Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Başûr dibe navenda aloziyên hêzên desthilatdar!

Bi taybet di demên dawî de dema mirov li pêşketin û bûyerên li başûrê Kurdistan û dîsa peywendiyên li gel Tirkiye-Bexdayê dinêre, dibîne ku encama siyaseta şaş û dîsa têkiliyên li ser esasê berjewendiyên hîzbî û mayîna li ser desthilatê, başûrê Kurdistanê ber bi karesatên mezin ve kaş dike.

Başûrê Kurdistanê yê bi berdêlên giranbuha û şerê dirêj ê piştî Enfal, Helebçe û dîsa dîroka tarî ya şerê navxweyî gihabe vê astê û weke federal statû giribe be jî, lê tim di çavê dijmin de weke kelemek hebûye û dijminê xwestiye vê ji holê rake. Em bînin bîra xwe di vê mjarê de dewleta tirk a dagiker tim vê gotina ‘Me li Başûr şaştiyek mezin kir, em rênadin ku li tu ciheke din mîna Başûr destkeftinek çêbibe’ ji bo wê bi hovane êrîşî Şoreşa Rojava dike.

Ji bo wê ye ku başûrê Kurdistanê hem di mijara bi Bexda û hem jî bi Îran û Tirkiyeyê re tim li ser esasê berjewendî û têkiliyên demkî û hîzbî hatiye kirin. Van hêz û desthilatan tim ne weke mutefîkeke kurd lênêriye, weke qadeke ku lê mêtingerî bike, dewlemendî bidize û bi wan plan û projeyên xwe yên li ser cihên din bixe meryetê û dawî dora wê ye, kar kiriye û dike.

Ji bo wê ye ku hikûmeta başûrê Kurdistanê ya di bin rêveberiya PDK-YNK’ê de, tim ji vê rastiyê xwe didize û mîna çûka serê xwe xistî nava axê û pişta wê li derve, xwe ji vê mijarê vedişêre. Lê halê hazir bûyer û pêşketinên rojane diqewimin rastî weke ava kaniyan zelal radixe ber çavan. Li aliyê din ji bo pêşîgirtina vê jî di serî de têkoşîna azadî û rizgariyê ya PKK’ê jî li holê ye ku li her cihî li dijî van mêtingeran taybet Tirkiye-Îran û Sûriyeyê şer dike.

Em vegerin mijara xwe ya herî esasî ku dixwazim balê bikişînim ser. Taybet demê dawî piştî nakokiyên navxwe yên PDK’ê yên herêmî û dîsa li gel Bexda û taybet têkiliyên berjewendiyên hîzbî yên ji stratejiyên neteweyî dûr ên li gel Tirkiyeyê kir ku başûrê Kurdistanê ya rêveberiya Başûr tim weke qadeke serbixe û aram pênase dike, bikeve nava metirsiyê.

Di vê mijarê de êrîşên dewleta Tirkiyeyê ya li ser xaka Başûr bi hinceta PKK’ê lê armana esasî ew e ku dewlemendî û hebûna kurdan a li Başûr tune bike. Li aliyê din nakokiyên rêveberiya Başûr a navxwe û dîsa mijara bûce û dahata ji petrolê û deriyên sînor kir ku demek dirêj ew nakokî di nava Bexda-Hewlêrê de bibe krîz. Tevî her tiştî Rêveberiya Navendî ya Iraqê ji ya xwe nehate xwar û dahata başûrê Kurdistanê ya ji sedî 17 di roja îro de bû derdorî ji sedî 9, sepand.

Dîsa li aliyê din ji xwe Tirkiye rojane êrîş bi balafiran û bejahî li cihê bixwaze yê başûrê Kurdistanê êrîşan dike. Ev jî ne ji yekrêzî û yekitiya nava kurdan pêk tê. Dewleta tirk a ji nêzîkatiyên rêveberiya Başûr û nebûna yek a navxwe û yekgirtî, dike ku vê yekê bi hêsanî bike û hesab jê neyê xwestin.

Dîsa taybet yek ji mijara din ew e ku demê dawî êrîşên ji aliyê hêzên ser bi Îranê taybet Heşdî Şebî ya li dijî navendên hêzên Amerîka û navneteweyî ya li başûrê Kurdistanê ye.

Hêzên Amerîka û navneteweyî yên li herêma Kesk a Bexda diman. Ji ber nakokiyên di navbera DYE û Îranê de tim dibû hedefa êrîşan û teqînan. Amerîka ji bo leşkerên xwe ji vê yekê rizgar bike, demê dawî navenda xwe li Hewlêr vekir. Bi vê vekirinê re ev bû cara duyemîn êrîş li ser navendên wan tên kirin. Dîsa dema êrîş tên kirin, sivîl jî dibin hedef û dibin qurbanî. Herî dawî 14’ê Adarê êrîşî navenda Amerîka û hêzên navneteweyî ya Hewlêr hate kirin. Di vê êrîşê de Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr bû hedefa êrîşan. Berî niha ji xwe bi moşekan êrîş hate kirin û li navenda bajar ket, welatî bûn qurbanî.

Ya balkêş ew e ku vê carê êrîş li ser navendeke artêşa tirk a mêtinger a li Başîqa jî pêk hat. Ev jî dike ku Tirkiye bi hincetên pûç û vala zêdetir mudaxeleyî herêmê bike. Her wiha ev yek dide nîşandan ku wê êrîşên din jî pêk bên. Ji ber ku hêzên amerîkî û navneteweyî ji bo ji van êrîşan rizgar bibin berê xwe dan Hewlêrê. Lê niha li vir jî êrîş li ser tên kirin.

Bi taybet ev hêzên ser bi Îranê li her derê ku hêzên Amerîkayê lê be, êrîş dike û dixwazin derkevin. Dîsa demê dawî bi daxuyanî û peyamên tên dayîn taybet dixwazin hemû hêzên biyanî yên li ser axa Iraqê bên derxistin.

A girîng piştî vê êrîşa li ser hêzên tirk a li Başîqayê dê Tirkiye di siyasta xwe ya herî de çawa tevger bike, dîsa wê bi alîkariya PDK’ê bixwaze çawa li herêmê zêdetir tevger bike yan jî tevgerkirina xwe sînordar bike ya merqê ye. Lê rastiyek din jî heye, Tirkiye wê vê bike hincet û zêdetir xwe têkelî karê Başûr û Iraqê bike. Dema ev yek jî zêdetir bû wê êrîş jî zêdetir bibin. Ev hemû dema mirov li ber çavan bigire, dibîne ku başûrê Kurdistanê bûye navendên hêzên desthilat ên şer û nakokiyên xwe lê germtir bikin û şer dijwar bike.

Dema em di eyneyek giştî de li mijarê dinêrin derdikeve holê ku siyaseta şaş, nêzîkatiyên ne li ser esasê neteweyî û civakî tê kirin, hemû destkeftî dikarin di carekê de bibin qurbanên hêzên desthilat. Ji bo vê yekê ye ku ger yekitî û yekrêziyeke xurt a kurd bê avakirin, ev nakokî dikarin di demeke kin de bi dawî bibin û aramî jî serwer bibe. Lê heta ku hîzb û partiyên siyasî yên kurdî yên Başûr vê rastiyê nebînin wê ne pir dûr demek nêzîk de rewşa Başûr ne ji rewşên Sûriye, Lîbya û deverên din cuda be. Heta wê demek zûtir de bibe mêtingeke ya hêzên desthilat û li ser hêzên herêmî bê parvekirin.

Ji bo wê ye ku ger rêveberiya başûrê Kurdistanê bixwaze xwe ji vê rizgar bike, divê demildest destpêkê navxwe û piştre di mijara kurd û Kurdistanê de yekitî û yekrêziya niştimanî ava bike.

Nûçeyên Têkildar