Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bav Gokçek binçav kirin û cenazeyê kurê wî jî revandin

Endamê koma muzîkê ya Grup Yorumê Îbrahîm Gokçek piştî ku navber da çalakiya xwe ya rojiya mirinê ku 323 rojan dom kir, di 7’ê gulanê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gokçek ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û birin Cemxaneya Gazî. Polîsên tirk beriya ku cenazeyê Gokçek bişînin warê wî Kayseriyê, dor li taxa Gaziyê girtin.

Li pêşiya Cemxaneyê TOMA hate bicihkirin û rêyên li derdorê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Di danê sibehê de ji bilî komeke biçûk û hin endamên çapemeniyê, destûr ji kesî re nehate dayin ku bikevin cemxaneyê. Piştî ku cenaze hate radestkirin, komê xwest ku bimeşe lê ji polîsan ve hate dorpêçkirin. Li ser êrîşa polîsan kesên di komê de li kolanan belav bûn. Di êrîşê de bavê Gokçek Ahmet Gokçek û endamên Grup Yorumê Eren Erdem û Dîlan Poyraz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Her wiha polîsan destûr nedan kesên ku duh bi şev li Cemxaneya Gaziyê bûn û li gel malbata Gokçek li cemxaneyê merasîmê pêk bînin. Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êrîşî cemxaneyê kir. Li ser vê yekê nûçegihanên MA’yê Erdogan Alayumat û Idrîs Sayilgan, edîtorê ETHA’yê Serdal Işik û ji rojnameya Ozgur Gelecekê Metîn Ozken jî di nav de gelek kes li cemxaneyê asê man.

Polîsên ku êrîşên xwe domandin hewl dan deriyan bişikînin. Polîs bi bombeyên gazê ketin hundir û cenazeyê Gokçek birin. Nayê zanîn ku cenaze bi ku ve birine. Girseya gel a li Cemxaneyê karîbû derkeve derve.

Li gorî agahiyan, polîsan derî û camên cemxaneyê şikandin. Ji ber bombeyên gazê kes nikare li hundirê cemxaneyê bimîne. Hate ragihandin ku deriyê morxê û camên wê jî hatine şikandin. Ji ber bombeyên gazê ciwanekî bi navê Berkay Karagoz ê nexweşê astimê ye krîza dil derbas kir. Karagoz rakirin nexweşxaneyê. Polîsan parêzereke bi navê Dîdem Baydraunsal jî binçav kirin. Ji ber bombeyên gazê kes nikare li baxçeyê cemxaneyê jî bêhn bistîne. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar