Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê ku li Kampusa Girtîgeha Xarpêtê hevdîtin bi girtiyan re kir, diyar kir ku girtiyên di grevê de û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê cîddî ne hatine derbkirin. Komîsyonê ji bo çareseriya pirsgirêkan bang li hemû rayedaran kir û xwest erka xwe pêk bînin
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê ku li Kampusa Girtîgeha Xarpêtê bi girtiyên Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 û 2 yên Xarpêtê û Girtîgeha Jinan a Xarpêtê hevdîtin kir, piştî hevdîtinê rapor amade kir.
Komîsyonê rapora “Îhlalên mafan ên çavderiyên wan ên der barê greva birçîbûnê de” bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê anî ziman ku li girtîgehên navborî piştî çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî dest pê kir, bi ramanca rewşa tenduristiya girtiyan bişopînin, tespît bikin û di vê pêvajoyê de li gorî serlêdanan çûne li girtîgehê lêkolîn kirine û kirine rapor. Komîsyonê anî ziman ku wekî heyeta ku ji endamên Komîsoyna Şaxa ÎHD’ê ya Amedê pêk tê di 6’ê adarêde li girtîgehê bi 10 girtiyan re hevdîtin kirine. Heyetê bi çalakgerên greva birçîbûnê yên di Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê Harûn Alkan, Mûrat Ergen, Metîn Serhat, Zana Şeker û girtiyên Girtîgeha Hêjmar 2 Ahmet Tekîn, Yasîn Gungor, Necîp Ozdîl, Cengaver Aykûl, Reşît Teymûr û Girtîgeha Jinan a Xarpêtê Dîclenûr Ozdemîr re hevdîtin kirine.
Hewldanên provokatîf
Rapora Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Baroya Amedê wiha ye:
“Di hevditinên bi girtiyên li Girtîgehên Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind ên Xarpêtê de koma girtiyên ku di 16’ê kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, heta 6’ê adara 2019’an ketine roja 81’emîn. Ji bo kontrola tenduristiya wan bi rêk û pêk hekîm naçe wan kontrol nake. Kontrola kîlo û tansiyonan her roj tê kirin, kontrola giştî li koorîdorê tê kirin. Lê gardiyan her dem zextên tundiya derûnî li ser wan dimeşîne. Ji bo girtî dawî li grevê bînin zorê li wan dike. Gardiyan dikevin nava hewldanên provokatif. Ev hewldanên gardiyanan hêj didomin.
Girtiyên koma ewil ên di 16’ê kanûna 2018’an de ketine grevê di milê tenduristiyê de hatine asta krîtîk. Ji ber vê yekê pir kîlo winda kirine. Serêşî û sergêjiya bi wan re zêde bûye. Dîsa pirsgirêka dîtinê li ser wan zêde bûye. Bêhalî bi wan re çê bûye û nikarin zêde li ser piyan rawestin. Hevsengiya xewê xera bûye.
Vîtamîna B1 nadin wan
Bi girtiyên Girtîgeha Jinan a Xarpêtê re jî hevditin hat kirin. Li Girtîgeha Jinan di 1’ê adara 2019’an de 2 jin ketine greva birçîbûnê. Heta 6’ê adara 2019’an girtiyên ketin grevê di roja 6’an de berdewam dike. Kontrola tensiyon û kîloyan bi rêk û pêk tê kirin. Lê heta niha vîtamîna B1 nedane wan.
Li Girtîgeha Hêjmar 1 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî di 25’ê sibatê de li 2 girtiyan îşkence hatiye kirin. Girtî Lutfu Sonmez û Mazlûm Denîz beriya ku derkevin xebatên sporê ji aliyê gardiyanan ve hatine rawestandin û gefa ‘An hûnê di fermana me de bin an jî em dê li we bixin’ Xariye. Piştî saetek şûnde gardiyan çûne odeya wan û ew birine odeyek bê kamera û li wan îşkence kiriye. 2 girtî nêzî 15 deqîqeyan rastî lêdanê hatine. Dev û rûyê Mazlûm Denîz derb kirine û birîn kirine. Lutfu Sonmez jî ji ber lêdanê lêvên wî teqiyan e. Mazlûm Denîz piştî rakirine nexweşxaneyê rapora lêdanê stendiye. Serlêdana sûc kiriye. Lê Lutfu Sonmez neberine nexweşxaneyê. Têkildarî îşkenceya li girtiyan xwestine bi midûdê girtîgehê re hevdîtin bikin lê destûr nedane ku bi midûr re hevditin bikin.
Milê girtî şikandin
Li Girtîgeha Hêjmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî di 1’ê adara 2019’an de gelek girtiyan dest bi grevê kirine. Ji wê rojê û şûnde gardiyan di bin navê lêgerînê de girtî Nevzat Demîr û Tahir Temel derb kirine. Di lêdanê de milê girtiyekî şikandine. Girti rasti lêdan û muameleya xerab hatine. Piştî li girtiyan dane girtî xistine odeya yek hucreyê.
Li gorî komîsyona çavdêriyê girtiyên di 16’ê kanûna 2018’an de ketine grevê heta îro (15.03.2019 ) 90 rojin di grevê dene û tenduristiya wan di rewşa krtîtîk de ye. Di encamê de kontrola tenduristiya bi rêk û pêk nayê kirin. Girtiyên di grevê de tenduristiya wan di asta krîtik de ye. Dîsa ji bo girtiyên li girtîgehê rastî lêdanê hatine ji bo lêpirsîna îdarî û darazî bê destpêkirin, divê Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê divê lêpirsînê bidin destpêkirin.” AMED