Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Başûr ji bo mexdûrên erdhejê Rojava seferber bû

Piştî erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk hat û gelek welatî bûn qûrbanî, li başûrê Kurdistanê li çend navendan, alîkarî ji bo mexdûran berhev dikin.

Welatiyên başûrê Kurdistanê li gelek navendan ji bo mexdûrên erdhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dest bi alîkariyê kirine.

Di serî de li Silêmanî, Hewlêr, Germiyan û li bendê ye ku li gelek deverên din jî alîkarî bê berhevkirin.

Hewlêr

Li Hewlêrê ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê alîkarî tê berhevkirin. Alîkarî ji serê sibehê saet 08:00’an destpê dike heta derengiya şevê dom bike.

Germiyan

Li navçeya Kelar a Germiyanê ji aliyê hejmarek çalakvan, xêrxwaz û welatparêzan ve ji bo mexdûrên erdheja li bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina alîkariyê kirin.

Silêmanî

Ji duh ve li bajarê Silêmanî ya başûrê Kurdistanê jî ji bo mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Mûzexaneya Emnesûreke alîkarî tê berhevkirin.

Her wiha îro jî li Kargeha Cigare ya Silêmaniyê navendeke ya komkirina alîkariyê hatiye destpêkirin û gel wê alikariyên xwe bibin Mûzexaneya Emnesûreke û Kargeha Cigare ya Silêmanî.

Li bendê ye ku ev alîkarî çend rojên din jî dewam bike û piştre ji bo mexdûrên erdhejê bê şandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar