Qada darazê jî yek ji wan qadan e ku helwesta dewletê ya ‘tune hesibandinê’ ya li dijî kurdî dipejirîne. Di sala 2012’an de piştî greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î û PAJK’î tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat rakirin û daxwazeke din jî ya mafê parastina bi zimanê dayikê hat dayîn. Pişt re di 24’ê çileya 2013’yan de bi qanûna hejmara 6411’an ‘mafê parastina zimanê dayikê’ hat qebûlkirin. Lê belê xwestina heqê wergervanan a ji bersûcan, wergervaniya katîp û mubaşîran ji bo bikaranîna vî mafî bû pirsgirêk.
Ji ber vê yekê Baroya Amedê ket nava tevgerê, ji bo parêzerên baroyê pirsgirêkên wergerê yên muwekîlên xwe yên dixwazin li dadgehan bi parastina zimanê dayikê bikin, kêm bikin serî li Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dan. Piştî serlêdan bi erênî hat bersivandin, di bin banê komeleyê de poleke taybet hat vekirin û ji qûrsê re eleqeyeke mezin hat nîşandan.
Der barê mijarê de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û diyar kir ku armanca wan a bingehîn hînkirin û pêşvebirina zimanê kurdî ye.
Ji parêzeran re pola taybet
Ronî da zanîn ku li dadgehan di mijara parastina zimanê dayikê de hin pirsgirêk diqewimin û wiha got: “Parêzer ji bo pirsgirêkên muwekîlên xwe çareser bikin, bi wan re diyalogeke baştir bikin û xwe baştir îfade bikin, berê xwe dan hînbûna kurdî.”
Ronî xwest weke Baroya Amedê, sazî û rêxistinên sivîl ên civakî yên din jî hestiyar bin û hînî kurdî bibin û da zanîn ku armanc dikin di rojên pêş de li Amed û navçeyên wê qûrsên weke vê vekin.
50 polên perwerdeyê
Di axaftina xwe de Ronî diyar kir ku ji bo hînbûna kurdî eleqeyeke mezin heye û ev tişt anî ziman: “Niha li avahiya me ji bo dersa rûbirû weke 10 pol em perwerdehiya kurdî didin. Dîsa 10 jê kirmanckî, 40 jê kurmancî em li 50 polan di asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn de weke online ders didin. Bi awayekî onlin em nêzî hezar kesan perwerde dikin.”
Ziman bingeha neteweyê ye
Her wiha Ronî destnîşan kir ku ziman bingeha netewekê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê êdî kurdiya bi deh milyonan mirov diaxivin bibe xwedî statuyek. Divê ji dibistana destpêkê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê. Ji bo ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê divê ji 7 salî heta 70’ê salî herkes li zimanê xwe xwedî derkeve û siyasetmedarên kurd siyaseteke bi bandor bimeşînin.” AMED