Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike’

Rojnameger Bêrîtan Zagros bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê û hevdîtina Erdogan-Barzanî da û wiha got: "Destkeftiyên ku kurdan bi bedêlên giran ew bi dest xistin, PDK û Barzanî wan bi bêran belav dikin."

Balafirên şer ên dewleta tirk di 1’ê sibatê de bi awayekî hemwext êrîşî Mexmûrê, Şengal û Dêrika rojavayê Kurdistanê kiribû. Di êrîşên hewayî yên dewleta tirk de li Mexmûrê 2, li Şengalê 3 û li Dêrikê jî 4 kes şehîd bûn. Piştî êrîşan Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçirvan Barzanî çûbû Enqereyê û hevdîtin bi serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re kiribû.

Rojnameger Bêrîtan Zagros hevdîtina Nêçirvan Barzanî û Erdogan û geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.

Nakokî

Zagros diyar kir ku serdana Nêrçivan Barzanî ya Enqereyê piştî êrîşan çêbûye û ew pozê hatiye dayîn jî bi zanebûnî bi raya giştî re hatiye parvekirin. Zagros anî ziman ku gelê kurd hê cenazeyên xwe nespartinbûn axê hevdîtin hatiye kirin û Erdogan bi vê re xwestiye peyameke wekî ‘PDK û malbata Barzanî li cem me ne. Ew jî şirîkên van komkujiyan e’ bide gelê kurd.

Zagros destnîşan kir ku bi vê serdanê re Barzanî bi temamî li ber çavê gelê kurd reş bûye.

Di axaftina xwe de Zagros da zanîn ku hevdîtina di navbera Barzanî û Erdogan de di raya başûrê Kurdistanê de wekî ‘rûreşiyê’ hatiye pênasekirin û wiha domand: “Kurd dizanin mala Barzanî û PDK dijminên kurdan e. Dîroka PDK’ê ji van mînakan xalî nabe. Tu hêviyek kurdan ji PDK’ê û mala Barzanî tune ye. Erdogan bi xwe jî statuya Herêma Kurdistanê esas nagire. Erdogan, di hesabê xwe yê fermî de bi erebî gotibû ‘Serokê Rêvebiriya Bakurê Iraqê’. Her wiha divê mirov rewşenbîr û siyasetmedarên başûrî jî rexne bike, ji lew re divê li ber vê rabûn. Hêviya wan ji AKP û MHP’ê heye ku statuya Başûr esas bigirin. Ev cihê şermê ye. Hê jî helwesta wan a li dijî referandûmê di bîra me de ye. Beriya her kesî Erdogan li ber rabû. Tenê li ber ranebû, aşkera gef xwarin, heqaret kirin û bi birçîbûnê gef xwarin Balafirgehên xwe ji çûyîn û hatina balafirên Kurdistanê re girtin. Tevî Iraqê li sînorên Başûr û Bakur tetbîqat kirin. Tevî ev qas tiştan hê jî hêviya wan ji dijmin û celadên wan heye ku dê rojekê azadiya wan esas bigire.”

Şirîkatiya komkujiyê

Zagros destnîşan kir ku tu kurdên xwedî bi rûmet û xwedî exlaqekî siyasî hêviyê ji hevdîtina Erdogan-Barzanî nake û wiha got: “Kurd baş dizanin çûna Barzanî ya ber linge Erdogan dijî destkeftiyên kurdan e. Serdana Nêçirvan Barzanî ji zirarê pêvtir tiştekî nade kurdan. Ev serdan, şirîktiya komkujiyê ye. Destkeftiyên ku kurdan bi bedêlên giran bi dest xistin, PDK û Barzanî wan bi bêran belav dikin.”

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameger Bêrîtan Zagros diyar kir ku hêleke hevdîtina Erdogan û Barzanî jî, ji bo mudaxileya li hilbijartinên serokkomartiyê yên Iraqê bûye û wiha pêde çû: “Tirkiye dixwaze bi ser PDK’ê û suniyan re siyaseta Iraqê têxe bin kontrola xwe. Lewma di navbera aliyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gor kulîsên li hêrêmê û hin daxuyaniyan; Muqteda Sadr, ji Nêçirvan Barzanî xwestiye bibe namzetê serokkomartiyê. Lê ji ber nelihevkirina di navbera kurdan û hêzên Iraqê de xwe nedaye ber vê.

Wisa tê texmînkirin ku Tirkiye têkildarî hikûmeta Iraqê û serokkomartiyê bi Nêçirvan Barzanî re axiviye. Tirkiye, dixwaze polîtîkaya xwe ya têkildarî Kurdistanê û Iraqê di ser PDK’ê re pêk bîne. Gotinên Erdogan ku gotibû ‘Me û Nêçirvan Barzanî me li ser rewşa Iraqê jî guftûgo kir. Dê bi hilbijartin serokkomartiyê re li wir pêvajoyeke nû dest pê bike’ van texmînan piştrast dikin.”

Her wiha Zagros got ku dibe ku Erdogan ji dêvla Hoşyar Zebarî xwestibe Nêçirvan Barzanî bibe namzet û dibe ku bi rêya vê hevdîtinê ev peyam gihandibe hin deverên Iraqê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar