Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Barzanî bi çûyîna xwe ya Tirkiyeyê re dostaniya xwe îspat kir’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di 2’yê îlonê de serdana Iraqê kir. Macron bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya. Piştî civîna bi Macron re, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê xwe da Tirkiyeyê. Barzanî bi serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din ên Tirkiyeyê re civiya. Piştî ku Barzanî vegeriya, berpirsê peywendiyên derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî, di hevpeyvînek xwe ya bi Dengê Amerîkayê re gotibû, mijara PKK’ê yek ji mijarên sereke ya guftugoya di navbera Barzanî û Erdogan de bû.

Nivîskar û rojnameger Kemal Reuf li ser vê mijara çûyîna Barzanî ya Tirkiyeyê axivî.

Kemal Reuf li ser armanca serdana Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê ev tişt anî ziman: “Barzanî bi vê serdana xwe got ku ew ne li dijî Tirkiyeyê ne. Her wiha peyam ew bû ku ji Tirkiyeyê re bêje ew ne di nava hevpeymana Fransa û Ewrupayê ya ku dixwaze dijî Tirkiyeyê pêkbînin e. Metirsiya li ser Tirkiyeyê gelek e, ji bo vê jî Barzanî xwest vê yekê ji Tirkiyeyê re bêje. Iraq, Misir û Yewnenistan dijî Tirkiyeyê rawestiyane. Tirkiyeyê jî nikare li hemberî hemû eniyan rawest e. Di aliyê aborî de jî Tirkiye di nava qeyranê de ye.”

Her wiha Reuf li ser dijberiya berpirsên herêmê ya bi welatên dagirker a dijî PKK’ê re jî wiha got: “PDK’ê dijberiya xwe ya hemberî PKK’ê veneşartiye. Li gorî wan sedemê dagirkeriya Tirkiyeyê, hebûna PKK’ê ye. Ev axaftin gelek bê naveroke. Ji ber ku Tirkiye ketiye pê xewna dewleta osmaniyan. Tu hêz ji bilî PKK’ê nekariye li herêmên dibin destê PDK’ê de serkeftî be. PDK jî vê yekê ji bo xwe metirsî dibîne.” ROJNEWS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar