Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Baroya Amedê ji bo Îmraliyê serlêdan kir

Baroya Amedê ji bo ku biçe Girtîgeha Îmraliyê serdana Ocalan û sê girtiyên li cem wî, serî li Wezareta Dadê da

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li Îmraliyê di bi tecrîdê tên de ragirtin. 8 meh in agahî ji wan nayê wergirtin. Daxwaza hevdîtinê ya parêzer û malbatan tên astengkirin. Baroya Amedê jî ji bo ku biçe Girtîgeha Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê da. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Ocalan dike, di 24’ê mijdarê de serî li Baroya Amedê dabû. Serlêdana Baroya Amedê ya ji bo Wezareta Dadê jî piştî serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pêk hat. Parêzeran ji Baroya Amedê xwestibû ji bo vê rewşa nezelal û agahî negirtina ji Ocalan û girtiyan ji holê rabe, dest bi hewldanan bike.

Baroya Amedê li ser vê serlêdanê ket tevgerê. Serlêdan ji aliyê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ve pêk hat. Di serlêdanê de hat gotin ku ji bo pêşketina hiqûqê û alîkariya vê bikin û berpirsiyariya wan heye.

Cihêkarî nabe were kirin

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku divê di qanûnan û hiqûqê de kes neyê cihêkirin û di yasayan de cihêkarî nabe were kirin û hat gotin ku ji bo ku girtî bikaribin xwe bigihînin alîkariyek hiqûqî lazim e hevdîtina parêzeran pêk were.

Nahît Eren di serlêdanê de xwest ji bo ku parêzer dikaribin biçin Ocalan û girtiyen din li cihê cih serdan bikin û rewşa wan hîn bibin divê destûra hevdîtinê were dayîn û wiha got: “Ji bo ku şert û mercên girtiyên li Îmraliyê di cih de were tespîtkirin, em ji Wezareta Dadê wek Baroya Amedê diwazin destûr were dayîn lêkolîna pêwîst were kirin. Pêdivî bi vê yekê heye ku lêkolîn li Îmraliyê were kirin.”

Her wiha bi heman armancî malbatên Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Kayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û miduriyeta girtîgehê dan. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar