Mirov di rewşên wiha de li xwe heyirî dimîne bê ka çi bêje û çawa rewşên wiha îfade bike. Di demekê de ku ewqas êrîş û dagirkerî li ser dayika me Kurdistanê tê kirin, ketina nava helwestên erzan û bê encam, hişê mirov dide sekinandin.
Di rojên borî de ku serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û bi peyamên dayî carekî din, kurd xiste nava fikarên ecêbmayî. Em bêjin em ne li benda gotinekî wiha bûn, wê ne rast be. Dema mirov li dîrok û serpêhatiyên vê desthilatê binêre, pir tiştekî cuda ku bûbe, nebû.
Di her kêlî û qonaxên Tevgera Azadiyê de derbên giran li dagirkeran dide û çokan lê dişikînin, rêveberiya PDK’ê li deriyê dijmin dixin û dibin mêhvanên wan. Xwedê dizane li pişt wan qesir û deriyan çi di guhên wan de bang didin. Hebûn û kurdbûna xwe ji bîr dikin. Nimûneya vê ya herî hêsan, 28’ê mijdarê serokwezîrê başûrê Kurdistanê çû Tirkiyeyê û piştî hevdîtina li gel Wezîrê Karê Derve yê tirk Mevlût Çavûşoglû di daxuyaniya hevpar a dayî de Barzanî ne bi kurdî bi îngilîzî axivî. Ev bi serê xwe şermekî mezin e. Gelo ma ji kurdbûna xwe şermê dikî, yan jî madem rê nadin tu kurdî biaxivî li koç û qesra wî çeladî çi dikî? Tu hêvî ji kê dikî heyran… tu kê/î ji kê diparêz e. Ger ku wiha be, ne hevdîtinên we bikêr tên û ne jî karê hûn bikin dê ji bo civaka kurd qenc be. Tu li wir temsîla gelekê dikî, di şexsê te de gel û netewek li wir e, vê ji bîr neke. Tu ne tenê weke Mesrûr Barzanî li wir î. Ji bo vê yekê ev helwesta ku hatî raberkirin, qelsî yekitiyê ye û xizmeta civakê nake.
Çavê hemû kurdan li wê civînê bû ku balê bikişînin ser dagirkeriya Rojava û derbederkirina bi sed hezaran kurd û qetilkirina sedan sivîlî. Lê mixabin a derketî, dîsa têkçûna hemû xeyal û bedewariyan bû. Mixabin Barzanî li şûna bêje, çeteyên tirk li Rojava dagirker in, got; kêfxweş in ku dewleta tirk a dagirker bi Yekitiya Ewropayê re herêmeke ewle çêdikin û koçber lê bicih bibin.
Ez li vir bipirsim, birêz Barzanî çi karê çete û malbatên wan ên li Idlib û deverên din li Girê Spî û Serêkaniyê heye? Baş e, koçber divê vegerin mal û ser erdê xwe, ne biçin li ser war û cihên kesên din. Ev vegera çi ye? Baş e, ew hatin bi cih bûn kurd wê biçin ku? Baş e ji bo çeteyan hûn evqas dilgiran in, ji bo kurdan hûn çi difikirin? Ev bang ji bo her kesê ye ku ji vê yekê berpirs in.
Barzanî dibêje ji bo ewlehî û xizmetguzariyê me civînek baş kir. Heyran civaka kurd dibêjin, her malê tirkî ji bo me guleyeke û li bedena me dikeve. Ma tu vê nabihîse. Bi her berhemekê me dît bê ka çawa kîmya li ser zarokên vî gelî barandin. Demê xwe rejîma Baasê Sedam kir, niha jî rejîma dîktator Erdogan dike. Civak hemû kelûpelên Tirkiyeyê boykot dike, tu radibe diçe bazirganiyên nû dike. Divê gel vê yekê bibîne û bibe xwedî helwest.
Tu bê parastin bî kes nayê parastina te nake, encex bê tirba te bikole… Ev dema DAIŞ’ê vekirî derket, ev dema referandûma serxwebûnê derket, dîsa êrîşa Heşdî Şebî ya 16’ê cotmeha 2017’an derket. Ger ku hê ev ne bes bin, wele ji vê saetê û şûnde çi bê kirin wê neyê dîtin. Tu bi destê dijminê bavê xwe, tirkan bînî Kurdistanê ji PKK’ê biparêzî. Ku rêya te ev be, tu şaş diçî. Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Rojava kê şer kir dinya alem dizane. Hewce nake tu biçe bêjî PKK ewlehiya herêmê xira dike û dibe metirsî. Ku wisa ba wê Hewlêr paytexta duyem a DAIŞ’ê ba. Lê bi sedan gerîlayên PKK’ê ku tu niha weke gef dibînî li başûrê Kurdistanê li dehan cihan li dijî DAIŞ’ê li gel pêşmergeyan şer kirin û şehîd ketin. Di serî de we û cîhanê tev şahidî ji vê re kirin û heta li ser navê PDK’ê û rêveberiya başûrê Kurdistanê birêz Mesût Barzanî spasiya gerîlayên PKK’ê kir.
Tu aliyeke kurdî li dijî peywendî û têkiliyên bi partî yan dewletên cîran re nîne, tenê vê yekê dixwazin ew jî wek kurd û xizmeta yekitiya neteweyî bike. Ne li ser berjewendiyên hîzbî û yekalî bin. Dema wisa bû ji derveyî ziyanê tiştekî din neîne. Herî kêm divê hûn bi qasî ew ciwanên berê xwe dane Rojava bi cesaret bin. Lê mixabin di vegerê de li deriyê sînor ê Sêmalkanê hatin binçavkirin. Ev helwest hemû, dijayetiyê ji bo kurdan û civakê ye. Ew ciwan weke erkekî netewî berê xwe dan Rojava, ji bo yekparçeyiya Kurdistanê şer kirin û şehîd bûn. Di vegerê de bi rasthatina nêzîkatiyeke wiha, mirov dide windakirinê. Li vir bang dikim ku ew ciwan sembola yekitiya netewî ne û ji bo yekparçeyiya Kurdistanê têkoşîn kirin. Li şûna ku em wan bikin taca serê xwe, raberkirina helwestekî wiha ya rêveberiya PDK’ê mirov dixe nava fikar û gûmanan. Civak, aliyên demokrat û rewşenbîr divê di demek beriya demekê ji bo berdana wan ciwanan bikevin nava tevgerê, dîsa helwestekî cidî nîşanî daxuyaniyên Barzanî bide.