Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Barzanî ji bo xwe bi Tirkiyeyê xweş bike 3 hezar pêşmerge dane kuştin

Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya 2003’an de dibêje ku ji bo ew baweriya Tirkiyeyê qezenc bikin di nava 12 salan de 3 hezar pêşmerge dane kuştin

Navenda Nûçeyan |

Hevpeyvîneke Îlnûr Çelîk a di 5’ê mijdara 2003’an de li Serê Reş a Hewlêrê ji bo Hûrriyet Daiyl Newsê bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re çêkiriye de îtîrafên balkêş û metirsîdar ên Barzanî heye. Di hevpeyvînê de Barzanî lixwe mikûr tê ku ji bo xwe bi Tirkiyeyê bidin qebûlkirin û baweriya wan qezenc bikin, wan di şerê dijî PKK’ê de 3 hezar pêşmerge feda kirine.

Li gorî hevpeyvînê Barzanî gotiye, li beramber fedakirina 3 hezar pêşmergeyan ew dixwazin, peywendiyên wan ên li gel Tirkiyeyê pir baş bin û wiha dibêje: “Piştî ku me di şerê dijî PKK’ê de 3 hezar pêşmerge feda kir, ger hîn jî hinek kes li Tirkiyeyê me weke dijmin dibînin, felaketeke.”

Li gorî hevpeyvîna Çevîk Barzanî gotiye, li dijî PKK’ê wan hevkarî bi PKK’ê re kiriye û gotiye; “Me bi xwînê bedel da, ji ber vê wê rayedarên Tirkiyeyê bawerî bidin me.”

Her wiha di dewama hevpeyvînê de jî Barzanî gilî û gazincê ji desthilatên berê yên Tirkiyeyê kiriye ku tu carî ji samîmiyeta wan fêm nekirine û wiha gotiye: “Desthilatên berê yên Tirkiyeyê, samîmiyeta me fêm nekirin, me ji bo armancên xwe yên leşkerî bikaranîn û paşê jî ji çav derxistin.”

Barzanî di hevpeyvînê de diyar dike ku tevî fedakirina evqas pêşmergeyan, hîn jî Tirkiye ji jor ve li wan dinêre ango wan biçûk dibîne û wiha dibêje: “Weke em bênirxin li me temaşe dike. Em dixwazin bibin partnerê Tirkiyeyê û di her qadekî de hevkarî bikin.”

Balkêş e ku Barzanî ji bo kurdên dewletperest û netewperest li dora xwe kom bike, timî îdîa dikir ku ew ê ji bo dewlekteke kurdî têbikoşin lê di vê rojnameyê de nêrîna xwe ya rast bi Tirkiyeyê re parve kiriye û dibêje; “Kurdên li bakurê Iraqê dewleteke serbixwe ya kurdî naxwazin!.”

Di sala 2017’an de Barzanî referanduma serxwebûnê lidarxistibû û paşê li pişt refandûmê nesekînî, herî kêm sedî 40’ê axa başûrê Kurdistanê hatibû dagirkirin û ji destê kurdan hatibûn girtin.

Barzanî di hevpeyvînê de ji Tirkiyeyê re dibêje, ew şîrîkekî wisa nin ku di fedekariyê de texsîrê nakin, ji ber vê divê Tirkiye li gorî vê rastiyê nêzê wan bibin, rêz li wan bigire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar