Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Barzanî bi konseptekê li herêmê hatine bicihkirin

“Di van salên dawî de peymanên stratejîk di navbera Erdogan û malbata Barzanî de hatine îmzekirin. Xalên ku li ser li hev dikin û digihêjin peymanên stratejîk yek jê Neqşbendîtî û eniya Sinîtiyê ye ku ev yek zêdetir dijîtiya li destketiyên Rojava ye.”

Li herêma Bradostan rola negatîf a li beramber eşîrên vê herêmê divê tenê wek mijarek ji rêzê neyê destgirtin. Bicihbûna Barzaniya li vê herêmê wek çawa me di beşa yekemîn de behsa konsepta giştî ya hêzên derve û herêmî kiribû, bi zanebûn heta roja îro xwe li ser vê herêmê ferz dike û vê rola xwe ya negatîf didomîne. Nakokî û şerê bi hemû eşîrên wê herêmê re mijarek ji ber xwe ve nîne û diyar e bi zanebûn hatiye bikaranîn.

Di serî de em dikarin behsa hevkariya PDK’ê bi dewleta Îranê re bikin. Peywendiya ku her tim li ser esasê dijberiya bi eşîr û tevgerên kurdî bûne. Bi şaştiya dîrokî ya bi enfalkirina 8 hezar barzaniyan re bi encam bû, peywendiya bi Îranê re careke din berdewam kir û xwedêgiravî ji bo wî awayî PDK xwe li beramber Iraqê parast. Hevkariya PDK bi şahê Îranê û rêxistina îstixbaretê (SAVAK) beriya hatina ser destihlatdariya rejîma niha jî hebûye. Zêdetirî 350 kesayetên şoreşger ên rojhilatê Kurdistanê bi destê PDK’ê radestî Îranê hatine kirin û paşê hatine qetilkirin. Her wiha hêzên pêşmargeyên PDK ji Îranê re tên şandin ji bo ku hevkariyê bi hêzên Îranî re bikin ji bo serkutkirina hin berxwedaniyên çekdarî yên têkoşerên rojhilatê Kurdistanê.

Em dikarin mînaka şoreşgerê kurd Silêman Moînî bidin. Silêman Moînî di buhara 1967’an de bi komek hevalên xwe re li rojhilatê Kurdistanê komîteya şoreşgerî ya PDK Îranê dadimezirînin. Ji wê komê gelek şehîd û birîndar dibin.Moînî carekê birîndar dibe û çend caran jî ji kuştinê rizgar dibe. Di payîza 1967’an de diçe başûrê Kurdistanê û li wir ji aliyê hêzên “Sediq Efendî” ve û bi alîkariya “ Qale Tegeranî” li navçeya Sîtek tê girtin û dişînin bargeha Barzanî ku dikeve navçeya Balekatê. Li wir Barzanî hewl dide ku wî bide poşmankirin ji helwestên xwe lê ew razî nabe û di encam de di 15.5.1968’an de tê kuştin û termê wî radestî Îranê dikin.

Gelek eşîrên kurd ên ji jojhilatê Kurdistanê ku berê xwe dane başûrê Kurdistanê û bi taybet li herêma Bradostan bicih bûne, ti caran ji aliyê Barzaniyan ve nehatine qebûlkirin û hewandin. Di marjînalkirin û tasfiyekirina tevgerên kurdî yên rojhilatê Kurdistan de rola PDK’ê gelekî zêde ye. Ger cih ji hinek partiyan re dabe û li ser xaka Başûr cih jê re dabe jî her tim di bin kontrola xwe de hiştiye. Herî zêde bi şertê ku bixwe xwe di hundir de tasfiye bike û li beramber Îranê ti liv û tevgerek rêxistinî û leşkerî neke hatiye qebûlkirin. Rêxistinên ku ev yek qebûl nekirine, şerê birakujî di navbera wan de qewimiye, yan bi temamî tasfiye bûne yan jî bi awayekî pasîf hebûna xwe li ser xaka başûrê Kurdistanê berdewam kirine.

‘Herî pir PKK li başûrê Kurdistanê xwedî derdikeve’

Partiya ku herî zêde polîtîkayên hêzên herêmî û derve pûç kiriye û xwedî li xaka başûrê Kurdistanê derketiye, PKK ye. PKK bi armanca parastina xaka Kurdistanê bi taybet li sê goşeya ku herî zêde hewl hatiye dayin kurd bi komkujiyan re rû bi rû were hiştin, xwe bi cih kiriye û heta roja îro li ber xwe dide. Sêgoşeya ku tu caran dagirkerên Kurdistanê nexwestine kurd li wir xwe bicih bikin, her tim bi êrîşan re rû bi rû maye. Di serî de hikûmeta navendî ya Iraqê –herçend ew herêm di sînorê Herêma Kurdistanê de ye- her du dewletên Îran û Tirkiye naxwazin kurd di vê herêmê de bi hêz bibe. Di rastî de her guhertina di vê herêmê de wê berjewendiyên hêzên dagirker bixe nava xetereyê. Ji bo wê jî nakokiyên di navbera eşîrên di vê herêmê de ku xwedî kevneşopiya berxwedaniyê ne, bi zanebûn kûr dikin. Rêbaza herî qirêj jî ew e ku kurdan li beramber hevdû didin şerkirin.

Herêma Bradost berovajî navê xwe her tim bûye şahidê şerê birakujî di navbera kurdan de. Eşîr yan jî malbatek kurd bi zanebûn ji aliyê desthilatdaran ve li dijî eşîr û xelkê vê herêmê hatiye bikaranîn. Ji bo wê jî em behsa şêwazê bikaranîna PDK’ê dikin. Derveyî bikaranîna ji aliyê Îranê ve ku me li jor behsa wê kir, ev rol îro dest guhertiye. Rola PDK îro YNK dilîze û peywendiya bi Îranê re li ser vê esasî dimeşîne. Bi qasî PDK nebe jî lê heta astekî xizmeta siyasetên Îranê li ser xaka başûrê Kurdistanê dike.

Peywendiyên PDK’ê yên bi dewleta tirk e

Peywendiya PDK bi dewleta tirk re wek tu têkîli û peywendiyek ji rêzê nîne. Şêx Ebdulselam yek ji wan Barzaniyên destpêkê bû ku li beramber siyasetên zordar ên Osmaniyan li ber xwe da û şer kir. Lê belê em aqubeta wî jî dizanin ku ew helwesta giranqedir li gor rastiya avakirina PDK’ê nebûye. Hewldanên serwerbûna dewleta tirk li ser herêma Bradostan xwe dispêre rabirdûyek dîrokî. Osmaniyan çi di nakokiya xwe bi Sefewiyan de çi jî bi hêzên derve re xwestine bi awayekî xwe li vê herêmê bicih bikin. Dibe di warê leşkerî de xwe ji wê herêmê dabin paş lê rola ji PDK’ê re dane ji bo meşandina polîtîkayên wan bûye. Îro ew rol berdewam dike. Ne tenê di warê leşkerî de, di warê siyasî, civakî, çandî û leşkerî de PDK wek piyonek ji bo xwe li wir bicih kiriye. Peywendiya qirêj a PDK’ê bi MÎT a tirk re di warê civakî de jî bandorek neyênî li vê herêmê kir. Têkiliyên rêveberên başûrê Kurdistanê nexasim yên malbata Barzanî bi dewleta Tirkiyê re ne ji îro de dest pêkiriye, dîroka wê vedigere destpêka salê 60 û beriya wê lê bi destpêkirina şerê çekdarî yê PKK’ê re ket qonaxeke nû. Bi taybet bi şerê 1992’an de bi fermî dewleta tirk hêzên xwe yên leşkerî qaşo di bin navê şerê bi PKK’ê re xist xaka başûrê Kurdistanê. Berxwedaniya eşîrên Bradost destûr nedabû ku tu hêzên dagirker demdirêj li vê herêmê bimînin û dagir bikin. Lê ya îro diqewime ew e ku ji bo cara yekê Osmanîgeriya nû dixwaze xeyalên xwe yên salan pêk bîne û bikeve herêmê. Divan salên dawî de peymanên stratejîk di navbera Erdogan û malbata Barzanî de hatine îmzekirin. Xalên ku li ser li hev dikin û digihêjin peymanên stratejîk yek jê Neqşbendîtî û eniya Sinîtiyê ye ku ev yek zêdetir bi şerê Sûriye û dijîtiya PDK’ê beramber destkeftiyên Rojava re aşkere bû.

Yekbûna berjewendiyan bi dewleta tirk re PDK her ku diçe dixe himbêza Tirkiyê. Tê gotin Hevkariya MÎT’ê bi Qiyadeya Mûveqet re (Hêza bi fermandariya Samî Ebdulrehman ku herî zêde li dijî tevgera kurd kiryarên qirêj daye meşandin, bi gotinek din rola JÎTEM a tirk lîstiye) li dijî şoreşgerên kurd, çi di jinavbirina Îbrahîm Ezû, Îzet Şengarî û koma wan û çi jî di Karesata Hekarî de derket holê ku têkîliya wan bi derve re qet nehatibû birîn û berdewam dike. Ev peywendiya qirêj hêjî bi awayên cur be cur berdewam dike.

Bi mikurhatina endamên MÎT’ê têkiliyên PDK’ê û MÎT’ê

Di mijara têkiliyên Parastin bi MÎT’ê re, endamên MÎT’ê yên ku bi Operasyona Şoreşgerî ya Sakîne Cansiz ji aliyê PKK’ê ve di 2017’an de li bajarokê Dokan ê ser bi Ranya ve hatin girtin wiha li xwe mukur hatin: “Di çarçoveya danûstandina sîxurî de heftane bi Parastinê re civîn tên çêkirin. Bi navê Tirkiyê nûnerên Konsolos û MÎT’ê tevlî dibin. Di nava saziya îstîxbareta parastin de jî ji xwe yê ku endamê me -bixwe ne berpirsyarê maseya PKK û berpirsiyarên din di asta bilind – de tevlî dibin. Ez dizanim ku tenê di yek carê de çil hezar dolar dane berpirsyarê maseya PKK’ê. Di asta saziyê de bi riya civînên heftane yên ku bi navbeynkariya Konsolos û MÎT’ê agahî tên girtin. Kesayet bixwe jî kengê dixwazin dikarin hevdîtinan bikin û agahiyan bigirin. Piştî ku Serokatiya Daîreya Iraqê ya Xebatên Taybet hat damezirandin biryara avakirina avaniyên paramilîter hat girtin. Pêşmergeyên Roj jî di vê çarçoveyê de ne. Piştî ku li Iraqê xebatên taybet hat sazîkirin û pê de wê li vir hinek tiştên cuda pêk werin. Ew avaniya ku li vir têkiliya wan bi kîjan koman re heye nizanin. Av avanî komên ku li vir têkildar dikin wê bi çek bikin û bînin beramber we (PKK)”.

‘Têkiliyên Nêçîrvan Barzanî bi dewleta tirk re hene’

Peymanên qirêj ên bi Îranê re ku ji sala 1966’an ve dest pê kiriye û bi armanca tasfiyekirina tevgerên kurd pêk hatiye, îro bi şêwazên cuda çi aşkere çi jî veşartî vê carê jî bi dewleta tirk re didome. Di serî de Nêçîrvan Barzanî ku xwe wek Serokê Herêmê destnîşan kiriye, di nava peywendiyek gelekî qirêj bi dewleta tirk re ye. Sermayeya Nêçîrvan hemû di bankayên Tirkiyeyê de ye. Çavkaniyên pê bawer didin diyarkirin ku zêdetirî 8 milyar dolar pere tenê yê Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê hene.

Tê gotin qeyrana aborî li Başûr heye lê di rastiya xwe de yên qeyrana aborî çêdikin zarok û malbata Barzanî bi xwe ne, hemû pere di bankên Tirkiyê de dane razandin. Îro malbat bi temamî li ser haşûrê Kurdistanê hukumê xwe didomînin. Li gor rola ji PDK’ê re hatiye dayîn, her wiha li gor berjewendiyên aborî, mirov pir bi hêsanî dikare bêje ku di berdêla van berjewendiyan de tevahiya xaka başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya tirk re hatiye firotin.

Dibe ku îro her derî dagir nake. Lê liv û tevgera ku ji 2008’an ve dest pê kiriye, di van du salên dawî de bi hemû leza xwe berdewam dike. Her kes dizane ku di plana êrîşa DAIŞ’ê ya li ser başûrê Kurdistan û Iraqê de şexsê Mesûd Barzanî bixwe rol jê re hat dayîn. Peywendiya DAIŞ-PDK’ê  û dewleta tirk ger rast were lêkolînkirin wê were dîtin ku çawa konsepta qirkirina kurdan bi destê wan tê meşnadin.

18 baregehên artêşa tirk li Başûr hene

Di halê hazir de zêdetirî 18 baregehên artêşa dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê hene. Ji dijî dagirkeriya dewleta tirk Komeleya Ciwanên Başûrê Kurdistanê di sala 2009’an de kampanyayek dan destpêkirin û nêzî 400 hezar îmze ji bo derkirina hêzên dagirker ên tirk hatin komkirin. Lê belê biryara derketina hêzên dagirker bi taybet Tirkiye ji herêma Kurdistanê di salan 2003’yan de di parlamentoya herêma Kurdistanê re hat pesendkirin. Lê belê heta niha ew biryar nehatiye praktîzekirin û kes jî behsa wê biryarê nake. Her wiha hikûmeta navendî ya Iraqê jî di sala 2008’an de biryarek bi vî rengî derxist lê belê li şûna xwedîderketina ji van biryaran, konsepta giştî ya li dijî qirkirina kurdan bi erêkirina wan dikeve meriyetê. Ango bixwe wek çawa gelek qanûnan binpê dikin, vê jî bi armancek siyasî bikar tînin.

Hebûna dewleta tirk li Başûr ne tenê leşkerî ye

Bêguman em nikarin tenê hebûna baregehên dewleta tirk wek hebûnek leşkerî bibînin û dest bigrin. Ji ber bi dagirkirina her gir yan jî qadekê di warê leşkerî de, hêdî hêdî gund û pêre jî bajar û bajarok jî dibin hedefa dagirkeran. Ya îro dewleta tirk li ser xaka Başûr dike jî eve . Wek mînak herêma Bradostan ji sînorê Bakurê Kurdistanê gav bi gav ji aliyê dewleta tirk ve tê dagirkirin, girên stratejîk tên girtin, paşê hêzên dagirker xwe berdidin nav gund û bajaran.

Ji bo nimûne bi dagirkirina girê Lêlikanê êdî gundên li derdora vê girê hemû ji dewleta tirk re hatiye radestkirin. Armanc jixwe ew e ku herêmek biçûk wek herêma Barzan ku me li jor dûr û dirêj behsa dîroka wê kir, ji malbata Barzaniyan re were hiştin, herêmên din hemû wê radestî dewleta tirk were kirin. Ger berxwedaniya bi salan a gerîla li dijî vê dagirkeriyê nebûya, dibe ku heta niha gelek bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê ketibûn bin dagikeriya dewleta tirk. Derveyî hêzên gerîla di halê hazir de tu hêzek ku wê herêmê biparêze, ya rast tu hêzek ku başûrê Kurdistanê biparêze tuneye. Ji ber PDK gelek tevgerên şoreşgerî, partî û heta eşîrên ku li vê herêmê li ber xwe dane, tasfiye kiriye û bi darê zorê xwe di herêma Bradostan de bicih kiriye.

Herêma Kurdistnanê ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî, çandî ve tê dagirkirin

Bêguman ger tenê bendewarî ji gerîla hebe ku herêmê biparêze, rast nabe. Çawa ku eşîr û xelkên herêma Bradost bi salan li beramber her cure neheqî, zilm û dagirkeriyê li ber xwe dane, roja îro jî herî zêde pêwîstî bi vê yekê heye. Eşîrên herêmê ti caran nehiştine dagirker bikevin vê herêmê û tê de hebûna xwe mayînde bikin. Wê demê mirov pirsyar dike, bi rastî sedema nîşan nedayîna bertekan çiye û çima tenê ji hêzên gerîla bendewarî heye. Heta her ferdek kurd di sê goşeya Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de li dijî helwesta xayînane ya PDK’ê nesekine, wê xetereya komkujiya li ser wan her roja ku derbas dibe zêdetir bibe. Îro dewleta tirk yek du giran digire, ev ji bo şerê li gel PKK’ê nîne. Jixwe PKK tenê li wan giran nîne û bi girtina yek du giran jî PKK xilas nabe. Çawa dagirkeriya tirk ketin Efrînê û bi hezaran çete li wir bicih kir, her wiha demografya wir diguhere, wê di serî de li herêma Bradost û tevahiya başûrê Kurdistanê jî vê yekê bike. Bi xistina sermayeya xwe ya di nava başûrê Kurdistanê de dixwaze tevahiya aboriya herêma Kurdistanê bixe bin destê xwe. Jixwe bi PDK’ê re ji bo 50 salan peymana kirîna petrolê îmze kiriye. Serweriya di warê aborî de dişibe mêtîngerya nû ya sedsala 19’an ku ji aliyê hêzên emperyalîst ve li ser Rojhilata Navîn hat meşandin. Ji bo wê jî em nikarin tenê bêjin başûrê Kurdistanê tenê ji aliyê leşekrî ve tê dagirkirin, di warê çandî, siyasî û aborî de dikeve bin desthilatdariya faşîzma AKP MHP’ê. Dewleta tirk bi vî awayî xeyalên xwe yê Misaqî Millî pêk tîne û PDK jî rola jê re hatiye dayîn bi awayekî serkeftî bicih tîne. Ev jî tê wateya dîsa şer, talan, dagirkerî, enfal, kimyabaran û koçberî.

ÇAVKANÎ: Gelawêj Ewrîn / ANF 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar