Navenda Nûçeyan
Ofîsa Statîkan a Stenbolê, Rapora Barometreya Stenbolê ya kanûna 2020’an ku amade kiribû, weşand. Rapor, ji hevdîtinên bi 827 kesan re yên ser telefonê hatiye amadekirin û li ser rewşa nav malê, şertên aborî û rewşa hestî hatiye rawestandin. Li gorî raporê, welatiyên li bajaran dijîn nikarin debara xwe bikin û di bin deynan de ne.