Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Başûrê Kurdistanê weke kelhekê ye û  Tirkiye dixwaze bigire

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî diyar kir ku başûrê Kurdistanê weke kelhekê ye û rejîma faşîst a Tirkiyeyê dixwaze vê kelhê di hundir de bigire, lewma ciwanan hedef digire.

Piştî ku dewleta tirk ya dagirker nekarî bi riya şerê germ dest dane li ser xaka başûrê Kurdistanê û nasnameya kurd tine bike, serî li şerê taybet da. Hewl dide bi riya şerê derûnî hestên welatparêziyê di nava ciwanan de lawaz bike û bêbandor bikin. Li dijî welatê kurdan bidin bikaranîn. Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî têkildarî şerê taybet û riya xweparastina ji vî şerî ji Rojnews’ê re axivî.

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî wiha qala metirsiya li ser başûrê Kurdistanê kir: “Dewleta tirk ya faşîst û hikûmeta wê gelek hewl dan kirine ku li başûrê Kurdistanê tora sîxûriyê çêbike û madeyên hişber belav bike. Bi plan ciwanan teşwîq dike ku welat bi cih bihêlin. Tirkiye bi vê rê li dijî kurdan şarê taybet dide meşandin.”

Tirkiye dixwaze rûmeta kurdan bişkêne

Cûdî diyar kir ku civaka Başûrê Kurdistanê civakek birûmete û xwedî kerameta xwe ye, lewma Tirkiye dixwaze vê rûmetê bişkêne û wiha domand: “Yek ji hewldanên wê çêkirina sîxûrane. Bi taybet ew ciwanên ku bi bermane û bi armanc bêkêr kirine, wan armanc digirin û dikin nêçîra xwe.”

Başûrê Kurdistanê weke kelhekê ye û  Tirkiye dixwaze bigire

Cûdî bal kişande li ser planên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku başûrê Kurdistanê weke kelhekê ye, rejîma tirk ya faşîst dixwaze vê kelhê ji nav de bigire û wiha pêde çû: “Hewl dide biriya bêbandorkirin, belavkirina madeyên hişber, koçkirin û bi gelek mijarên din ve girêdan, sîxûrkirina ciwanan bike. Lewma divê ciwanên kurd li hemberî vî şerê taybet hişyar bin. Eger ciwan û jinan têk bibin, tevahiya civakê tine dibe. Lewma divê ciwan şiyar bin û xwe bi rêxistin bikin. Xwe perwerde bikin. Rastiyên şerê taybet û dagirkeriyê bizanibin. Xwe binasin û rola xwe ya di nava civakê de bizanibin.”

Divê ciwan girêdayî ruhê welatparêziyê bin

Nivîskar û Çavdêrê Siyasî Hesen Cûdî têkildarî riya pêşîlêgirtina şerê taybet ê dewleta tirk wiha got: “Bi çalakî û xwerêxistinkirinê, hişyarkirinê dikarîn rê lê were girtin. Divê ciwan girêdayî ruhê welatparêziyê bin. Hestkirina bi berpirsyartiyê hebe û xwe bêhêvî nekin. Berbi têkoşîna azadiyê biçin û tevlî bibin. Divê ciwan bi riya têkoşîna azadiyê, têkoşîna ciwan, çandî û rêxistina siyasî, jîngehî kar bikin û cihê xwe bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar