Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Baroya Amedê wê tundiya polîsan bibe darazê

Baroya Amedê tundiya polîsan a li dijî welatiyan wê bibe darazê. Baro wê têkildarî tundiya polîsan a li dijî welatiyan bikar tîne li dozgeriyê serlêdana sûc bike.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kir û gel li dijî tayînkirina qeyûman 3 rojan bertekên xwe li kolanan tinin ziman. Polîs li dijî daxuyanî û nerazîbûnên gel bi ava şit, bombeyên gazê, guleyên plastîk, copan tundiyek dijwar pêş dixe. Gelek welatî rastî lêdana polîsan hatin û birîndar bûn. Baroya Amedê li dijî tuniya polîsan a li dijî welatiyan ji bo polîsên bersûc bên darizandin wê li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc bike. Baroyê diyar kir ku Wezîr di 19’ê Tebaxê de li Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm tayînî vîna milyonan kiriye û vîna milyonan a hilbijartinê hatiye îhlalkirin. Baroyê destnîşan kir ku ev yek li diî hiqûqê ye û wekî darbeya li dijî vîna gel pênase dikin. Baro da zanîn ku girseya ku mafê xwe yê meş, xwepêşandan û daxuyaniyan ên ji aliyê Qanûna Bingehîn ve hatiye parastin li kolanan bikar anîye û rastî tundiya polîsan a dijwar hatiye. Baro da zanîn ku girsê mafê xwe yê van çalakiyên rewa û demokratîk ku dûrî tundiyê ye bikar anîye û rastî tundiya polîsan hatine. Baro destnîşan kir ku ev tundiya polîsan di vîdeoyên di medya civakî hatin parvekirin de jî tê dîtin. Baro herî dawî destnîşan kir ku wê li dijî vê tundiyê û îhlala mafên mirovan serlêdana sûc bikin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar