Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Baregehên dagirkeran ji bo hemû gelên Iraqê xetere ye

Endamê Mektebaa Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku hikûmeta Sûdanî destekê dide plana dewleta Tirk a dagirkirina Iraqê û got: “Baregeha dagirkeran a li Başîqayê li ser axa êzidiyan hatiye avakirin lê ev ne tenê li ser civaka me ya êzidî, li ser hemû Iraqê xeterî ye. Îro ji Şengalê heya Welat Şêx xeterî li ser hemû êzidiyan heye.”

Dewleta tirk a dagirker ku di şerê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê de têk çûye, hewl dide bi xiyaneta malbata sîxur Barzanî û hikûmeta Iraqê xwe li ser piyan bigire. PDK’ê di navbera Iraq û dewleta tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku berdewamiya hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên PKK’ê û gelê kurd de, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta tirk û Iraqê de ‘peymana ewlekariyê’ hat îmzekirin. Ev peyman xeteriya êrîşên nû li ser herêmê radixe berçavan.

Weke tê zanîn di hemû lihevkirinên bi dewleta tirk re Şengal jî yek ji mijarên sereke ye. Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û nûnerê KNK’ê yê li Şengalê Saleh Êzdîn têkildarî lihevkirinên di navbera dewleta tirk û hikûmeta Sudanî de ji Rojnewsê re axivî. Saleh Êzdîn da zanîn hebûna dewleta tirk li ser axa Iraqê û derbaskirina çeteyan ji bo başûrê Kurdistanê xeteriyê li ser êzidiyan çêdike.

Saleh Êzdîn di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir ku ev demeke dirêje di navbera Iraq û dewleta Tirk de hevdîtin pêktên lê herî dawî serdana Fuad Hisên û hevdîtina wî ya bi Hakan Fîdan re mijarek ne ji rêzê ye, ji ber ku ev her dû kes li ser xwîna Kurdan hevpeymanan îmze dikin. Êzdîn wiha berdewam kir: “Li şûna ku li dijî hebûna baregehên dewleta tirk derkevin hebûna baregehên dewleta tirk li ser ser axa Iraqê fermî kirine. Baregeha dagirkeran a li Başîqayê li ser axa êzidiyan hatiye avakirin lê ev ne tenê li ser civaka me ya êzidî xeterî ye, belkû xeteriya li ser hemû Iraqê ye. Me weke civaka êzidî di dîrokê de gelek zilm ji destê dewleta tirk dîtiye, lewma em baş dizanin ku dewleta tirk xeteriyê bi xwe re tîne.”

Saleh Êzdîn diyar kir ku plana dewleta tirk ne tenê dagikirina beşeke piçûk ji xaka başûrê Kurdistanê an jî Şengalê ye û ev hişyarî da dewleta Iraqê jî: “Dewleta tirk dixwaze sînorên xwe yên Osmaniyan nû bike û li ser vî esasî di nava dan û standinê deye. Dewleta Iraqê jî xwe kerr dike, hin kesên mîna Fuad Husên ku xwefiroşin û li dijî hebûna miletê xwe ne, li ser navê Iraqê hevdîtinê bi dewleta tirk re dike. Pêwîste hikûmeta Iraqê li hemberî van planan hişyar be û nebe beşek ji plana Osmaniya nû. Hikûmeta Sûdanî bi awayekî vekirî destekê dide planên dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka Iraqê.”

Her wiha Saleh Êzdîn balkişand li ser xeteriya li ser êzidiyên li başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Li gorî belge û daxuyaniyên fermî, heya niha biqasî 550 çeteyên ji Sûriyeyê ji aliyê dewleta tirk ve derbasî çiyayên Kurdistanê hatine kirin. Ev çete li ser axa Başûr in, dibe ku hejmara wan zêdetir be jî. Civaka me ya êzidî li hemberî derbaskirina van çeteyan pêwîste hişyar be. Ji ber ku xeterî li ser xelkê me yê di nava kampan û xelkê me yê li Welat Şêxê jî heye. Eger ev çete êrîşek li ser êzidiyan pêk bînin wê desthildariya PDK’ê nikaribe wan biparêze û li wan xwedî derkeve. Di demên dawî de hate xuyakirin ku çiqasî kesên netewperest di nav desthilatdariya PDK’ê de hene û eger derfet bibînin ewê mîna DAIŞ’ê zilmê li gelê me bikin.”

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ û nûnerê KNK’ê li Şengalê Saleh Êzdîn di dawiya nirxandina xwe de şkestina Mûsilê ya di sala 2014’an de jî bibîrxist û got: “Di sala 2014’an de bi 300 çeteyan û bi hevkariya dewleta tirk bajarê Mûsilê hate dagirkirin, ev çeteyên ku niha di bin navê şerê li hemberî PKK’ê de li ser axa Iraqê bicih kirine, xeteriyê li ser tevahiya Iraqê çêdikin. Dewleta tirk di demên pêş de wê van çeteyan ji bo plana xwe ya dagirkirina Mûsil û Kerkûkê bikarbîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar