû. Ji ber barana zêde rêjeya çemê Cerahê bilind bû û rê li ber lehiyê vekir. Hat zanîn ku li navenda navçeyê gelek mal û dikan di bin avê de man. Hat ragihandin ku gelek ziyanên madî çêbûne. Şaredariyê jî ji bo alîkariyê Tîmên Rewşa Lezgîn şandin gundên başûrê navçeyê. Hat zanîn ku piştî 25 salan, cara yekemîne ku ewqas baran dibare û ev baran jîn jî didome.

Girkê Legê di bin avê de ma

Ji ber barana zêde li navçeya Girkê Legê jî lehî rabûn û pirên gundê Kîşkê û Batirzan ên herêma Aliyayê hilweşiyan û gelek mal di bin avê de man. Li gundê Başûr jî ji ber lehiyê, pira gundê El Yûsifiyê hilweşiya. Ji ber vê yekê komîteyên awarte berê xwe da herêma bendava Çilaxa ku asta avê li bendavê bilind bûye. Tê payîn ku komîteya awarte ya Qamişloyê ji bo girtina tedbîrên ewlehiyê ya jiyana sivîlan, çûne herêmê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar