Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven krîtîk e û bang li dînamîkên civakî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û ciwanan kir ku deng bidin qêrîna girtiyan
Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li ser navê Înîsiyatîfa Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê têkildarî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî daxuyaniyek da çapemeniyê. Başaran bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Guven ketiye roja 60’an û wiha axivî: “Li gritîgehan bi sedan girtiyên siyasî bi heman daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greve birçûnê kirine.”
Başaran bal kişande ser rewşa Guven û wiha got: “Rewşa tenduristiya Guven krîtîk e, tansiyona wê tim diguhere, sergêjînek pê re çêdibe, tiştên avî bi zorê dikare vexwe û li girtîgehên din jî pewistiya girtiyên di grevê de nayên bicihanîn. Vitamîna B ligel ku mecbûriyeteke yasayî ye jî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. Girtiyên di grevê dene di odeyên yek kesî de tên girtin û wan ber bi mirinê ve tehf didin.”
Başaran da zanîn ku bêdengiya civakê wan ditirsîne û wiha pê de çû: “Ger civak vê bêdengiya xwe bidomîne, di rojên pêş de dê encamên xirabtir dibe ku derkevin holê.” Başaran bang li dînamîkên civakî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, ciwanan kir û ji wan xwest ku deng bidin çalakiyên greva birçîbûnê. Başaran herî dawî got ku daxwaza Guven daxwaza hemû civakê ye. AMED