PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Başûrê Kurdistanê saleke bi krîz û serhildan li pişt xwe hişt

Başûrê Kurdistanê li gel krîzên aborî, siyasî û civakî, bi xwepêşandanên civakî bû rojev. Bi taybetî hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta tirk û şehîdkirina gerîla û rewşa koçberan deng veda

Ji ber siyaseteke demkî û ne berjewendiyên gel, li başûrê Kurdistanê rewş wisa bûye, di her warê siyasî, aborî, leşker û civakî de krîz li ser krîzê rû dide û jiyan bigihêje asta tevizînê.

Li başûrê Kurdistanê herî zêde krîzên aborî bandorê li civakê dike û em jî ji wir dest pê bikin. Ji ber şewba vîrûsa koronayê di her warê jiyanê de bandorek mezin kir. Taybet li herêmên ku di warê siyasî û civîk de ne xurt felişand. Başûr jî para xwe ji vê stend.

Piştî gelek rûniştinên parlamentoyê, herî dawî di 31’ê adarê de budçeya 2021’an hat pejirandin û madeya 11’a taybet bû, bi para Herêma Kurdistanê de tê de hat bicihkirin. Di bûdçeyê de para Herêma Kurdistanê weke ji sedî 9.5 hat erêkirin. Salên borî ji sedî 12.67 bû. Li gorî vê dê para Herêma Kurdistanê 9 heta 10 trilyon dînar bûya. Li gorî yasayê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft bi nirxê SOMO radestî hikûmeta navendî bikira. Nîvê dahata navxweyî jî bide Bexdayê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2020’î de biryar da ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bi awayek lêbirîn parve bike. Piştî ku Iraqê 200 milyar dînar şand, ev biryara lêbirîna mûçe hate hilweşandin ku her 25’ê mehê mûçe bê parvekirin. Lê 2 meh nêzik dibe mûçeyekê nade.

Li gorî rapora Kompanya Dîloyit ku dahata neft û gazê çavdêr dike, heta meha hezîranê dahata Herêma Kurdistanê 77 milyon û 350 bermîl neft bi rêya boriyê ji derve re hatiye şandin. Ev jî dike 4 milyar û 100 milyon dolar. Piştî pereyê kompaya jê were derxistin jê re milyarek û 738 milyon dolar maye. Lêçûna şandin û xerca neftê ji dahata wê zêdetir e.

Xwepêşandan û daxwaza heq

Em werin ser bandora aborî û xwepêşandanên civakî. Ji ber nebûna xizmetgûzarî û mûçe li seranserî Herêma Kurdistanê îsal, ji bo mafên xwe, xwendekarên zanîngehê, mamostayên bi peyman, karmendên bi peyman û mamostayên li wargehan xwepêşandan kirin. Daxwaza tayîn, dayîna mûçeyan di dema xwe de kirin. Her wiha li gelek navendan welatiyan li dijî nebûna xizmetguzariyê û bêkariyê çalakî kirin.

Di nava salê de her tişt giran bû, ji avê bigire heta neft, benzîn û xurekan.

Qesr û koşkên ji ser mûçeyên karmendan ava kirin

Di 7’ê kanûnê de rojnamevan Zack Kopplin ku li Navendeke Lêkolîn û Fikrî ya Amerîkayê kar dike, lêkolîneke xwe ya derbarê sermaya Barzaniyan ya li Amerîkayê de di rojnameya The Amarican Prospect û malpera www.prospect.org de parve kir.

Li gorî belgeya ku Kopplin parve kiriye li eyaleta Miami ya Amerîkayê milkeke 12 hezar metrekare ya bi nirxê 18.3 milyon dolar ya Mesrûr Barzanî heye. Li gorî Kopllin 4 milkên Barzaniyan li Miami, Virginia, California hene û bûhayê wan jî bi komî dike zêdeyî 75 milyon dolar. Ev yek di medyayê de gelek bû rojev.

Reva ji welat û koçberiya ber bi mirinê re

Ji ber kiryar û siyaseta Herêma Kurdistanê bi hezaran welatiyên başûrî ketin ser rêya koçberî ango mirinê. Trajediya koçberan li sînorê Belarûs û Polonyayê deng veda. Roja 8’ê mijdarê bi hezaran koçberên ku piraniya wan xelkê başûrê Kurdistan û Iraqê bûn, li ser sînorê Belarûsê berê xwe dan sînorê Polonyayê da ku derbasî welatên Ewropayê bibin. Koça bi hezaran kesî ya li ser sînorê Belarûs-Polonya û Lîtwanyayê ciheke berfireh di çapemeniya kurd û cîhanê de girt.

Lê hikûmeta Herêmê bêyî ku xwe berpirsê rewşa koçberiyê bibîne û çareyek ji pirsgirêkên dibin sedema koçberiyê re bibîne, xwe bêdeng kiriye.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî biryar da şandeyek bişîne ser sînorê Belarûs-Polonyayê da ku ji nêz ve li rewşa koçberan bipirse. Lê heta niha ev şande serdana koçberan nekiriye. Polonyayê hemû sînorên xwe yên li gel Belarûsê li pêş koçberan girt. Koçber li ber sînor di nava rewşek gelek zehmet de man. Piştre şandeyek ji KNK’ê serdana koçberan kir û ji nêz ve li rewşa wan pirsî.

Piştî gelek rojan koçber li ser sînor nava rewşek gelek zehmet man, beşek mezin a koçberan ji ber bêhêvîbûna ji çûyîna welatên Ewropayê vegeriyan. Li gorî agahiyên ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê dane, heta niha zêdetirî 3 hezar û 500 koçber vegeriyane Iraqê.

Di encama vê koçberiyê de bi sedan ciwan û welatiyên başûrê Kurdistanê li ser sînor, dîsa Deryaya Spî û peravên yewnan noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi dehan cenaze hatin başûrê Kurdistanê. Balkêş e, li ser vê mijarê ne hikûmet, ne jî rayedarên Başûr daxuyaniyên fermî nedaye ku çima nikarin pêşiya vê bigirin?

Pirsgirêkên navxweyî û xemsarî kir ku DAIŞ êrîş bike

Krîzên aborî, siyasî û civakî ne bes bûn, li ser nakokî û xemsariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê DAIŞ’ê taybet herêmên nakok weke madeya 140’an tê nasîn û deverên di bin serweriya pêşmergeyan de dest bi êrîşan kir.

DAIŞ’ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê di nava salekê de herî kêm 180 êrîş pêk anîn. Di van êrîşan de herî kêm 150 kesan jiyana xwe ji dest dan û 160 kes ji birîndar bûn.

Her çiqas di 10’ê çileya 2017’an de serokwezîrê wê demê yê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragihandin ku li seranserî Iraqê DAIŞ hat tunekirin, lê hîn êrîş û metirsiya DAIŞ’ê berdewam dike.

Li gorî rapora Wezareta Xezîneya Amerîkayê ku di tebaxa 2021’ê de parve kir, komên DAIŞ’ê berdewam li ser Tirkiyeyê re pere ji bo endamên xwe yên li Sûriye û Iraqê dişînin ku Tirkiye piştgiriya sereke ya darayî ji bo Tirkiyeyê dike.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku ji sala 2018’an heta dawiya meha cotmeha 2021’ê çeteyên DAIŞ’ê zêdetirî 2 hezar û 412 êrîş li dijî hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê pêk anîne. Her wiha tenê ji destpêka salê û heta meha cotmehê nêzî 170 êrîş pêk anîne.

Di meha çileyê de DAIŞ’ê bi kêmanî 10 êrîş kiriye li gorî daneyên ne fermî 55 sivîl û leşkerên Iraqê hatine kuştin 125 jî birîndar bûne.

Di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de jî 26 çete hatin kuştin, 12 jî girtin.

Di meha sibatê de di êrîşên DAIŞ’ê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 7 leşker û sivîlek ji birîndar bû.

Di operayonên li dijî DAIŞ’ê de yên li Besra, Nînowa, Bexda, Kerkûk, Enbar, Hewlêr û hinek herêmên din, 17 çete û 3 fermandarên DAIŞ’ê tune bikin. 132 çete hatine girtin û 39 stargehên DAIŞ’ê jî hatine tunekirin.

DAIŞ’ê 19’ê adarê jî êrîşî Ebnî Seyda ya Diyalayê kir û polîsek iraqî mir.

Di van operasyonan de 72 çete girtine. Her wiha balafirên şer li Nînowa û çiyayê Qereçûx ê Mexmûrê 20 êrîşên hewayî pêk aniye. Di van êrîşan de 10 çete hatine kuştin û 39 stargehên wan hatine rûxandin. Her wiha dest danîne ser 12 depoyên wan ên çek û teqemeniyan.

Di meha nîsanê de çeteyên DAIŞ’ê li Xurmatû, Daqûq û Xaneqînê 8 êrîşên cuda pek anîn. Di van êrîşan de 5 sivîl û leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 polîsên Iraqê birîndar bûn.

Di operasyonên li dijî DAIŞ’ê de 65 DAIŞ’î hatine ku ji van 28 li çiyayê Qereçûxê. Her wiha 128 stargeh, şikeft û tûnel tune kirine.

Di meha gulanê de ji ber 3 êrîşên DAIŞ’ê yên li herêma Mexmûrê 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Her wiha 2 şivan hatin revandin.

2’yê gulanê balafirên koalîsyonê 3 çeteyên DAIŞ’ê li Nînowayê kuştin. Li Mûsilê jî 5 çete hatin kuştin. Her wiha li Kerkûk û Mûsilê 5 çete hatin girtin.

Di meha hezîranê de jî çeteyan 25’ê hezîranê êrîşî kirin, di van êrîşan de 5 polîsan û dîsa polîseke bi nave Celal Baban ku zêdetirî salek û nîv di destê DAIŞ’ê de bû hatin kuştin.

Di operasyonên vê mehê yên dijî DAIŞ’ê de, 3 wesayît hatin şewitandin û çend stargehên wan hatin rûxandin, 2 çete jî hatin girtin.

Di meha tîrmehê de DAIŞ’ê 8 caran êrîşî pêşmerge û hêzên Iraqê kirine, di van êrîşan de 17 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 7 ji wan sivîl bûn; yek pêşmerge. Li herêma Mexmûrê şivanek hatibû revandin.

Li gorî ragihandina fermî ya Iraqê, di 8 operasyonên taybet de 33 çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên cuda yên Iraqê hatine girtin.

Li nava vê mehê li Silêmanî û Helebceyê 2, Iraqê ragihand ku 20 û li Diyala, Kerkûk, Selahadîn û Silêmaniyê 6 çete hatine girtin.

Meha tebaxê di 6 êrîşan de çeteyên DAIŞ’ê 4 sivîl revandin û 2 welatî kuştin. 3 kes jî birîndar bûn.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên di vê meha îlonê de 27 sivîl, pêşmerge û leşkerên iraqî hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn, kesek hat revandin.

Di operasyonên vê mehê de jî 8 çete hatin kuştin, serçeteyek jî hat girtin.

Di meha cotmehê de jî ji ber êrîşên DAIŞ’ê 25’ê cotmehê li Xurmatû leşkerek, 30’ê cotmehê li Kerkûkê 2 pêşmerge, li gundê Hewîce jî 3 karker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Di meha mijdarê de 11 sivîl û pêşmerge ji ber êrîşên DAIŞ’ê li Zerge ya girêdayî Amîrlî, Xurmatû, bajarokê Kokis a Fîfrî û bendava Şaswar a gund Gobanê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 7 pêşmerge û leşker jî birîndar bûne.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê meha kanûnê zêdetir bûn. Di êrîşa 2’yê kanûnê ya li gundê Xidircîce ya dikeve qontara çiyayê Qereçûxê de 7 pêşmerge û 3 birayan jiyana xwe ji dest da. 11’ê kanûnê jî pêşmergeyê bi nave Sîrwan Mihemed birîndar bû. 19’ê kanûnê li gundê Azîkendî ya Qerecê jî leşkerek iraqî birîndar bû.

Di şerê di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de ya 28’ê kanûnê de jî 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 4 çete hatin kuştin.

Li ser zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê ya li Iraq û herêma Kurdistanê di 6’ê kanûnê de Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê Serdar Yektaş diyar kir ger pêwîstî hebe û were xwestin ew amade ne gelê başûrê Kurdistanê bi awayeke fedayane biparêzin û wiha got: “Tenê bi yekîneyên biçûk derb dikare li DAIŞ’ê bê xistin. HPG di vê mijarê de gelekî bi tecrûbe û şareza ye.”

Dorpêçkirina gerîla, êrîşên PDK’ê ya li ser hêza gerîla

Li aliyekê ewqas krîz û pirsgirêkên civakî heyî PDK li şûna ku çareseriyê peyda bike, rewş aloztir kir û hevkariya xwe ya li gel dewleta tirk gihand qonaxeke bilindtir û dest bi êrîşa li ser gerîla kir. Di van êrîşan de heta niha bi dehan gerîla hatin şehîdkirin.

Di sala 2021’an de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 11 caran karwanên leşkerî yên bi çekên giran sewqî qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, êrîşî hêzên gerîla kirine. Di êrîşên PDK’ê de 14 gerîla şehîd bûne û gerîlayek jî birîndar bû.

Di demekî ku hêzên pêşmerge li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şehîd û birîndaran dide û banga hêz û çekên zêdetir dike, lê PDK hêz û çekên zêdetir sewqî qadên gerîla dike û çeperên asê çêdike.

Piştî ku dewleta tirk a dagirker 23’yê Nîsana 2021 êrîşên mezin dijî Metîna, Zap û Avaşîn dan destpêkin jî, hêzên PDK’ê careke din ketin nava tevgerê.

Em hinek bi daneyan qala wan bûyer û pêşketinên deng vedane bikin;

Li navçeya Amêdiye ya Dihokê PDK’ê hêzek zêde ber bi herêma Metînayê ve şand. 5’ê hezîranê di nava karwanê hatiye şandin de wesayîtên zirxî, ambûlans, kepçe û gelek wesayîtên taybet ji bo bejahiyên zehmet jî hebûn. Di dema şandina hêzan de, di wesayîteke pêşmergeyan de teqîn çêbû û 5 pêşmergeyan jiyana xwe jidest dan.

Fermandariya Qada Xabûrê ya HPG’ê têkildarî mijarê heman rojê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin: ”Îro saet derdora 04.00’an hêzên girêdayî PDK’ê li geliyê di navbera Girê Çarçel û Girê Colemergê de ku noqteyeke stratejîk a Metînayê ye, ji du aliyan ve êrîş kir. Ji bo ev hêza leşkerî ku her baskek wê ji 50 wesayîtên zirxî pêk dihat nekevin vê herêmê, hêzên me bi çekên şexsî ew hişyar kirine. Lê ev hêz bêyî ku guh bidin vê hişyariyê bi pozisyona êrîşê pêş ve çûne. Tu gund û jîngeh li derdora qada navborî nîn in, ev 25 sal in pêşmerge nehatinê, piranî hêzên gerîla lê ne û li dijî dagirkeriya dewleta tirk hatiye mayinkirin.

7’ê hezîranê PDK’ê hêzeke zêde şand herêma Berdenazê ya girêdayî bajaroka Hacî Omranê ku dikeve nava sînorên navçeya Soran a Hewlêrê. Hacî Omran herêmeke dikeve ser sînorê rojhilat û başûrê Kurdistanê, her wiha herêma Qendîl û Xinerê bi hev ve girêdide.

Fermandariya Herêma Xabûrê ya Metînayê li pêşberî vê rewşa nû biryar da ku rê û rêbazên hêzên me yên li herêma Metînayê ji nû ve binirxîne û hêzên me yên li Zendûrayê vekişîne. Di pêvajoya vekişînê de 10, 11 û 12’ê hezîranê sê rojan şerekî destanî qewimî. Di vê pêvajoya vekişînê de, ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metînayê hevalê me Rêber Zana, fermandarê fedayî yê Berxwedana Zendûrayê hevalê me Hêjar Can, hevrêyên me Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi lehengî şehîd bûn. Bi saya ked, hewldan û fedayîtiya van hevrêyên me, hevrêyên leheng ên din ên Berxwedana Zendûra ya dîrokî bi rengekî ewle gihîştin qadên xwe.”

24’ê tîrmehê hêzên PDK’ê li navbera girê Çarçel û girê Hekarî yên Metîna, ber bi qadên gerîla ve çûn û alozî derket. Di heman kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser herêmê firiyan.

26’ê tîrmehê PDK’ê amadekarî dikir hêzên xwe bişîne Şêladizê û xwestine hêzên xwe li Rêncbiraxa bi cih bikin.

Gerîla xistin kemînê û şehîd kirin

Di 26’ê tîrmeha 2021’an de hêzên PDK’ê yekîneyek gerîlayên HPG’ê ku ji 3 kesan pêk dihat, xistin kemînê û li wan da. Navenda Çapemeniya HPG’ê 29’ê hezîranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 3 hevalên wan dema ji bo erka xwe diçûn herêmek din, li Xelîfanê rastî êrîşa hêzên PDK’ê hatine û agahî ji wan nehatiye girtin. HPG’ê ku nasnameyên 3 gerîlayan jî aşkera kirin û ji PDK’ê xwest ku têkildarî bûyerê agahî bide.

28’ê tebaxê li girê Çarçel ê herêma Metînayê hêzên PDK’ê dest bi çêkirina rêyên nû kir. Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di rojên dawî de liv û tevgera xwe ya li Metînayê zêde kirine. Hat ragihandin ku hêzên PDK’ê li devera Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû kiriye û 3 baregehên nû yên leşkerî li hinek gundên Kanî Masiyê çêkirine.

29’ê tebaxê yek ji bûyera herî qirêj hat kirin. Pêşmergeyên Roj ên ji aliyê dewleta tirk û bi hevkariya PDK’ê qaşo ji bo parastina xaka Kurdistanê hatine perwerdekirin, êrîşî komeke gerîla li Xelîfanê kir. Li ser vê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê jî 4’ê îlona 2021’an li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Agahî ji me re hatiye ku komek 7 kesî ya gerîlayên me li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane. Tu tiştek ji vê yekê xirabtir nabe ku hêzên PDK’ê bi vî terzî û şeklê xayînane hêzên me bixe kemînê û şehîd bike. PDK dixwaze tev li êrîşên mêtinger- faşîst û komkujiyên ku dewleta tirk li dijî gelê me û hêzên me dide meşandin bibe. Em vê daxwaza PDK’ê ji edalet û wijdana raya giştî re dihêlin.”

Piştre derket holê ku di êrîşê de 5 gerîlayên şehîd bûne. Yek birîndar dibe û yek jî piştî 16 rojan xwe digihîne hevrêyên xwe. PDK’ê hîn cenazeyên gerîlayên şehîd nedane malbatên wan. Ji wan gerîla Tolhildan Raman, Serdem Cudî xelkê rojavayê Kurdistanê ne.

Ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de şehîd bûne çalakiya konvedanê ya li dergehê Sêmalkayê ji 5’ê cotmehê ve dest pê kiribû heta niha jî dewam e.

Hêzên PDK’ê şeva 5’ê kanûnê sewqiyata leşkerî li baregeha Sîrê ya li herêma Şêladizê kir.

15’ê kanûnê meşa ciwanan Rojava a bi dirûşma ‘Werin cenga rûmetê’ ku ew sê roj bûn ji Qamişloyê dest pê kirîbû di 15’ê kanûnê gihişt dergeha Sêmalkayê. Lê Sêmalkayê hêzên PDK’ê êrîşî ciwanan kir. Di encamê de 15 ciwan birîndar bûn. Balkêş e piştî vê meşa ciwanan, PDK û medyaya wê ciwan kirin hedef û di êrîşa SÎHA’yên tirk a dagirker de 25’ê kanûnê li Kobanê êrîşî malekê kir û 5 ciwan şehîd bûn.

16’ê kanûnê hêzên PDK’ê danê sibehê deriyê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt.

Di 19’ê kanûnê de hêzên PDK’ê Deriyê Sînor ê El Welîd ku dikeve navbera başûrê Kurdistan û bajarê Dêrik yê rojavayê Kurdistanê de jî girt.

Êzidiyan tevî her tiştî li ber xwe da

Civaka êzidî sala 2021’an di bin êrîşên giran û hemberî êrîşan jî berxwedaneke mezin nîşan dan. Bê guman ji ber êrîşan berdêlên giran jî hatin dayîn. Piştî têkbirina Peymana 9’ê Cotmehê xebatên mîsogerkirina xweseriya Şengalê hatin xurtkirin. Civaka êzidî bi îdiaya mîsogerkirina statuya Şengalê ber bi sala nû ve diçe.

Di 8’ê çileyê de Desteya Rêveber a Şengalê yekem civîna xwe ya salê li dar xist. Di civînê de ji bo bihêzkirina têkoşîna li dijî planên li ser Şengalê biryara berdewamkirina çalakiyan hat dayîn.

Di nava salê de di warê xwerêxistinkirin û xweparastinê de sazî û dezgehên Şengalê Rêveberiya Xweser bigire heta TAJÊ, PADÊ’yê civînên xwe kirin û li nava civakê karûbarên xwe kirin.

Di 11’ê adarê de bi sedan gelê Şengalê li dijî Peymana 9’ê Cotmehê berê xwe dan navenda Şengalê lê gelê êzidî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve li seytereya Cidalê hat astengkirin. Tevî vê rêgiriyê jî gel xwe gihand navenda Şengalê û meşiya.

Çend bûyerên mohra xwe li salê dane

25’ê adarê MXDŞ’ê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, civiya û helwesta xwe ya derbarê ferzkirinên hikûmeta Iraqê de aşkera kir. Li beramberî tehdît û ferzkirinên hikûmeta Iraqê, MXDŞ’ê biryara berxwedanê da.

1’ê nîsanê piştî Iraqê muhlet da Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ku teslîm bibin, bi sedan gelê Şengalê berê xwe dan serê Çiyayê Şengalê û dest bi nobedê kirin.

20’ê nîsanê artêşa Iraqê xwest ku derbasî gundê Gir Zerik ê Şengalê bibe. Şêniyên herêmê derketin pêşiya wan û nehiştin artêş derbasî gund bibe.

5’ê tîrmehê li Şengalê meşeke girseyî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraqê hat lidarxistin. Piştî meşê hêzên Iraqê gule bi ser gel de barandin û di encamê de rojnamevanek birîndar bû.

Dewleta tirk a dagirker di 16 û 17’ê tebaxê de 5 caran bi balafirên şer êrîşî ser navenda Şengalê kir. Di êrîşa destpêkê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî Îsa Xwedêda ku ew jî şervanê YBŞ’ê ye, şehîd bûn û 3 sîvîl jî birîndar bûn. Di êrîşa 17’ê tebaxê de jî balafirên dewleta tirk sê caran li ser hev Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kirin. Di vê êrîşê de 8 kes şehîd bûn û çar kes jî birîndar bûn.

Di 25’ê tîrmehê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Kongreya xwe ya 4’emîn bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê lidar xist. Cara yekemîn pêkhateyên ereb, şîa, mesîhî jî tev li kongreyê bûn û di meclisa nû de cih girtin. Di encamnameya kongreyê de bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin ku xweseriya Şengalê nas bikin.

Di 17’ê îlonê de Babê Şêx Elî Eliyas ku piştî wefata Rêberê Rûhanî yê êzidiyan Babê Şêx Xirto Hecî Îsmaîl bibû Babê Şêx, cara yekem serdana Şengalê kir.

2’ê cotmehê hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de xwestin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê rabû ser pêyan û diyar kirin ku ew rê nadin PDK derbasî Şengalê bibe. Li ser bertekên gel çekdarên PDK’ê paş ve kişiyan.

28’ê Mijdarê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteyê terorê’ were derxistin li Baxçeyê Serok Apo çalakiya konvedanê da destpêkirin.

7’ê kanûnê di roja yekem a Rojiyên Êzî de li dijî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel êrîşeke hewayî pêk hat. Di êrîşê de Merwan Bedel şehîd bû, du zarokên wî yên di wesayîtê de jî di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.

Di 11’ê kanûnê de jî dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer êrîşî Meclisa Gel a Xanesorê kir. Di êrîşê de avahiya meclisê bi piranî hilweşiya.

Li ser bêdengiya Iraqê ya li beramberî êrîşên dewleta tirk a dagirker, Rêveberiya Xweser a Şengalê di 13’yê kanûnê de biryar da ku hemû sazî û dezgehên hikmî û saziyên civaka sivîl ên li Şengalê kar bidin sekinandin. Li ser hişyariya Rêveberiya Xweser wê rojê li Şengalê tu karek nehat meşandin. 14’ê kanûnê car din bi biryara Rêveberiya Xweser re hemû sazî û dezgehan dest bi karê xwe kirin.

Di 14’ê kanûnê de ciwanên Şengalê li nehiya Sinûnê ji ber bêdengiya hikûmeta Iraqê dest bi çalakiyan kirin. Hêzên artêşa Iraqê di navenda Sinûnê de gule li çalakvanan reşandin. Di encamê de rojnemevana jin a bi navê Nesrîn Hisên bi guleya artêşê li gel ciwanekî din birîndar bû.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar