Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Barzanî bi serekçete re rûnişt

Kî êrişî kurdan bike, zarok û jinên kurdan bikuje, dotira rojê yan Barzanî li ber deriyê wan e, yan jî wan li Hewlêrê pêşwazî dike û hembêz dike

Nivîskarê rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Amed Dîcle di nivîsa xwe de balkişand ser heyetên ku li Hewlêrê ji aliyê serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ve tên pêşwazîkirin û diyar kir ku dewleta tirk ji bo dagirkirina Rojava Barzanî xistiye dewrê û wiha got: “Barzanî bi komên ku berê navê wan DAIŞ bû û niha jî artêşa azad e ku Efrîn dagirkirine re hevdîtinan dike.”

Amed Dîcle bi sernavê ‘Barzanî bi serekçete re rûnişt’ balkişand ser hevdîtinên li Hewlêrê û tevahiya nivîsa Dîcle wiha ye;

“Ji bo dagirkirina Rojava, dewleta tirk û PDK bi awayekî dualî li ser kar in. Ji bo planên dagirkirinê bicih bîne, dewleta tirk ji aliyekî bi Rûsya ji aliyê din ve jî bi Amerîkayê re hevdîtinan dike da ku yek ji van hêzan bigre cem xwe. Piştî vê destpêkê Minbic û paşê jî êrişî tevahiya Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê bike. Serokomarê tirk Erdogan, aşkera dibêje ku plana wan a dagirkirina Rojava her tim li ser masê ye. Eger hêza wan hebe, bêguman dixwazin di nava rojekê de pîlana xwe ya dagirkirinê pêk bînin. Lê belê, niha ew hêza wan a ku bi tena serê xwe êrişî Rojava bikin tineye. Lewma jî dixwazin yan Amerîka yan jî Rûsya bi wan re be. Ji ber ku ev her du welatên qalkirî li Sûriyê xwedî gotin û hêz in, Tirkiye dixwaze her duyan jî îqna bike da ku bi alîkariya wan êriş bike. Lê ew dizanin ku nikarin her duyan bi hev re, lewma jî hewl didin ku bi Rûsyayê re vê yekê bidin domandin. Erdoganê ku çend roj berê niha digot; “Em bi rêveberiya Esad re hevdîtinê dikin” jî îşaretên vê hewldanê ne. Di esas de ev peyam ji bo Rûsyayê ye. Erdogan bi vê gotina xwe ji Rûsyayê re dibêje ku “Em amade ne Esad jî qebûl bikin, lê belê li hemberî wê lazime ku hûn ji bo êriş û têkbirina kurdan ji me re bêjin erê û destekê bidin me.” Ev gotinên Erdogan di heman demê de rasterast ji bo Esad jî peyamek e. Piştî ewqas gotegot, şer û aloziyan, Erdogan careke de nikare dîrekt bêje ku “em rêveberiya Esad nas dikin” lê bi vê gotina xwe bi awayekî dîplomatîk îşareta vê yekê kir ku ew rêveberiya Esad nas dikin. Li hemberî vê yekê dixwazin êrişî Rojava bikin. Ji ber van hewildanan, niha kelecana berê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de jî kêm bûye. Piştî biryara xwevekişînê ya Trump, kelecan zêde bû. Lê niha halê hazir Tirkiye heta radeyeke hêviya xwe ji Amerîkayê biriye û zêdetir pala xwe daye Rûsyayê…

Dewleta tirk ya bi dek û dolabên Osmaniyan hewil dide plana xwe ya dagirkirinê pêk bîne, serokê berê yê herêma başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî xist dewrê. Barzanî jî niha bi komên ku berê navê wan DAIŞ bû û niha jî artêşa azad e ku Efrîn dagirkirine re hevdîtinan dike. Ev hevdîtin ji bo “Pêşmerge” yên Roj (girêdayî MÎT’ê), komên çete yên DAIŞ û artêşa azad re bibin yek û êrişî herêma Rojava bikin pêk hat. Weke tê zanîn, serekçeteyê van koman Nasir Harîrî berêyek ji rayedarên DAIŞ’ê bû û di sala 2013’an de li ser navê DAIŞ’ê daxuyanî didan. Nasir Harîrî yê sereçete berê niha bi çand rojan li başûrê Kurdistanê bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Harîrî serekçeteyê çeteyan e ku êrişî Efrînê kirin, jin û zarok kuştin û niha jî Efrînê talan dikin. Bêguman di dîroka PDK’ê gelek mînakên wiha hene. Heman Barzanî berê demekê jî çû Bexdayê bi kesên ku Kerkûk dagirkirin re hevdîtin kir. Jixwe qet behsa hevdîtin û hevkariyên bi dewleta tirk re nakim… Dewleta piştî komkujiya Helebce û Enfalê di salên 90’î de Saddam jî hembêz kiribû. Barzanî, kujerê doktor Qasimlo Cafer Şehrûdî yê casûsê Îranê ye jî li Hewlêrê pêşwazî kiribû. Xûlase gelek û gelek mînakên bi vî rengî hene. Hewce nake mirov dîroka hevkariyê ya PDK’ê a bi dijminên kurdan re careke din dubare bike…

Lê belê, di rewşa rojava û bakurê Sûriyê de divê liv û tevger û hevkariya wan cardin li ber çavan bê hiştin. Ji ber ku hevdîtina Mesûd Barzanî a bi van serekçeteyan re ne ji bo berjewendiyên başûrê Kurdistanê û Kurdistana gewre ne. Divê bê bibirxîstin ku ev heman komên çete yên Efrînê wêran dikin di sala 2014’an de êrişî başûrê Kurdistanê jî kirin. Ev çeteyên talankar ne tenê dijminê kurdan in, dijminê temamê mirovahiyê ne. Li dinyayê ji bilî Erdogan tu hêz û dewleteke ku van çeteyan qebûl bike, pêşwazî û rewa bike nîne. Tenê Erdogan û Mesûd Barzanî gazî wan dikin. Ev hewildanên Barzanî ne ji bo gelê kurd, ne jî ji bo başûrê Kurdistanê ne. Divê baş bê zanîn ku ev yek di berjewendiya dewleta tirk a dijminatiya kurdan a stratejîk de ye.

Bi qasî hat şopandin, çapemeniya ser bi PDK’ê di nûçeya hevdîtinê de Nasir Harîrî qaşo weke “muxalefeta Sûriyeyê” binav kir. Ev “muxalefeta” ku ew bi nav dikin, yên êrişî mal û bajarên kurdan dikin û warê me talan dikin in. Jixwe li hemberî rejîma Sûriyeyê jî ne qeweta wan ne jî hêza wan heye. Hin komên wan li Efrînê ne, komên din jî qaşo li bendê ne ku êrişî Minbicê û deverên din bikin. Lewma divê li dijî vê hevdîtina Barzanî ya bi dijminê kurdan re kurd berê her tiştî û beriya herkesî xwedî helwestek bin. Kesên li dijî dagirkirina Efrînê ne, kes û partiyên li dijî komkujî, talan û êrişan in lazime vê hevdîtinê û hevkariya Barzanî ya bi komên çete re şermezar û protesto bike.

Ev hevdîtineke pir talûke ye. Di vê hevdîtinê de Barzanî behsa Pêşmergeyên Roj kir. Pêşmergeyên Roj jî girêdayî dewleta tirk in. Divê were fêmkirin ku Pêşmergeyên Roj ne ji bo rizgarkirin û xêra Efrînê ne. Armanca wan ew e herin deverên hêzên Sûriyê ya demokratîk lê ne. Pêşmergeyên Roj çiqas hene an jî nînin, hêza wan heye nîne ev mijareke din e lê helwest û pîlana Barzanî ew e ku bi van koman re çi xeyalî dibin, çi jî rastî dibin bi hevkariyeke berfireh êrişî Rojava bikin. Paşê jî wê Erdogan ji dinyayê re bêje “binêrin helwest û êrişên me ne li dijî kurdan e, Barzanî jî kurd e. Em li dijî PKK’ê û YPG’ê ne.” Divê ku careke din were bîra me, di dema referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê de ku ji hêla Barzanî ve hatibû organîzekirin de yê herî zêde li dijî derket Tirkiye bû. Tirkiye derî li ser Başûr girt, bi gef û gurran dinyayek tişt anî serê wan. Di dema êrişa li ser Kerkûkê de jî herkesî careke din dît ku Erdogan çiqasî neyar û dijminê kurdan e. Lê yên ku naxwazin bibînin nabînin.

Careke din eyan bû ku PDK û Erdogan bi awayekî stratejîk di dijminahiya kurdan de hevkar in. Kî êrişî kurdan bike, zarok û jinên kurdan bikuje, dortira rojê yan Barzanî li ber deriyê wan e, yan jî wan li Hewlêrê pêşwazî dike û hembêz dike. Êdî lazime, kurd vê rastiya Barzanî û PDK’ê bibînin û hêviya xwe jê qut bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar