Wekî tê zanîn dewleta tirk di meha nîsanê de bi êrîşek tund berê xwe da da başûrê kurdistanê. Ev êrîş hê jî didomin. Dema dewlet êriş bir ser gerilayan her weha ji bo bikaribe li herêmê mayînde bibe, rêyên leşkerî jî çêkir. Bi gor agahiyên ji herêmê tên, rêya ji Çelê destpê dike û dighîje Kurêjaroyê, ango rêya leşkerî ya 30 kîlometreyî qediya ye.
Mixabin, di çêkirina rêyan de PDK’ê piştgirî da dewleta tirk. Heta li hin ciyan hêzên girêdayî PDK’ê alayê Kurdistanê hildan şantiyeyan da ku gerîlla nikaribin li van deran çalakî pêkbînin. Niha tê dîtin ku ev pêngav qediya ye û beşa ewil ya çêkirina rêyên stratejîk temam bûye.
Ev pêşketina dewleta tirk, hem kurdên herêmê, hem jî rayedaran ditirsîne. Ew, tirs û xofa xwe aşkere tînin ziman. Piştî qedandina rêya ji Êtûtê dighîje Kurêjaroyê ku ev rê 14 kîlometre bû, endamê meclîsa parêzgeha Dûhokê Rizgar Nêrweyî ji çapemeniya herême re axivî û got, “Peyamên ku dewleta tirk dide aşkere ye. Ew dixwaze li van dera mayînde be. Ev yek tirs û xofa nişteciyên herêmê zêdetir dike. Her weha ji ber helwesta Tirkiye, aramiya herêmê jî ketiye xeterê.”
Li ser hewldanên stratejîk ya Tirkiye, rayedarên PKK’ê jî pirî cara hişyarî dan PDK’ê. Bal kişandin amanca dewleta tirk. Fermandarê Giştî ya Navenda Parastina Gel Murad Karayilan, di meha Îlonê de bang li hikumet û rayedariya başûrê Kurdistanê kir û got, “30 hezar leşkerên tirk belasebep ne li herêmê ne. Derdê wan ne tenê Tevgera Azad e. Ew dixwazin dagirkirin vegûhezinîn mayîndebûnê.” Murad Karayilan heman tişt di 21’ê qanûnê de li telewîzyona KNN’ê jî anî ziman. Careke din hişyarî da rayedarên herêmê.
Mixabin, di serî de PDK, rayedarên herêmê van hişyariyan gûhdar nekirin. Rê li ber dewleta tirk vekirin. Ew dewleta tirk niha bi 40-50 hezar leşker û herî kêm 80 baregahên leşkerî ve li başûrê Kurdistanê ye. Nişteciyên ku leşkerên tirk ketine gund û bax û bexçê wan, niha zêdetir di bin xeterê de ne. Li hember vê xeterê jî rayedarên herêmê nikarin yek gavek bavêjin. Bi gotinek din heke tedbîr neye girtin dewleta tirk, ew ê bi hêsanî bikaribe li başûrê Kurdistanê mayînde bibe.
Piştî damezrandina hikumeta Al Sudanî, helwesta rayedariya navendî ya Iraqê jî berêve li hember Tirkiye vedigûhêze. Hikumeta navendî êrîşên Tirkiye ne tenê ji bo başûrê Kurdistanê, her weha ji bo tevayî Iraq û herêmê xeter dibîne. Ji bo vê yekê jî dixwaze hin tedbîran bigre.
Heftiya çûyî civînek ji rayedarên pilebilind ya leşkerî pêkhatibûn, li Hewlêrê çêbû. Bi gor agahiyên berpirsê Dezgeya Emnahî ya Iraqê General Saad Maîn, ew ê hejmara parezvanên sînora werin zêdekirin. Berî niha 6 hezar û 500 parezvanên sînora hebûn. Ew jî piranî ji PDK’yiyan pêkhatibûn. Niha heke xwedî biryarê xwe bin, ew ê parezvanên sînor rasterast bigrin bin kontrola artêşa Iraqê û ew ê wan li ser hemû sînoran belav bikin.
Di rojên çûyî de li Ammana payîtaxtê Urdunê de 2’yemîn Konferansa Bexdayê jî çêbû. Li wê civînê serokê Fransayê Emmanûel Macron got ku “Ji bo parastina sînoran, em ê hin sîstemên li dijî balafirên şer bidin Iraqê.” Bi ya min ev her dû mijar, ango zêdekirina hejmara parêzvanên sînor û girêdana wan a ser bi artêşê û qewîkirina parastina sînoran bi çek û cebilxaneyên nû, ji alîkî ve li hember êrîşên dagirkeran baş e. Lê divê em bizanibin ev rewşê han ew ê statuya kurda jî bi gor berê lawaztir bike.
Qet şik nîne, sedema vê yekê rayedarên başûrê Kurdistanê ne. Rê li ber dagirkeran qut nekirin. Heta hin caran piştgirî dan dagirkeran. Niha jî Iraq û hêzên navnetewî dixwazin hikumeta navendî ya Iraqê li başûrê Kurdistanê jî qewî bikin. Ev ne bi qasî êrîşên dewletên tirk û iranê ciyê gumanê be jî, ji bo pêşerojê xeter e. Mixabin, ev xeter bi xurtkirina têkiliyên sayisaî yên partiyan ji holê radibe. Kurd yek helwestbin, dikarin zêdetir berjewendiyên xwe biparêzin. Lê ev yek jî naxwuye. Ziddê vê yekê her diçe pêywendiyên partiyan xiraptir dibe, partîzanî dikeve meriyetê.
Kurd divê pir bi hişyarî tevbigerin. Xeter her diçe mezin dibe û tenê hevgirtina navxweyî dikare pêşî li vê yekê bigre. Tê dîtin pêngavek nû li Rojavayê kurdistanê destpêkir. Serokê YNK’ê bi rayedarên QSD û Rêvebiriya Xweser re hevdîtînan pêkanî. Her weha bi rayedarên DYA’ê re jî rûniştin. Ew ê çi ji van têkiliyan derkeve em nizanin, lê em dizanin ku heke kurd bi hev bikin, ew ê hem destkeftiyên qan werin parastin, hem jî pêşketinên qewî û mayînde bikeve para kurda.