Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Barbariya artêşa tirk didome!

Leşkerên dewleta tirk li Dêrsimê pê li cenazeyê gerîlayê ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye kir û wêne kişandin. Rêveberê DAD’ê Pîr Nesîmî Gemlîk jî bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Ev, berdewamiya feraseta Kerbelayê ye. Li gorî baweriya elewîtiyê kesên van dikin, mirovên ketî ne û divê ji civakê bên dûrxistin.”

Operasyonên leşkerî yên hêzên artêşa tirk a li bejahiya Dêrsimê dabû destpêkirin, berdewam dike. Di dema operasyonê de car bi car di navbera gerîla û artêşa tirk de pevçûn derdikevin. Li gorî agahiyan, di van pevçûnan de ji her du aliyan jî windahî hene. Têkildarî mijarê li ser medyaya civakî hin wêneyên ku dihat îdiakirina ku yên gerîlayên HPG’ê ne, hatin parvekirin.

Di hin wêneyên ku hatine parvekirin de leşkeran weke salên 90’î pêyê xwe dane ser cenazeyan û poz dane. Di hin wêneyan de jî leşkeran xwe dane ser cenazeyan û bi awayekî komî wêne kişandine. Der barê mijarê de rêvebera bajar a MHP’ê ya Eskîşehîrê Sîbel Şengul jî peyamek parve kir û heqaret li cenazeyên gerîla kir.

Berdewamiya pêkanînên li Kerbelayê

Têkildarî mijarê rêveberê Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) Pîr Nesîmî Gemlîk ji anî zîman ku ger di nava mirovahiyê de Kerbela qewimî be û nehatibe jibîrkirin, ji ber van mînakan e. Gemlîk wiha domand: “Serê Hz. Huseyîn jê kirin û danîn ser sifreyê, jin tazî kirin bi wî rengî li deveyan kirin û teşhîr kirin. Niha jî pê li cenazeyan dikin û teşhîr dikin. Ev yek feraseta wê serdemê ye. Ev feraset timî xwe dubare dike. Di dema Osmaniyan de jî heman mînak hebûn.”

‘Ev kes mirovên ketî ne’

Gemlîk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya her tiştî hikum li ser mirî namîne. Nabe ku tu miriyan ceza bikî. Bi kiryarên wiha yên li dijî miriyan dixwazin civakê ceza bikin. Ew îşkence li civakê û malbata kesên miriye hatiye kirin. Nêzikatiyên bi vî rengî şerma mirovahiyê ye. Di baweriya elewîtiyê de mirovên wiha yên ketî tên dîtin û tên şermezarkirin. Ji nava civakê tên qewirandin. Yên ku pesnê vê didin jî em wan şermezar dikin.” DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar