Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Barê kîsoyan sivik dike

Li Srî Lankayê xêrxwazê bi navê Chika Boy, dirc û qaçilên hişk ên li ser pişta kîsoyan yek bi yek jêdike û barê wan sivik dike. Ew bi vî awayî dike ku kîso baştir bi rê ve biçin û barê li ser pişta wan radike

Barnacles, yek ji dirc û qaçilên di nav behrê de ye û ew bêhtir xwe bi teht û keştiyan ve dizeliqîne. Lê carinan ev qaçil ango dircên hişk xwe bi kîsoyên (kûsî) behrê ve jî dizeliqînin û piştî demekê ji bo kûsiyan dibin barekî giran û nahêlin ku kûsî bi rehetî tevbigerin ango rêveçûna kûsiyan girantir dikin.

Bi yek û didoyan zirar zêde li kîsoyan nabe lê gava ew zêdetir bibin ji bo kîsoyan dibin pirsgirêkeke ciddî. Li Srî Lankayê xêrxwazê bi navê Chika Boy, dirc û qaçilên hişk ên li ser pişta kîsoyan yek bi yek jêdike û barê wan sivik dike. Ew bi vî awayî dike ku kîso baştir bi rê ve biçin û barê li ser pişta wan radike.

Chika Boy vîdeoyên xwe li ser youtube parve dike. Di vîdeoyên wî de em dibînin ka ew çawa kîsoyan ji dirc û qaçilên zelîqok xelas dike û dîsa berê kîsoyan dide behrê da ku avjeniyê bikin.

Chika Boy dibêje, “Çendî em nebînin ku ew êşê dikêşin jî ev dirc û qaçilên hişk dibin sedema enfeksiyonê û nahêlin ku kîso bi rehetî xwarinê bixwin û her wiha ji bo çavê wan jî ne baş in û dibe ku li ber dîtina wan jî bibin asteng.

Heger li ser pişta kîsoyan ev dirc û qaçilên behrê zêdetir bibin, ew ê nehêlin ku kîso bi rehetî bimeşin û avjeniyê bikin. Heger kîso giran bimeşin, ew ê nikaribin xwarinê jî bibînin û rewşa wan zehmet bibe. Gava ev dirc û qaçilên zelîqokî bikevin ber çavên wan û nêzî devê wan bibin rewşa wan dê dijwartir bibe.”

Chika Boy ji bo vî karî satorekî devê wî tûj bi kar tîne û bi baldarî dixebite. Ew bi vî satoreyî barê ser pişta kîsoyan siviktir dike û van dirc û qaçilên ser pişta wan yek bi yek jê dike û herî dawî kîsoyan ji vê rewşa dijwar xelas dike û berê wan careke din dide behrê. Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar