Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Barbarên dewleta tirk cenazeyê şervana YPJ’ê parçe kir!

Komên barbar ên girêdayî dewleta tirk ku rojane sûcên şer li dijî gelên rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dikin, piştî hovîtiya li dijî gelek cenazeyên şervanên YPJ’ê, niha jî dîmenên ku dema cenazeyê şervaneka YPJ’ê parçe dikin parve kirin

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên wê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha hem li rojavayê Kurdistanê û hem jî li temamiya Sûriyeyê hovîtiyeke mezin li dijî gelên herêmê kir. Ji sedan bûyerên serjêkirinê heta, parçekirin, şewitandin, tecawiz û hwd. her hovîtî li dijî gel û şervanan kirin.

Ev komên barbar ên El Qaîde, DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ku dewleta tirk hemû di bin ‘Artêşa Milî ya Sûriyeyê’ de kom kirin û girêdayî Erdogan in, roj naçe ku li hovîtiya xwe bûyereke din a sûcê şer zêde nekin. Komên barbar ên ku di dema êrîşa dagirkirina Efrînê de bi dîmenên parçekirina cenazeyê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê hatibûn rojevê, niha jî dîmenê dema ku cenazeyê şervana YPJ’ê Amara Rênas (Azîze Celal) parçe dikin ketin rojevê.

Dîmen li ser medyaya civakî parve kirin

Komên barbar dîmenê ku tê de cenazeyê Amara Rênas parçe dikin, li ser medyaya civakî parve kirin. Hat zanîn ku dîmen di 21’ê cotmehê de li gundê Çelbê yê Kobanê hatiye kişandin. Heman koma çete demek berê jî dîmenên înfazkirin û parçekirina cenazeyê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef parve kiribûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk a dagirker jî di sala 2015’an de cenazeyê gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan (Kevser Erturk) îşkence kiribû û piştre jî teşhîr kiribû.

YPJ: Hovîtiya xwe ya herî mezin di şexsê jinan de derdixînin

Têkildarî mijarê Fermandariya Giştî ya YPJ’ê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku di êvara 21’ê cotmehê de li gundê Çelbê yê Kobanê dema ku hêzên wan di çeperên xwe de, tevî agirbestê jî çeteyan êrîş kiriye û şerek qewimî ye. YPJ’ê da zanîn ku di şer de tevî Amara Rênas çend şervanên din jî şehîd bûne. YPJ’ê ragihand ku şervan bi rêbazên DAIŞ’ê hatine parçekirin. YPJ’ê daxuyand ku dewleta tirk û çeteyên wê hovîtiya xwe ya herî mezin di şexsê jinan de derdixîne. YPJ’ê wiha domand: “Duh li Efrînê Barîn bû, îro jî Hevrîn û Amara ne. Ev kiryarên qirêj û bê exlaqî yên îro têne kirin encama polîtîkaya Sûriyeyê yaTrump û Putîn in. Em bang li tevahî jinên cîhanê, sazî û dezgehên jinan ên mafên mirovan dikin ku li dijî vê hovîtiya dewleta tirk xwedî helwest bin. Dê ev hovîtiye tu caran me ji biryardariya me gavekî paşve nexîne. Ji bo em layîqî, Barîn, Hevrîn û Amara bibin, çi ked û berdêl ji me were xwestin em amade ne bikin.”

Daxuyaniya Kongreya Star

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û hovîtiya li dijî cenazeyê şervana YPJ’ê şermezar kir. Koordînasyonê diyar kir ku dê li hemberî vê zîhniyetê, asta rêxistinkirin û têkoşîna jinên berxwedêr û şerker hîn bilintir bikin û tirsa dilê dijmin zêdetir bikin. Koordînasyonê diyar kir ku ev kiryar berevajî paşve gav avêtinê, hêrsa jinan û têkoşîna wan mezintir dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar