Ayşe Acar Başaran da zanîn ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de pir nebaş e. Başaran diyar kir ku êdî ji bo rewşa heyî saet jî pir girîng in û wiha domand: “Ji bo ku encamên nebaş neqewimin, divê hikûmet tecrîdê bi dawî bike û vê yekê mîsoger bike.”
Berdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran der barê grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de li meclisê civîna çapemeniyê pêk anî. Başaran got ku her çiqas li Îmraliyê hevdîtin pêk hatibe jî ev nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.
Başaran bal kişand ser bêdengiya civakê ya li hemberî greva birçîbûnê û rojiya mirinê û wiha domand: “Rewşa heyî her ku diçe girantir dibe. Ji 15’ê sibata sala 1999’an ve tecrîd didome û li dijî vê bi hezaran kes li ber xwe didin. Hevdîtina bi birêz Ocalan a di 2’yê gulanê de li hêlekê cihê keyfxweşiyê û li hêla din jî trajîk e. Bifikirin ku bi hezaran mirov bi mehan e li çar hêlên cîhanê di greva birçîbûnê de ne. Lê em bi hevdîtina parêzerekî keyfxweş dibin. Ev hevdîtin nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.”
Bêdengiya hikûmetê
Di berdewamê de jî Başaran got li gorî makeqanûna Tirkiyeyê, hevpeymanên navneteweyî û qanûna înfazê dewleta tirk nikare tu kesî bi heman an jî salan tecrîd bike. Başaran got tevî ku ya tê kirin hiqûqî nîne, hikûmet daxuyaniyeke têrker nade û wiha domand: “Ev jî rê li ber fikaran vedike. Ji ber ku êdî rewşa heyî asta krîtîk derbas kiriye û îxtîmal heye ku di her kêliyê de ji girtîgehan cenaze derkevin.”
Çalakiya rojiya mirinê
Têkildarî çalakiya rojiya mirinê jî Başaran wiha got: “15 girtiyên siyasî yên di rojiya mirinê de bang li desthilatê dikin û dibêjin, ‘hiqûqa xwe bi cih bînin û aşkera bikin ku hûn ê hiqûqa xwe bi cih bînin.’ Dibêjin ku hikûmet ji dewleta hiqûqê derketiye. Her wiha li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê 25 rojên pêşî vîtamîna B nedan 3 girtiyan. Girtî bi tenêya serê xwe di hucreyê de hatin hiştin. Hevdîtinên wan ên bi parêzeran re jî bi kamerayê tên şopandin.”
Binpêkirinên li girtîgehan
Başaran da zanîn ku girtiyê bi navê Îsmet Akin ku li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê dimîne, 20 kîloyan zeîf bûye û ev agahî dan: “Girtî Bêrîvan Bîtma ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê jî êdî pêyê xwe hîs nake û bi kursiyê bi teker tê hevdîtinê. Girtî Maşallah Erbey jî di heman rewşê de ye. Li Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê jî girtî Hafiz Abdulazîz xwîn ji destava wî tê. Girtiyên li vê girtîgehê pir zeîf bûne, zikê wan diêşe û germahiya laşê wan kêm bûye. Li Girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê jî rewş giran e. Nahêlin girtiyên di grevê de avê vexwin. Girtiya bi navê Rahşan Aydin ku ji 26’ê kanûnê ve li girtîgeha Şakranê di grevê de ye, çavê wê bi zorê dibînin û bi tenê di hucreyekê de tê hiştin. Girtiyên li girtîgeha Xarpêtê jî di hucreya yekkesî de tên girtin.”
Bang li hikûmetê kir
Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Başaran êrîşên li dijî dayikên girtiyan û bêdengiya çapemeniya hawîz a li dijî van êrîşan jî rexne kir. Başaran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêyî ku encamên neyînî rû bidin, divê hikûmet tecrîdê bi dawî bike û vê yekê mîsoger bike. Em bang li hikûmetê dikin ku li gorî makeqanûn, qanûn û peymanên navdewletî tevbigere. Divê hikûmet dev ji vî sûcê tecrîdê ku sûcê mirovahiyê ye, berde. Êdî saetek jî pir girîng e.” ENQERE