Medya PDK’ê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çûye Tirkiyeyê û wê bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp re bicive. Her wiha hatiye gotin ku wê di civînê de behsa peywendiyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de werin gotubêjkirin.
Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di 12’ê adara 2022’yan de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re civiya bû.