Gelê Başûr bi salan e li benda rêxistinbûnê ye. Gelek şert û merc, derfet û firsendên dîrokî derketine holê. Divê Tevgera Azadiyê li başûrê Kurdistanê wek hêzekî siyasî û leşkerî xwe birêxistin bike. Barzaniyan tu carî ewqasî teşhîr nebûbûn. Bi jenosîda dawî ya li ser Êzidiyan û rewşa Şengalê re derket ev kî ne, çi ne.
Ez difikirim ku tiştên min ji bo Barzanî gotine baş nehatine fêmkirin. Li hemberî Barzanî nikarin bibin xwedî têkoşîneke rast jî. Dema wiha dibe; Barzanî li hemberî tevgera me, gelê me her cure fealiyetê dimeşîne. Naxwaze yek kurdeke/î azad jî li başûrê Kurdistanê bimîne. Bi dewleta tirk a qirker, faşîst û mêtinger re her cure têkiliyên hevkarî, ajantî û kontra çêdike; ji bo li başûrê Kurdistanê bi cih bibin, başûrê Kurdistanê jî bikin cihekî mêtingeh her tiştî dike. Piştre jî tu yê derkevî bêjî nizanim ez ji bo kurd û Kurdistan û kurdayetî çawa têdikoşim. Ev çawa dibe? Gelo zere misqal bawerdêriya wê heye? Em bihêlin ev dijmin avakirina dewleteke kurd qebûl bike, naxwaze destûr bide yek kurdeke/î bi rûmet jî li ser rûyê vê dinyayê bijî. Başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha dewleta tirk. Tu cihekî ku MÎT neketiye nemaye. Bûye qadeke şerê taybet a dewleta tirk. Barzanî van hemûyan erê dike. Ger li hemberî kurd û Kurdistan têdikoşe, tu dixwaze Kurdistan ava bike divê tu destpêkê li hemberî dewleta tirk helwest û sekn raber bike.
Her çiqas Barzanî her tiştên dewleta tirk dixwaze bike jî, di encam de girêdayî Îsraîlê ye. Hedef, berjewendî û polîtîkayên Îsraîlê çi pêwîst bike wê li gorî wan tevbigere. Dewleta tirk dixwaze xwe bigihîne armanca îmha û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê. Barzanî û PDK jî bi armanca netewe dewlet tevdigerin. Vê yekê jî ne ji bo kurdan ji bo stratejiyên herêmî û berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê dikin. Îsraîl ji bo armancên xwe yên stratejîk û ewlehiya xwe dixwaze netewe dewleteke kurd a girêdayî wê hebe. Ji bo ev bibe jî, divê Barzanî xurt bibe. Ji bo ku netewe dewleta kurd ava bibe, were astekî divê bi Tirkiye re şer bike. Avabûna netewe dewleta kurd wê ji encameke wiha re rê veke. Rewşa stratejîk û herêmî ya Îsraîlê vê yekê pêwîst dike. Lewma, Îsraîl çi bixwaze, bixwaze çi bike wê Barzanî jî li gorî wê yekê tevbigere.
Mûsil- Kerkûk axên dîrokî yên kurdan e. Parçeyên erdnigariya dîrokî ya Kurdistanê ne. Dewleta tirk li Mûsil û Kerkûkê bi awayekî pir dijwar xebat û rêxistinên şerê taybet dimeşîne. Dibêjin ‘axên Osmaniyan’. Mûsil û Kerkûkê aîdî xwe dibînin. Wek Eniya Tirkmenên Iraqê û bi rêbazên cuda li Mûsûl û Kerkûkê xwe birêxistin dikin. Barzanî, Mûsil û Kerkûkê difiroşe. Dema tengav dibe, ji bo rewşa xwe sexlem bike kurdayetiya sexte dike. Dibêje Kerkûk Kudûsa kurdan e. Bi vê yekê re jî şovenîzma ereb, neteweperestiya ereb gur dike.
Barzanî û PDK ji bo feraset û armancên xwe yên desthilatdar, dewletparêz wê neteweperestiyeke teng bikin û wê kurdan di serî de bi gelê ereb û gelên herêmê re bîne beramberî hev. Dibe ku felaketên bi vî rengî bîne serê kurdan. Siyaseta Barzanî, tiştên dike ber bi vir ve dibe û wê bibe. Ne ku divê kurd û ereb li hemberî hev şer bikin, berevajî hewce ye kurd û ereb tifaqên stratejîk pêş bixin.
Divê kurd di sedsala 21’an de bi ferasetên neteweperest û dewletperest tevnegerin. Ger dixwazin di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn qezenc bikin, ser bixin divê ne li ser esasên neteweperest û dewletperest li ser esasên ferasetên neteweya demokratîk pêş bixin. Ji bo ku kurd di sedsala 20’an de netewe dewletek ava nekirin, rewşeke neteweperest, dewletperest û desthilatdar di nav xwe de jiyan nekirin ev sedsala 21’an di serî de ji bo gelê kurd û ji bo hemû gelên herêmê dibe derfet û avantajeke dîrokî. kurd di pozîsyoneke ku rizgariya demokratîk a gelên herêmê bi rê ve dibin de ne. Berdêlên wê pir giran be jî, li gorî vê erka xwe ya dîrokî tevdigerin. kurd di vê sedsala 21’an de di serî de ji bo xwe, ji bo gelên herêmê û mirovahiyê wê li ser esasa paradîgmaya nû, azadî û demokrasiyê bidin qezenckirin.