KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Barzanî û PDK zirarê didin gelê kurd

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku hevkariya PDK û hêzên girêdayî wê yên bi Tirkiyeyê re, zirarê dide gelê kurd û wiha axivî: "Plan dikin bê ka dê zarokên azad çawa tune bikin. Li dijî van planan, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezintir dibe. Daxwaza azadiyê zêdetir dibe."

Dagirkerên tirk ên bi hevkariya sixûrê xwe Barzanî û çeteyên PDK’ê hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên HPG û YJA Starê bi operasyonên şoreşgerî û tîmên profesyonal derbên mirinê li dagirkeran dixin. Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji bo Iraqê jî tevlî êrîşên xwe bike li Îran û Iraqê hevdîtinan dike.

Cîgirê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî daxuyaniyên çeteyên PDK’ê û gefên li ser gelê kurd axivî.
Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku her kes azad e ku daxuyaniya ku dixwaze bide û wiha got: “Lê li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, hêzeke ku daxwaza azadiya gelê kurd dike ji bo wan zirar e. Ji ber ku cihê PKK lê heye, kesayetên welatparêz, xwedî bawerî û felsefe hene. Nêrîna wan a ji bo cîhanê û kurdan, jiya birêz Nêçîrvan Barzanî û komên wan cuda ye. Lewma felsefeya PKK’ê û Ocalan ji bo xwe weke xetere dibînin. Helwesta PDK’ê kurdan dike du beş. Beşek jê ji bo azadiya Kurdistanê û mafên gelê kurd têdikoşe, beşeka din jî girêdayî dewletên herêmê ye. Bi taybet jî li gorî daxwaz û polîtîkayên dewletê tevdigerin. Tirkiye çi bixwaze dike, tiştên naxwaze jî nakin. Ev 30 sal in wiha domiya. Ev yek roj bi roj zelaltir dibe. Hêza herî zêde li Kurdistanê hevkariyê bi Tirkiyeyê re dike, PDK û hêzên girêdayî wê ne. Bi taybet jî piştî AKP di sala 2002’yan de bû îktîdar, hebûna xwe girêdayî AKP’ê kirine.”

Daxwaza azadiyê her roj zêdetir dibe
Dr. Berwarî bal kişand ser serdanên Tirkiyeyê yên li Başûr û Iraqê û ev nirxandin kir: “Ev serdan tu caran ne ji bo xêra gelê kurd û gelên Iraqê nehatin kirin. Sedema hevdîtinên aborî, siyasî û leşkerî ew e ku li kesên azadiya gelê kurd dixwazin bixin. Ev serdan, rewşekî li dijî destkeftiyên neteweyî yên gelê kurd in. Plan dikin bê ka dê zarokên azad çawa tune bikin. Li dijî van planan, yekitiya neteweyî ya gelê kurd jî roj bi roj mezintir dibe. Daxwaza azadiyê zêdetir dibe. Her wiha guftûgoyên hêzên kurd a bi hêzên navneteweyî re zêde dibe. Heke Tirkiye israra xwe ya di vê siyasetê de bidomîne, dê gelê kurd jî siyaseta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne. Şer û alozî dê bi kêrî Tirkiyeyê neyên.”

Bi domdarî Berwarî bal kişand ser gefên Hakan Fîdan li Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî xwarin û axaftina xwe wiha qedand: “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, dema kurdek xwedî li netewe, nasname û welatê xwe derket, dewleta tirk wî/wê hedef digire. Ji Amerîkayê heta Iraqê, ji Rûsyayê heta Awûstûryayê, li kîjan deverê kurdek daxwaza azadiyê bike, Tirkiye wan terorîze dike. Êrişên wan ên niha li dijî Silêmaniye û Bafil Talabanî jî di vê çarçoveyê de ne. Sedema vê ew e ku YNK û Bafil Talabanî seknekî neteweyî raber dikin. YNK, mîna hinek hêzên din ciwanên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê terorîze nake. Li gel vê, Tirkiye dixwaze Silêmaniyeyê jî mîna Dihok û Hewlêrê veguherîne qada xwe ya leşkerî, siyasî û aborî. Dixwaze tiştên bi serê Dihok û Hewlêrê anîn, bi serê Silêmaniyeyê jî bîne. Anku dixwaze Talabanî bîne ser xeta xwe. Ji bo vê jî gefan dixwe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar