Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Barzanî wekî nûnerê Erdogan çû Bexdayê

Serdana Barzanî ya Bexdayê, dewleta tirk a dagirker zêdetir hêzên xwe li parêzgeha Dihokê bicih kir û weke bersiveke ya nûnerê xwe Barzaniyê li Bexda, dest bi bombebaran û êrîşkirina gund û deveran kir. Dewleta tirk niha parêzgeha Duhokê bi temamî dagir kiriye û kiriye herêmeke girêdayî Tirkiyeyê.

Heftiya borî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî şeş salan serdana paytext Bexdayê kir. Bi gotineke din jî piştî aştebetaliya duyemîn referandûmê çû Bexdayê. Serdana Barzanî di rewşekê wisa de pêk hat ku tu alozî û nakokiyek yan jî tu pirsgirêkeke siyasî ya ew qas kûr û mezin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de nîne ku ji bo Barzanî neçar bike serdana Bexdayê bike. Barzaniyê niha serdana Bexdayê kir di dema referandûmê de Iraq weke welatekê cîran binav kiribû.

Sê sedem hebûn sedem ku Barzanî berê xwe bide Bexdayê û xwe li ber serkirdeyên “Iraq cîran” biçemine ku ya yekemîn berjewendiyên taybet yên partiya wî, ya duyemîn ji bo dewleta tirk çêkirina lobiye û ya sêyemîn jî komkirin û birêxistinkirina Suniyane. Ji bilî van sedeman tu mijareke din Barzanî neçar nekir ku biçe Bexdayê.

Ev her sê faktor di esasê xwe de li ser desthilata Herêma Kurdistanê û ezmûna wê metirsiyên herî mezinin. Lê Barzanî jî wek Melayê Meşûr dara ku ew bixwe li sere, bêyî ku li encamên wê bifikire dibire û dixwaze xaka Kurdistanê radestî dewleta dagirker bike.

Dema ku Barzanî gihişt Bexdayê, di van 2 salên dawî de dewleta tirk êrîşeke wisa topyekûn û nedîtî li ser Herêma Kurdistanê da destpêkirin. Ev jî îspat dike ku ev êrîşên dewleta tirk a qirker û serdana Barzanî rasterast bi hev ve girêdayî ne.

Di vê serdanê de yek ji armancên veşartî yên Barzanî jî ji bo rewakirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker lobiyê bike. Hebûna Barzanî li Bexdayê weke nûnerê Erdogan yê Bexdayê bû û li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Erdogan a faşîst yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê hewl da rêveber û partiyên Iraqê bêdeng bike.

Hevdemê serdana Barzanî ya Bexdayê, dewleta tirk a dagirker zêdetir hêzên xwe li parêzgeha Dihokê bicih kir û weke bersiveke ya nûnerê xwe Barzaniyê li Bexda, dest bi bombebaran û êrîşkirina gund û deveran kir. Dewleta tirk niha parêzgeha Duhokê bi temamî dagîr kiriye û kiriye herêmeke girêdayî Tirkiyeyê.

Li gorî çend agahiyên ku ketine destê ajansa me Rojnews’ê, Barzanî di hevdîtinên xwe yên li gel aliyên Iraqî de gotiye, “Tirkiye bi niyeta operasyonê ye û ev yek ne ji bo dagirkirina Iraqê ye. Berevajiyê wê ji bo tunekirina PKK’ê ye ku ji bo Iraqê bûye pirsgirêkek mezin.”

Barzanî ji tirsa ku wê daxwazên xwe yên ji bo dewleta tirk ji rayedarên Iraqê re ji raya giştî veşêre, ji bilî endamên partiya xwe nehişt tu berpirsên kurd yên ji derveyî partiya wî beşdarî hevdîtinan bibin da ku di hewlên xwe yên bêdengkirina aliyên Iraqî li hember dagirkeriya dewleta tirk a faşîst şaştiyeke mezin neke.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê ji rayedarekî ku li Bexdayê bi dest xistiye, Barzanî bang li hemû aliyên Iraqî kiriye ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng bimînin û gotiye “Ji ber ku li Herêma Kurdistanê hemû aliyan xwe bêdeng kiriye û naxwazin bibin beşek ji şerê PKK û Tirkiyê.”

Herwiha Mesûd Barzanî di hevdîtinan de bi awayek eşkere wiha ji aliyên Iraqî re gotiye; “Ez ricayê ji we dikim ku li hember operasyona Tirkiyê bertek nîşan nedin. Çawa ku dema DAIŞ hat me hemûyan Pêşmerge, artêş û Heşdî Şeibî jî di nav de Iraq parast ku. Ji ber vê yekê mafê Tirkiyê ye jî ku welatê xwe biparêze.”

Barzanî bi van gotinan îspat kir ku ji bo têkbirina ezmûn û statuya Herêma Kurdistanê bi dewletê re dixebite. Barzanî ne tenê piştevanê sereke yê dewleta tirk e, belkû lobiya dagirkeriyê jî dike. Di heman demê de bi pere, gef û îmtiyazan hewl dide aliyên din bêdeng bike.

Di vê mijarê de pirs ewe ku çima Barzanî ji bo dewleta tirk vê yekê dike? Herêmên ku dewleta tirk a qirker û faştîst dagir kirine, qadên girseyî yên PDK’ê ne. Di warê aborî de, ev dever wek şahdamara aborî û darayî ya PDK’ê û malbata Barzanî tên hesibandin.

Hin pisporên siyasî yên Iraqê şîroveyên cuda li ser vê serdanê kirin û dan xuyakirin, ku Barzanî weke serokê partiyeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de serdana Bexdayê nekir. Di şûna wî de, ew wekî Tatar û nûnerê dewletek biyanî bi hilgirtina peyameke siyasî serdana Bexdayî kir.

Şirovekaran ji medyaya Iraqê re ragihandin ku Barzanî dixwaze çavê medya û kolanên Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser êrîşên dewleta tirk bigire û hemû çavan vegerîne ser serdana xwe û diyar kirin ku lê ev yek girêka siyasî ye û ne karê serokekî welatparêz û xwedî ezmûn, ji ber ku ev yek ji nirxa binpêkirina serweriya Iraqê û dagirkirina xaka wê kêm nake.”

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar