Di nava hefteya borî de ango 3’yê mijdarê de Partiya Demokrat a Kurdistanê piştî 12 salan bi atmosfer û kelecaneke mezin kongreya 14’emîn a xwe ya asayî bi tevlibûneke girseyî li Dihokê lidar xist. Kongreya Yekem a PDK’ê 16’ê tebaxa 1946’an li mala Seîd Fehîm a li Bexda bi tevlibûna 70’ê kesî hatibû lidarxistin. Kongreya 13’an a PDK’ di sala 2010’an de hatibû lidarxistin û li gorî mercên hatî danîn diviya bû her 4 salan kongre bê kirin. Lê ji wê rojê heta 3’ê mijdarê bi hinceta DAIŞ’ê kongre nehate kirin. Demek bû ku ji bo vê kongreyê amadekarî dihatin kirin û çav li rê bû ku ev kongre bi tevlibûna endamên ji rêxistin û partiyên din ên herêmî qutbûne di nava Endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê de cih bigirin, propagandayeke mezin dihate kirin.
Lê hê ji destpêkê derket holê ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî navê endamên Komîteya Navendî ya ji bo PDK’ê û dîsa rêveberiya PDK’ê cih bigirin, lîsteya wan dabûn delegeyên kongreyê. Ji xwe hê gava ewil ji bo serokatiya partiyê Mesûd Barzanî hat hilbijartin.
Ji bo silametî û dîsa xanedantiya Barzanî bidome, vê carê ji bo şerê pismaman jî dernekeve çareseriyeke nû ya cigirê yekem û duyem derket holê. Barzanî Nêçîrvan Barzanî kurê birayê xwe Idrîs Barzanî weke cigirê yekem û kurê xwe Mesrûr Barzanî ku niha serokê Hikûmeta Herêmê ye kir cigirê duyemîn. Bi vê yekê PDK ya ku mîrasê Mele Mustefa Barzanî ye li ser pismaman weke mîras hişt ku bidomîne.
Ev kongre sê rojan dom kir. Her wiha yek ji xalên din ên sazûmaniya PDK’ê ku weke rêveberên Mektebên Siyasî dihate binavkirin, ji aliyê Mesûd Barzanî ve bêdengdan raste rast bûn endamên Komîteya Navendî. Ev jî yek ji demokrasiya Barzanî ya kongreya 14’an bû. Ev 11 kes ku weke kesên nêzîkî PDK’ê û raste rast girêdayî Mesûd Barzanî ye, ev yek weke xelatekê hat dayîn.
Kongre roja 6’ê mijdarê bi dawî bû. Mesûd Barzanî di roja dawî de peyama kongreyê da. Bi qasî kongreyê çavê her kesê li peyamê bû. Li vir çend xalên balkêş Barzanî anî ziman. Yek ji van xalan ew bû ku qaşo şaştiye mezin hatiye kirin Barzanî anî ziman ku eger biryarê bidin wî ew ê navek din li lîsteya komîteyê zêde bikin. Ew jî bi qasî gotina wî bal kişand ser xwe. Barzanî yê ku ji bo komîteyê lîste amadekiribû çawa bûbû vê yekê ji bîr bike. Ew jî ew bû ku divê ji pêkhateya kurdên êzidî kesek li komîteyê bê zêdekirin. Ew yek jî di dawiya konferansê de hat bîrê. Çi bû ku ew nav di kêliya dawî de hate zêdekirin? Gelo ev yek ji bo êzidiyan ‘xelat bû an celad bû’ nayê zanîn.
Her wiha yek ji mijara din ew bû ku mîratê Barzanî li ser pismaman belav bike û bi vî rengî pêşiya keseke din bigire ku serkêşiyê ji PDK’ê re bike. Barzanî ev got: “Min û Îdrîs bi dil û can wesiyeta Mela Mûstefa bi cih anî. Min Nêçîrvan wek cigirê xwe hilbijart û wî jî Mesrûr Barzanî pêşniyar kir. Ev jî peyameke zelal e ku ew jî wek min û Îdrîs dibin. Ez jî heman wesiyeta Mele Mûstefa Barzanî li wan dikim û ez ê bi her awayî piştgîriya wan bikim.”
Her çendê Mesûd Barzanî ev yek gotibe jî, lê rastî pir ji vê yekê cuda ye. Her kes aqûbeta Îdrîs Barzanî û şerê Mesûd Barzanî ya ji bo desthilatê çawa Îdrîs kir qûrbanî jî dizane. Dîsa şerê nava pismaman jî di rewşek welê de ye nayê nixûmandin û veşartin.
Ev yek ji aliyê derveyî PDK’ê ve weke ku şerê pismaman a ser desthilatê bide sekinadin hat nirxandin. Yek ji yê vê mijarê herî baş dizane û dibîne jî Mesût Barzanî bi xwe ye. Ji bo wê formîlek wiha dît û bi van gotinên xemilandî ev yek xwestiye binixûmîne. Ji xwe ev demek dirêj e nakokiyên pismaman hene û ev yek ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Hem wext nakokiyên mam û birazî Nêçîrvan Barzanî jî hene. Axirê bi van gotinan hem xwestiye mîrate ji malê re bimîne û hem jî pêşiya nakokiyan bigire. Li gel van mirov dibîne Barzanî wesiyeta xwe jî li pismaman kir. Lê wer xuya ye ku ev yek heta Barzanî saxbe dibe pêşiya nakokiyan bigire, piştî wê nakokî kûrtir bibin. Wê demê vê yekê nîşan bide.
Ev aliyê sîstema partiyê bû. Li aliyê din peyamên ku bikare hem başûrê Kurdistanê û dîsa pêşiya dagirkeriyê bigire, zêde cih di rojevê de nehate girtin. Ne biryarek li dijî êrîşên Tirkiye, ne jî pêşiya êrîşan bigire hat girtin. Dîsa ji bo çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke hemwext a li gel hemû aliyan bêkirin hat dayîn. Kongre di nava atmosfereke wiha de ku binemal bê xurtikirin, demokrasiya Barzanî bê nîşadan dawî bû.
Di vê pêvajoya ku kongre dom dikir de yek ji mijarên din ên bi qasî kongreyê jî dengê hebe, dirêjkirina dema Parlementoya Herêma Kurdistanê bû. Di 9’cotmeha 2022’yan de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê 4 sale û di 6’ê mijdara 2022’yan de bi dawî dibe. Di 9’ê cotmehê de bi dengê 80 parlamenteran dema 5’an a xwe dirêj kir. Dema parlamentoyê heta 31’ê kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin. Li ser vê dirêjkirina temenê hikûmet û parlementoyê 12 parlemeteran biryara vekişînê ji parlementoyê da.
Li gorî vê yekê hikûmeta niha heye, hikûmeteke ne rewa ye. Di rewşa heyî de tu hincetek nîne ku parlemento bi xwe dengê bide xwe û temenê xwe dirêj bike. Ji bo vê ev yek nakeve xizmeta civakê. Civakê ji bo 4 salan deng dane parlementeran ku erka xwe pêk bîne. Ji hemû alî ve bêhiqûqî û bê qanûnî li nava rayedar û sîstema Herêma Başûrê Kurdistanê heye. Parlemeto û hikûmeta niha ne rewa li ser kare, 4 sale nikare erka xwe pêk bîne. Niha jî bi dirêjkirina temenê xwe dixwaze di nehiqûqiyê de dewem bike.