Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Baroya Wanê bersiv da EGM’ê

Baroya Wanê têkildarî zarokên hatin îşkencekirin û daxuyaniya EGM’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku EGM’ê bi daxuyaniya xwe xwestiye kesên ku zarok îşkence kirine biparêze. Baroyê ragihand divê ku baş bê zanîn dê bi daxuyaniyên mîna yên EGM’ê bêdeng nebin

Polîsên dewleta tirk li Wanê di 15’ê sibatê de zarokên bi navên O.D., Ş.Y. û O.S. binçav kiribûn. Zarokên ku di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hatin, li Şaxa Midûriyeta Asayîşê ya Wanê jî rastî îşkenceyên giran hatibûn. Piştî ku zarokan îşkence bi Baroya Wanê re parve kir, îşkence derketibû holê. Têkildarî mijarê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê (EGM) daxuyanî dabû û gef li baroyê xwaribû.

Der barê mijarê de parêzerên endamên Baroya Wanê li ber Dadgeha Wanê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de namzeta hevşaredariyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan ku endama baroyê ye û hevserokê HDP’a Wanê Umît Dede ku endamê baroyê ye jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar ve hat xwendin. Uçar di serî de bûyera di 15’ê sibatê de bibîr xist û wiha dom kir: “Ji 11 zarokên hatin binçavkirin, O.D., Ş.Y. û O.S. piştve hatin kelepçekirin. Piştre jî qondaxa çekê, kulm û pêhîn li ser, çav û zikê wan dan. Rastî îşkenceyên giran hatin.”

Peymana mafên zarokan binpê kirine

Di berdewamê de jî Uçar diyar kir ku piştî 3 rojan a îşkenceyê û muameleya xerab, îfadeyên zarokan hatine girtin û wiha pê de çû: “Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî hatiye beralîkirin. Bi awayek bêhiqûq û bêhincet dema binçavkirina wan hatiye dirêjikirin. Me jî têkildarî îşkence û muameleya xerab li zarokan hatiye kirin li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê sûc kir. Lê dozgerî ji bo vê mijarê hêj neketiye nava tevgerê.”

Armanca EGM’ê vegot

Uçar bal kişand ser daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya Wanê û wiha bi dawî kir: “Bi daxuyaniyê baro û endamên wê krîmînalîze dikin. EGM bi parastina failan tevdigere. Ev daxuyaniya wan jî nîşaneya sûcdariyê ye. Bi aşkerayî dixwazin bi vê daxuyaniyê rastiya ji holê rakin. Daxuyanî tesadûfî nîne. Mafê parastinê yê parêzeran jî tê astengkirin. Ji ber baroya me li dijî îşkenceyê û muameleya xerab derdikeve, bi sedema ‘helwesta destekê dide rêxistina terorê’ der barê baro û endamên baroya me de giliyê sûc kirine. Gilîkirina sûc a EGM’ê nixumandina ser heqîqetê ye û dixwaze failên îşkence kirine biparêz e. Em ê wek baroya bedêla wê çi dibe bila bibe tu demê tawîz nedin û li dijî îşkence û muameleya xerab li têbikoşin. Bila baş bizanin ku em ê bi daxuyaniyên mîna yên EGM’ê bêdeng nebin” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar